Îbrahîm GÛÇLÛ
(ibrahimguclu21@gmail.com)
Li Rojhelatê Kurdistanê piştî Simko axa (1930), Serokkomarê Dewleta Mehebadê ya Kurdistanê Qadi Mihemed di 31ê Adara 1947an de bi destê Dewleta barbar a Kolonyalîst a Îranê hat darvekirin. Pişt re jî serokên Rojhilatê Kurdistanê Sileyman Mûînî û Abdûllah Mûînî û Mele Eware (1968), Dr. Qasimlo (1989), Dr, Şerefqendî (1992) hatin kûştin û Dema ku ji Qadi Mihemed tê behskirin, bajarê xweş yê Kurdistanê Mehabad û Komara Kurdistanê ya Mahebadê tê bîra mirov. Dema ku ji Komara Kurdistanê ya Mehabadê jî tê behskirin, Qadi Mihemed tê bîra her kurdekî û biyanîyekî.
Lînka axaftina li ser jîyana QADÎ MUHEMED
Qazî Mihemed jî, ji malbeteke wisa xurt hatibû dinyayê û têgihîştî bû.
Malbata Qadi Mihemed, malbateke herî navdar yê herêma Mukrîyanê bû û li hemû herêmên Kurdistanê jî dihat naskirin.
Bavê Pêşewayê kurd Qazî Elî, di sala1930an de li Mehabadê rêxistineke kurdî bi navê “Bizava Mihemed” ava dike. Têkilîya ev bizav û bavê Pêşewa, bi Şoreşa Şêx Mihemed Xiyabanî ya li Tebrîzê hebûye. Bavê Qazî Mihemed di sala 1934an de çûye ser dilovaniya xwe.
Qadi Mihemed jî, di sala 1900î de, di nav ev malbata navdar û xwediyê nûfuzeke civakî û siyasî de tê dinyayê. Qazî Mihemed di salên biçûkîya xwe de dibistan û medreseyeke dînî ku navê wê “Kutabxane” bû, xwendiye.
Qadî Mihemed, beriya ku di ciyê bavê xwe de bibe qadî, di dezgeha mudirtiya weqfan de xebat kiriye. Lê bi taybetî piştî ku Qadi Mihemed bû qadî, qedir û qiymeta wî di nav gel de zêdetir bûye.
Ew him ji zanistiya kevn û him jî ji zanistiya nû ya modern agahdar bû. Ji bona vê jî hewildaneke wî ya îlmî hebûye. Dîsa ji bona ku zimanê biyanî fêr bibe hewildaneke gelek xurt nîşan dide. Wî, ji derveyî zimanê kurdî, erebî, farisî, fransizî, îngilîzî û biçek jî rusî dizanîbûye.
Qadi Mihemed, bi kesên îlîmdar û zanyar re xwediyê pêwendîyeke xurt bûye. Bi kesên welatparêz û serokeşîran re, di nav danûstandineke gelek balkêş û xurt de bûye. Ji bona mafên jinan xebatên balkêş dike.
Ji bona vê jî dema ku ji bona Komara Kurdistanê ya Mehabadê makezagonê amade dikin, di makezagonê de mafên jinan ciyekî gelek girîng digre. Dîsa ji bona vê piştî damezrandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê girîngiyeke mezin dide pêşkevtina ziman, edeb û şanoya kurd.
Qadi Mihemed, di wê merheleyê de wek rewşenbîrekî hevdem û demokrat bi xwendevan, rewşenbîr û mamosteyan re jî xwedîyê pêwendîyeke kûr û xurt bûye.
Jiyana wî ya siyasî…
Qadi Mihemed, di destpêkê de nebûye damezrênerê Komeleya Jiyaneweya Kurdistanê (Vejiyana Kurd-Je-Kaf/JK), lê bi Komeleyê re xwediyê pêwendîyeke gelek xurt bûye û ji damezrênerên Komeleyê re rêz û hirmeta wî hebûye.
Berpirsiyarên Komeleyê, pêwendîya wî û Komeleyê têrê nedîtine û xwestine ku ew bibe endamê Komeleyê. Wê demê bi taybetî hewil dane ku Qadi Mihemed bibe endamê Komeleyê. Ew jî di encam de dibe endam û berpirsiyarê Komeleyê.
Dema ku Îran ji aliyê dewletên biyanî ve hate dagirkirin, heyetên biyanî jî li bajarê Mehabadê dihatine ziyaretiya Qadi Mihemed, Bi wî re rewşa siyasî ya wê demê û Kurdistanê qise dikirine.
Di destpêkê de, daxwaza berpirsiyarên Yekîtiya Sovyetê ew bûye ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wek seksîyona Partiya Demokrat a Azerbeycanê ava bibe. Dema ku Qadî Mihemed û grubek hevalên wî çûn Azerbeycana Sovyetê, ev pirsa di navbeyna wan de gelek bi tundî tê minaqeşekirin. Eger Qadi Mihemed û havelên wî ev nêrîna Sovyetê biecibandana, wê demê Komara Kurdistanê jî, diviya bû wek komareke serbixwe ava nebe, di nav sînorên sîyasî yên Komara Azerbeycana Îranê de bibe xwedî otonomiyeke cûda.
Qadi Mihemed û hevalên wî, ji bona vê, bi şexsiyet biryar dan ku Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê ava bikin û di bin pêşengîya partiyê de, bi piştgiriya Kurdên beşên din û bi taybetî jî bi piştgiriya Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî Komara Kurdistanê ya Mehabadê ava bikin.
Piştî ku Komara Kurdistanê ya Mehabadê ava bû, Qadi Mihemed bû serokê Komarê. Piştî ku Qadî Mihemed bû serokkomarê yekem ê Kurdistanê, li tevayî Kurdistanê û li dinyayê bû kesekî navdar û aktorê sîyaseta Rojhilata Navîn.
Tê gotin ku Pêşewa Qadi Mihemed mirovekî gelek bi ferheng, dilsaf, xweşqise, evîndarê wêje û hûnerê bû.
Dîsa ji bona ku ji her çînekê re dost bû û ji belengazan re heval bû, hûnerhez û wêjeevîndar bû, ji amadekirina makezagoneke gelek demokrat û modern re pêşengî kir. Di demeke kurt de ji bona ku zimanê kurdî, hûner û çanda kurdî bi pêş bikeve, ji projeyên gelek mezin re pêşengî kir û di vê qadê de serkeftinên gelek mezin jî bi desthelatiya hukumeta komarê pêk anî.
Damezirandina PDK a Îranê
Pêşewa Qadi Mihemed jî yek ji endam û berpirsiyarên Komeleyê bû. Piştî demekê ji bona ku Komeleyê bersîva hewcedariyên Tevgera Rojhilatê Kurdistanê neda, biryar hate girtin ku partiyek ava bibe. Qazî Mihemed jî wek serokê partiyê bê hilbijartin.
PDKa Îranê, di 25ê Tîrmeha sala 1945an de, bi destê Qazî Mihemed û 60 hevalên wî ava bû. Wek tê îddia kirin, PDKa Îranê bi destê Yekîtiya Sovyetê nehat avakirin. Hewcedariyên neteweya kurd bû sedem ku partiyeke netewî û demokratîk bê avakirin
Di navbeyna programa Komeleyê û PDKa Îranê de ferqek tune bû.
Avabûna Dewleta Kurdistanê…
Di jiyana Qadi Mihemed de avabûna Dewleta Mehabadê Kurdistanê a Mehabadê bûyerek gelek bingehî ye. Lewra ew damezrênerê yekem yê Komarê û di heman dem de li Kurdistanê Serokkomarê yekemîn e.
Li Îranê di dawiya sala 1945an de neteweya Azerî serîhilda û bajarê Tebrîzê xiste bin kontrola xwe. Di 11yê meha 1945an de Komara Otonom a Azerbeycanê ava bû. Kurdan jî hem bi xurtî piştgiriya wan kirin û hem jî Kurdistan azad kirin.
Pêşewa Qadi Mihemed jî di 22. 01. 1946an de li meydana Çarçirayê damezirandina Dewleta Kurdistanê ragehand. Di dema ragehandina damezirandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê de, Qazî Mihemed di axavtina xwe de wusa digot:
“Kurdistan xwedî ciyekî stratejî û erdnîgarîya (cografyeya) taybet e ku gelê kurd her tim û bi bê wê hindê ku netewe û miletekî din di navbera wan de mesafe çêbike û wan ji hev biqetîne, tev bi hev re têde dijîn û tê de xwedî malikiyeta xwe ya millî ne. Ser bihurî û dîroka wan ya derbasbûyî yek e û bi giştî têde hevpar in. Kurd, xwedî edeb û edet û nerîtên netewî yên wisa ne ku bi ti rengan, sedemên cûr bi cûr û ti bûyerekê nekariye sistiyek di nava bingeh û binaxê mileta wan de peyda bike.
….”
Qazî Mihemed, li ser navê PDKa Îranê û wek serokê giştî di axavtina xwe de damezirandina dewletê îlan kir. Pişt re Komîteya giştî ya partiyê civîya, Qazî Mihemed wek serokkomar hilbijartin. Qazî Mihemedî jî di bin serokatiya Hecî Bab Şêx de hikumetê ava kir. Hikumet ji 13 wezîran pêk dihat:
Hikumeta Komarê, ala Kurdistanê ya ku di sala 1919an de li Stenbolê ji aliyê Komela Teşkîlatî Îçtîmaiye ya Kurd ve hatibû qebûlkirin, pejirand.
Projeyên ku Hatin Pêkanîn…
Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê di temena xwe ya kurt de, karê gelek hêja pêk anî. Di qada aborî û perwerdeyîyê de, di demeka teng de gavên girîng avêtin.
*Makezagoneke gelek demokratîk amade kir. Makezagona Komara Kurdistanê, gorî demokrasîyeke pêşketî û pîvanên Wîlson û hêjayiyên Ewrupayî hatibû amadekirin. Sekûlerizm û modernîteke demokratîk hatibû pejirandin. Ev yek ji bo civateke muhafezakar, edetî, îslamî gelek girîng bû. Di makezagonê de wekhevîya jin û mêran, mafên sendîqayî, azadîya fikrî, rêxistinî, bawerîyê hatibû qebûlkirin.
*Zimanê kurdî, bû zimanê perwerdeyî.
*Ji bona Komarê hêzên leşkerî yên nîzamî hatin avakirin.
*Îstasyoneke radyoyê hate damezirandin.
*Li Şînoyê, li Mehabadê, Bokanê, Saqizê dibistan ava bûn.
*Meleyan êdî li mizgeftan bi kurdî waaz didan.
*Di Dewleta Kurdistanê de ji bona ku hûnera kurd, şanoya kurd, musîka kurd pêş bikeve xebatên girîng hatibûn kirin.
Hilweşandina Dewleta Kurdistanê…
Komara Kurdistanê ya Mehabadê, hemû erd û axa Kurdistanê nedigirt nav xwe. Hezar mixabin temena Komara Kurdistanê dirêj jî nebû. Komara Kurdistanê 11 mehan li ser piya ma. Piştî dewletên ku li ser axa Îranê desthilatdar bûn, di nav xwe de ji bona parvekirina dinyayê, li ser peymaneke nû li hevûdu kirin. Yekîtiya Sowyetê xwe ji Îranê vekişand û piştgirîya xwe ya bo Komara Kurdistanê û Ezerbeycanê jî qut kir.
Hikumeta merkezî ya Îranê êriş bir ser Komara Kurdistanê. Diyar bibû ku li hemberî êrîşên dewleta kolonyalîst û hêzên leşkerî, kurd nikarin rawestin. Di vê qonaxê de gengeşîya rewşa nû dest pê kir.
Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî jî di damezirandina Komara Kurdistanê de rolekî girîng lîstin, di bin serokatiya Komarê de wek xebatkar, leşker û serleşkeran kar kirin, tu caran pêşengîya xwe dernexistin pêş.
Mele Mistefa Barzanî, ji bona ku rewşa dawî bi Pêşewayê Kurd re qise bike, di êvara 16. 12. 1946an de hevdîtineke dawî bi wî re pêk tîne. Dixwaze ku bizane Pêşewayê kurd dê çi bike. Di vê hevdîtinê de, Pêşaweyê kurd Qazî Mihemed, ji Barzanî re dibêje: “Ji bona ku zêde xwîn nerije, miletê min zerar nebîne, ezê xwe bidim destê dijmin.” Di eynî hevdîtinê de diyar dike ku Barzanî bi xwe jî zerar nebîne û Îranê terk bike.
Mistefa Barzanî, di heman hevdîtinê de, emaneta xwe ya pîroz, Ala Kurdistanê ji Pêşewayê Kurd teslîm digre, piştî meşeke dirêj û şerekî dijwar li hemberî Îranê, Tirkiyeyê, Iraqê derbasî Yekîtiya Sowyetê dibe.
Dîlketina Pêşewa Qadi Mihemed û dadgehkirina wî…
Dewleta Kurdistanê, piştî êrîşeke leşkerî ya dijwar hate rûxandin. Serokên wê jî, Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û Sadrî Qazî di, 20.12.1946an de, ji aliyê dewleta Îranê ve hatin girtin.
Qadi Mihemed Gandîyê Kurdistanê bû. Hezar Mixabin Îran ne Engilîstan bû.
Qadi Mihemed û serokên din yên Komara Kurdistanê, di dadgehê de, bi awayekî nehiqûqî hatin darizandin. Wan jî di dadgehê de neteweya kurd û Dewleta Kurdistanê bi cesareteke medenî û layiqî serokbûna xwe parastin. Hemû tawanên dadgehê red kirin. Li hemberî heqeretên qadiyên dadgeha Îranê rawestiyan.
Qadi Mihemed, mafê neteweya kurd, meşrûbûna Komara Kurdistanê ya Mehebadê, Ala û Sirûda Kurdistanê gelek aşkere parast.
Parastina Qadi Mihemed û têkoşerên din yên Komara Kurdistanê, li hemberî dijminên gelê kurd, parastinek û helwêsteke dîrokî bû.
Qadi Mihemed di dadgehê de gelek aşkere desthilatdarên Îranê tewanbar kir û got: “Ez di quncên girtîgehê de, dengê xwe li dijî dewleta Tehran û serokên wê bilind dikim û dibêjim ku hûn gunehbar in, ne em. We welatê me dagir kiriye. Tevahîya ev serpêhatî û bûyeran encama siyaseta dagîrker a dewletê ye. Ger dewlet hemû kurdan bi xayîn dizane, bila ji kurdan vegerin, kar û barên xwe bi xwe bigrin destê xwe. Ev bûyera, di encamê de bûye ku we bi xwe makezagon binpêkiriye. Niha jî ez tenê bi xwe demokrasiyê di Kurdistanê de xurt dikim û pêşve dibim û tu hêzeke biyanî haydarê min nebûye. Bêparbûna gelê Kurd yê bûye haydarê min, ji bo birêvebirina van kar û xebatan e.”
Pêşewa Qadi Mihemed di heman demê de Barzanîyan jî li hemberî dadgehê diparêze û dibêje:
“Mele Mistefa Barzanî kesekî bîyanî nebû ku hatibû Kurdistanê. Kurdistan mala her kurdekî ye. Barzanî, ji bona ku şert û zurufan xwest, ji odeyeke mala xwe derbasî odeyeke din bû…. Ez bi çend rêzan Mele Mistefa ji we re bidim danasîn. Di dinyayê û dîrokê de kesên şexsiyetmezin û dûrbîn û leheng û bişeref û hûmanîst û azad û bêtirs hene. Barzanî jî yek ji wan kesan e.”
Hezar mixabin piştî dadgeheke bêhiqûqî Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û Sadrî Qazî bi lezûbez di 31. 3. 1947-an de li Meydana Çarçiraya hatin daleqandin.
Diyarbekîr, 31. 03. 2022