17emîn Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Hewlêrê bi dirûşma “Cîhan bi Kurdî diaxive” dê 9-19ê Nîsana 2025an were lidarxistin
Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Hewlêrê, wekî her sal li Salona Pêşangeha Navneteweyî ya li Parka Samî Ebdukrehman dê were lidarxistin.
Dirûşma pêşangeha îsal dê “Cîhan bi Kurdî diaxive” be.
Berpirsê pêşangehê Îhab Qeysî derbarê pêşangehê ji Rûdawê re axivî û got:
“Pêşangeh dê bi çavdêriya Serok Mesûd Barzanî were vekirin û dê ji 22 welatên herêm û cîhanê 350 weÅŸanxane beÅŸdar bibin.”
Qeysî her wiha got, “Hinek beÅŸdarên ku ji welatên cîran, Mexrîb û welatên Kendavê hatine cara yekem beÅŸdarî vê pêşangehê dibin.
Hemû beÅŸdar dê li ser qadeke zêdetirî 20 hezar metre çargoÅŸe pirtûkên xwe pêşkêş bikin.”
Pêşangeh dê her roj ji saet 10:00ê sibehê heta saet 20:00ê êvarê ji bo serdanan vekirî be.
Qeysî tekezî li ser wê yekê kir ku dirûşma “Cîhan bi Kurdî diaxive” piÅŸtgiriyek e ji bo naskirina fermî ya zimanê Kurdî ji aliyê Googleyê ve û got:
“Ev dirûşm wekî rêzgirtinek ji bo zimanê Kurdî û tevgera berfireh a ku di warê wergerandina pirtûkên cîhanî ji bo zimanê Kurdî de destpê kiriye hatiye hilbijartin.”
Di çarçoveya çalakiyên pêşangehê de dê panel li ser werger û ziman, nîqaşên çandî, xwendina helbestan, roja îmzekirina pirtûkên nû, panelên curbicur li ser Îraq û herêmê û çalakiyên hunerî bên lidarxistin. (Rûdaw)