Pervîn Chakar dê li Ewropayê konseran li dar bixe: Prensesa Kurd Leyla Bedirxanê bi bîr tîne

Sopranoya Kurd Pervîn Chakar dê li çend bajarên Ewropayê û bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê konseran bide.

Biryar e rêzekonserên hunermenda navdar a Kurd Pervîn Chakarê yên li Ewropayê meha Adara 2024an dest pê bikin.

Pervîn Chakar herwiha dê diwaiya meha nîsanê de jî dest bi konserên xwe yên li Amed, Êlih, Sêrt, Riha, Stenbol û Mêrsînê bike.

Chakar dê 17ê Adarê li Parîsê bi konserekê hunermenda dansa modern û balerîna Kurd Leyla Bedirxanê bi bîr bîne.

Li salona herî navdar a Parîsê konser

Konsera li Parîsê / Wêne: Azad Aldanmaz

Konsera li Parîsê / Azad Aldanmaz

Ew konsera Chakarê dê li yek ji salonên herî navdar ên Fransayê li Salle Cortotê bê lidarxistin.

Pervîn Chakarê diyar kir ku ew dê di konsera xwe de ji bilî aryayên Gounod, Mozart, Bellini, Verdi û Puccini dê stranên Kurdî jî bi awayî sopranoyê bisitirê..

Berî çend mehan gora prensesa Kurd Leyla Bedirxanê li goristana Saint-Cloudê ya Parîsê hatibû dîtin.

Chakarê jî gotibû ki ew dixwaze ji bo bîranîna Leyla Bedirxanê konserekê li dar bixe.

Enstîtûya Kurdî ya Parîsê mazûvaniya wê konserê dike.

Bilêtên konserê li ser malperên billetci.com û sallecortot.com tên firotên.

Li Stockholmê û Viyenayê konser

Konsera li Stockholmê / Azad Aldanmaz

Konsera li Stockholmê / Azad Aldanmaz

Chakarê dê 8ê Nîsanê li Konserthuset Stockholmê û paşê jî di 20ê Nîsanê de li Viyenayê li Salona Konserê ya Ehrbarê gera xwe ya konseran bidomîne.

Bilêtên konsera li Stockholmê li ser malpera konserthuset.se û bilêtên konsera li Viyenayê jî li ser malpera Ehrbar Saal ve EventJetê tên firotin.

Li Helsinkiyê bi Sanna Matinniemiyê re arya

Konsera li Helsinkiyê / Azad Aldanmaz

Konsera li Helsinkiyê / Azad Aldanmaz

Sopranoya Kurd dê herwiha 26ê Gulana 2024an li paytexta Finlandayê bajarê Helsinkiyê li Temppeliaukion Kirkkoyê bi Sopranoya Finlandayî Sanna Matinniemiyê aryaya operayê ya bi navê “Rauhaa sydämestä sydämeen” û çend berhemên din ên Kurdî û Finlandî bibêje.

Bilêtên wê konserê jî li ser malpera Ticketmasterê tên firotin.

Pervîn Chakar kî ye?

Pervîn Chakar

Pervîn Chakar

Pervîn Chakar sala 1981ê li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayîk bûye.

Ew sala 1995an li Lîseya Hunerî ya Anadoluyê ya Amedê dest bi perwerdeyê kiriye.

Sala 2003yan li Zanîngehê Gazî ya Enqerê, Beşa Hunerê ya Deng xwendiye.

Chakar sala 2008an ji Konservatuara Dewletê ya Perugîayê di asta “heri baş” de destûrname wergirtiye. Li heman konservatûvarê master bi dereceya herî bilind xwendiye.

Hunermenda Kurd Pervin chakarê di gelek pêşbazîyên Operayê yên girîng de xelat wergirtine.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *