Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê gûmanên wê li ser serjimêriyê heye û di wê baweriyê de ye ku ew serjimêrî ji bo armancên siyasî tê bikaranîn, bi taybet ku zêdetirî 65 hezar malbat ji bajarên din ên Iraqê anîne bajêr û di serjimariyê de tên hejmartin.
Biryar e serjimêriya giştî ya Iraqê roja 20ê Mijdara 2024an birêve biçe. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê heta niha gûmanên wê li ser proseyê hene û ne bi pêkanîna wê proseyê re ye.
Rêveberê Liqê Sêyem yê PDKê li Kerkûkê Luqman Kakeyî ji K24ê re got: “Zêdetirî 65 hezar malbat ji bajarên din ên Iraqê anîne bajêr û dê di serjimariyê de bên hejmartin. Tirs ew e ku welatî bên serjimartin, piştre biryarek bê dayîn û bibêje ku ew welatiyên li wir dijîn, piştî deh salan jî dikarin nasnameyên xwe veguherînin Kerkûkê.”
Tekezî li ser wê yekê kir jî, “Eger nasnameya wan bo Kerkûkê bên veguhastin û rewşa Kerkûkê neyê asayîkirin û Çemçemal, Kelar, Kifrî û Xurmatûyê venegerin ser Kerkûkê, wê demê ew ê bibin piranî.”
Ev yek di demekê de ye, Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî Fehmî Burhan roja 10 Midarê di konferanseke rojnamevanî de got: “Ji ber ku heta niha kêşeyên navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê nehatine çareserkirin, em dixwazin serjimêrî were paşxistin.”
Burhan got jî: “Em ne li dijî serjimariyê ne û wê bi pêwîst dibînin, lê ji ber ku heta niha kêşeyên navçeyên Kurdistanî nehatine çareserkirin, em dixwazin serjimêrî were paşxistin, ta ku madeya 140 were cîbicîkirin yan jî rewşa siyasî ya baştir ji bo van herêman were dabînkirin.”
K24