Papa Francis bi Serok Mesûd Barzanî

Papa Francis piştî gihîştina Hewlêrê, li balafirgehê ligel Serok Barzanî civiya û di civînê de jî, bi taybetî spasiya Serok Barzanî kir ji ber parastina pêkhateyên olî û netewî yên li Herêma Kurdistanê û pêkanîna rewşa pêkvejiyanê di navbera wan de.

Papayê Vatîkanê di civînê de ligel Serok Mesûd Barzanî destnîşan kir ku serdana wan ji bîr nekiriye û ji ber wê serdana Serok Barzanî û Serokwezîr, ew hatiye Hewlêrê û serdana Herêma Kurdistanê kiriye.

Papa ji Serok Barzanî re diyar kir: “Min Kurdistan ji bîr nekiriye, li ser daxwaza we û Serok Hikûmeta Herêmê ez hatim vê derê û serdana we û Serokwezîr ji bîra min neçûye, we ne pêşwazî li min kir, we pêşwaziya Krîstiyanan jî kir.”

Herwiha Papa destnîşan kir: “We di dema êrîşên DAIŞê de welatiyên Krîstiyan parastin, hûn weke bira pêşwaziya birayên Krîstiyan kir.”

Serok Barzanî di civînê de hêviya xwe anî ziman ku serdana Papa Francis, biratî û pêkvejiyanê di navbera olan de bihêztir bike û got: “Em şanazî bi ferhenga pêkvejiyanê dikin, ferhenga me ya pêkvejiyanê, biratî û hezkirinê zêdetir kiriye, em bi navê hemû pêkhateyên Kurdistanê, pêşwaziya we dikin û serdana we cihê rêzgirtinê ye.”

https://www.facebook.com/plugins/video.php?href=https%3A%2F%2Fwww.facebook.com%2Fkurdistan24.official%2Fvideos%2F181244083546184%2F&show_text=0&width=560

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *