Endamê Komîteya Bireveberîya Navendî (KBN)ya PAKê Orhan Kaya roja 10.01.2017an, li Hewlêrê, bi minasebeta sersaxîyê, seredana PAK a Rojhilatê Kurdistanê kir.
Endamê Mekteba Siyasî û nûnerê Başûrê Kurdistanê yê PAK a Rojhilatê Kurdistanê Xelîl Nadirî pêşewazîya Orhan Kaya kir.
3 Pêşmergeyên PAK a Rojhilatê Kurdistanê di roja 07.01.2017an , li Kerkûkê bi êrîşeke terorî ya DAIŞê hatibûn şehîd kirin.
Endamê KBN ya PAKê Orhan Kaya, di vê seredanê de, piştgirîya Partîya me jibo birayên me Yên Rojhilatê Kurdistanê anî ziman û sersaxî ji PAKê, ji malbatên şehîdan û ji gelê Kurdistanê re xwest.
Endamê Mekteba Sîyasî û nûnerê Başûrê Kurdistanê yê PAKê Xelîl Nadirî ji ber vê seredanê û piştgirîya PAKê spasîya Orhan Kaya kir.
Herweha Orhan Kaya silav û peyama sersaxîyê ya Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk jî gîhand serkirdayetîya PAK a Rojhilatê Kurdistanê. 10.01.2017
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê