Enternasyonalîzm û neteweperwerî

Her kesê bi sîyaseta Kurd re têkildar birêz Kemal Bûrkay nas dike ku di tevgera neteweya Kurd de xwedî dîrokek dirêj e.

Ji dêbla ku Kemal Burkay pêncî salê sîyasetkirina xwe û sebebên têkçûna xwe  û rewşa Bakurê Kurdistan di ber çav re derbas bike û xwe li bêjinga rexneyê bixe, bi mejîyê 50 sal berê, êrîşî welatparêzên Kurd dike.

Di nivîsa xwe ya di 31 Tebax 2021ê de, Burkay dibê: “Hin cahil, di facebookê de,qaşo li ser navê doza Kurd, neyartîya sosyalîzmê, neyartîya domokrasîyê, neyartîya biratîya gelan dike…”

Gelo Burkay kare li ser rûyê dunyayê îdareyek sosyalîst ya ku ew behs dike rê me bide. Naxwe yê li ser navê sosyalîzmê ku rêxistinî û tekoşîna gelê Kurd û armancê wî înkar kirin û dikin, bila kes wan rexne neke! Sosyalîzma ku Burkay heta dawîyê parast û hîna diparêze, hevalbend û birayên Mustafa Kemal, Saddam û Hafiz Esed bûn! Ji dêbla rejîmên demokratîk avabikin, li ser asasê kapîtalîzma dewletê, otoreterî, totalîterî û dîktatorîya  brokratîk ya partîya qaşo karker avakirin. Îdeolojîya sosyalîzmê, utopya û ferazîya Marks bû; lê heta îro wek sazîyek civakî û aborî li tu welatekî avanebû û bi ser neket.

Ji xeynî hin şerîetperestan, gelo Burkay kare yek welatperwerekî Kurd ku dijî demokrasîyê be rêbide!? Gelên ku dewletên wan neteweya Kurd kirine kolonî û li dij dewletên xwe dernayên û dema Kurd berxwe didin jî hevalbendîya dewleta xwe dikin, çima “birayê Kurdan” bin!? Lê heta niha ez li Kurdekî welatperwer rastnehatime ku bêje ez neyarê gela me! Burkay, çawa gehîştîye wê qeneetê ku dibêje: “li ser navê doza Kurd, hinek neyartîya sosyalîzmê, neyartîya domokrasîyê, neyartîya biratîya gelan dike…”

Lê pkk li Rojava leşkertîya Amerîka dike, dibê: “ez sosyalîst im, dijî emperyalîzmê me!” Partîyek otorîter, totalîter û dîktator e, lê ser û binê gotina wan demokrasî ye û dibê: “emê Turkîye, Rojhilata Navîn û hemû dunyayê demokratîk bikin!” Kesên ku bi awayekî îronîk yarîyên xwe bi vê xapandin û rîyakarîyê bike, îja dibin neyarê demokrasîyê!?

Pkk, gotina aştîyê ji devê wan nakeve, lê dev ji çekê jî bernadin. Her roj behsa biratîya gelan dike. Di nav gelan de bombeyan diteqîne. Bi qasî misqalekî qîmetê nade tu gelan, lê biratîya gelan diparêze! Kesên bi awayekî yarîkirin vêna rexne bike, gelo dibe neyarê gelan!?

Burkay dibê: “ev gotinên şaş heta bandor li kesên derdora me jî kirîye. Di derbasbûnê de, me li dijî van tezên ku li ser navê neteweperwerîya kurd derket meydanê, tekoşînek ciddî ya îdeolojîk da û wan ji hev belawela kir. Piştî van hemî pêkhatan û vî temenî, ma ez dîsa dest bi van mijaran bikim?”

Gelo yên derdora Burkay, hiş û zanînek wan tune ye!? Ku her yek bi kêmanî 30-40 sal in di nava sîyasetê dane! Ku hîna jî karin “di bin bandora gotinên şaş yê cahilên facebookê de bimînin!”

Xwanê ye, hîna jî Kemal Burkay tênegîhaye, doza gelê Kurd, ne doza sinifan û ne jî dozek îdeolojîk e; dozek netewî û ya welatekî dagîrkirî ye! Burkay, bi “tekoşîna xwe ya cîddî û îdeolojîk ya li hember neteweperestan”, armanca doza netewî dagerandîye kirîye doza sinifan; û li hember sinifekî tune (proletarya), gelek beşên neteweya Kurd wek sinifên neyar îlan kirîye û berê neteweya Kurd daye armancên xeyalî! Ji bo ku Burkay, tevgera netewîya Kurd “ji hev belawela kirîye” bi xwe dipesine!

Burkay dibê: “Ku sosyalîstbûn tu zerarê nagehîne doza Kurd, berevacî vêya, sosyalîst ji herkesî bêtir li dijî tadeya netewî ne, ku  mafê çarenûsî diparêzin, ma ez ji Marks û Lenîn mînakan bidim, gelo ji nuh ve rave bikim?”

Sosyalîstên dunyayê, tu demê piştgirî û hevalbendîya gelê Kurd nekirine. Eksê wê hevaltîya neyarên gelê Kurd kirine. Mînaka herî balkêş Qirkirina Enfal û Helepçe ye! Sosyalîstên neteweyên serdest, ji xeynî îstîsnayan, xurû şoven û dijî çarenûsa Kurd bûne. Sosyalîstên Kurd, şaşîyên jîyanewî kirine: netewa xwe bi sinifên dost û dijmin parkirine û beşek ji neteweya xwe wek neyarê îdeolojî û armancên xwe dîtine û neyar îlan kirine û bi nakokîyê qaşo nava sosyalîstan rêxistinên dij û neyarên hev avakirine. Armanc û rêxistinîya îdeolojîk, kirine bingeha stratejîya xwe. Dunya bi sîstemên dost û dijmin parkirine. Cîhana Emperyal û Îsraîl yek numro dijmin îlan kirine. Hem sosyalîst dostên neyarên Kudan bûn û him emperyalîst tev neyar hat îlankirin! Yanî ji Kurdan re dost û hevkarekî mustakbel jî nema! Sosyalîzma Kemal Burkay ev bû!

Burkay dibê: “An jî qey ji nuh de binivîsim ku parastina demokrasîyê ji doza Kurd re tu zerara wê tune ye, berevacî pêwîstîya gelê Kurd, bi kêmanî bi qasî ya Tirk, Ereb, Farisan bi demokrasîyê heye? Ev mijûlbûnek beradayî ye.Lê li gorî hinekan, ne pêwîstîya kedkarên Kurd bi şêweyê civatek bêecikandin heye, ne jî pêwîstîya gelê Kurd bi maf û azadîyên demokratîk heye! Ne bi mafê jinan, ne bi hewldana parastina xweristê…”

Gelo Burkay behsa kîjan demokrasîyê dike? Behsa demokrasîya dewletên Tirk, Ereb û Faris dike? Karê Kurdan, mîna ku tu û A. Ocalan dibê, domokratîzekirina van dewletan e yan rizgarkirina xwe ji bin nîrê koletîya van dewletan e? Burkay jî qey nizane ku Kurd tenê ji bo demokratîzekirina van dewletan bixebite jî nikare van dewletan demokratîze bike! Tekoşînek bi vî rengî beyhûde ye û xizmeta ji mêtinkaran re ye! Burkay dibê: bila Kurd koletîya xwe û jenojîda li ser xwe ya bê tebat û bêsînor ji bîrbike û bi marjînalên van civatan re, ji bo “maf û azadîyên demokratîk, mafê jinan û parastina xweristê bitêkoşin!” Ji xwe wa ye Ocalan û partîya wî, bi mal û canê Kurdan, ev çil sal e vê tekoşînê dide.

Burkay dibê: “nebes e ku dewletek me hebe, divê li wir, têkilîyên kedxwarinê bi temamî dawî lê we re.”

Baş e, li kîdera dunyayê têkilîyên kedxwarîyê hatîye rakirin ku Kurd jî ji niha de bi rûh û can têkeve nava vê çalakî û xebatê!? Em ferz bikin li Kûba û Korê ya Bakur “bi temamî dawî li têkilîyên kedxwarîyê hatiye”(!), heta Kurd nebin xwedî dewlet, dê çawa karibin têkilîyê aborîyek bê ketxwarî saz bikin!? Lê birêz Burkay, dewletek ku “têkilîyên kedxwarî bi temamî dawî lê neyê” wê dewletê naxwaze!

Burkay dibê: “Sosyalîstên Kurdan, tevlî dewleta serbixwe, bi birayar mafê destxistina çarenûsa xwe parastine.”

Ez ji Burkay dipirsim: tu wek sosyalîstê Kurd û partîya te, doza dewletek serbixwe kirîye gelo?(!) Me sosyalîstên Kurd, bi van şêweyên şaş heta niha, me tu mefekî netewî  yan demokratîk bi destxistîye gelo!!

Burkay dibê: “Feodal û burjuvayên Kurdan, mîna ku di dîraoka me ya dused salên dawîn de hat dîtin, bi gelemperî bi hêzên mêtinkar re ketin hevkarîyê.”

Burkay, behsa dîroka tekoşînê ya dused salên dawî dike û dibê: “feodal û bûrjûwayên Kurd, bi giranî bi hêzên mêtinkar re ketin hevkarîyê(!) Gelo berî 1968-70yî sosyalîstên Kurd hebûn ku feodalan tekoşîn ji ber wan girtibe! Dewleta Tirk, behsa 38 heb serhildan dike; vana kê kirine? Qazî Mûhemed, Simko, Şêx Mahmud, Berzanî, ne feodal bûn? Îro Kurdistana Başûr, ma qey sosyalîst îdare dikin; ma ne demokratîk e!? Ma ne berhema tekoşîna sed salî ye û bi pêşkêşîya berzanîyên ku we wek “xulamên emperyalîzmê” bi navdikirin!? Sosyalîstên hûn jê razî mîna Îbrahîm Ahmed û Talebanî jî caşiktîya Saddamê xûnxwar dikirin! Baş e hûn bi çi rûyî diçin ba Berzanîyan!?

Burkay dewam dike û dibê: “Em sosyalîst ji serî de, me sînorên eşîret û mezheban derbas kir, em li dijî şêweyên feodalîzma axatî û şêxîtîyê derketin û me sosyalîzmek bê ketxwarî û bêeciqandin parast. Me piştgirîya doza li dijî kedxwarî, zordarî û eciqandina netewî ya hemû dunyayê kir; ev jî helwestek enternasyonalîst bû. Bi vê helwesata xwe ez hertim serbilind bûm. Her çikas ev karekî beradayî be jî, ez fêde dibînim ku carek din bi şopînerên modayê bidim hisandin”

Ez tenê zanim, sosyalîstên Kurd, bi giranî di hundir lîstika TKP (Partîya Komunîst a Turkîye), yên mîna Yalçin Kuçuk û D. Perînçek de bûn! Ew gehîştin armancên xwe, lê em jî mîna ku tu ji bo netewperweran (mîllîyetçî) dibêje: em belawela bûn!

Parastina sosyalîzma te, hedef şaşkirina doza Kurd ya netewî ye. Çimkî tiştekî ku tu pêwendî û pêwîstîya gelê Kurd pê tune ye û ne pêkane ku gelê Kurd karibe bigehîje van armancên utopîk! Gelek Şêx, Axa û serokeşîrên welatperwer ku karibû gelek fêda wan li doza Kurd ya netewî bihata, hinan bi zanîn yan nezanîn ew kirin hedef! Ev helwest li fêda mêtinkaran bû.

Kurdên îdeolojî û bawerîya wî çi dibe bila bibe, divê berê neteweperest yanî “Mîllîyetçî” be! Divê berê wek netew û welat em xwe rizgar bikin; dûvre li gor civata xwe û mercên dunyayê rejîma xwe saz bikin! Neteweya Kurd, ji alî mêtinkaran ve di “jenosîdek domdar” re derbas dibe: wek ziman, dîrok û çand ji holê radibe! Divê em hemû Kurdistanî, bi hemû kêmnetew û cemaet, sinif û tebeqe, îdeolojî û bawerîyên dînî û mezhebî destê xwe bidin hev û xwe ji tunebûnê rizgar bikin!

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *