Nûnerê Putin ê Sûriyeyê Aleksander Lavrentyev got, “Eger Tirkiye hêzên xwe yên dagirker venekişîne hevdîtina Esed û Erdogan zehmet e.”
Nûnerê Taybet ê Serokê Federasyona Rûsyayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Aleksander Lavrentyev li ser Tirkiyeyê axivî û Tirkiye wekî “welatekî dagirker” bi nav kir.
Aleksander Lavrentyev ji medyaya Rûsyayê re diyar kir ku heta niha şert û mercên hevdîtinên di navbera Beşar Esed û Recep Tayyîp Erdogan de çênebûne.
“Ji bo pêwendiya di asta bilind de hîn zû ye”
Lavrentyev her wiha da zanîn ku têkiliyên di navbera wezaretên parastinê yên her du welatan de dewam dikin û wiha got:
“Bi baweriya min hê zû ye ku em behsa hevdîtina serokên van her du welatan bikin.
Hin danûstandin di navbera wezîrên parastinê de di çarçoveyeke çaralî de (Rûsya, Îran, Sûriye, Tirkiye) berdewam dikin.
Lê belê, ew dê zû be ku meriv pêwendiya di asta bilind de hêvî bike.”
“Wekî welatekî dagirker tev digerin”
Li aliyê din Lavrentyev tekez kir Rûsya hewl dide danûstandinê bigihîne asteke bilindtir û wiha pê de çû:
“Em di wê baweriyê de ne ku asayîkirina pêwendiyên Sûriye û Tirkiyeyê garantiya aramiya rewşa Sûriyeyê ye.
Beriya her tiştî piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo mixalefeta Sûriyeyê nayê paşguhkirin.
Û helbet mijara sereke, vekişîna leşkerên Tirk e ji axa Sûriyeyê ya dagirkirî.
Divê em navê her tiştî rast lê deynin: Di prensîbê de wekî welatekî dagirker tev digerin.
Ji ber vê yekê di mijara vekişandina leşkerên xwe de beriya ku Şam ji Tirkiyeyê garantiyan wergire destpêkirina diyalogê zehmet e.”