Nûbiharê “Xosrew û Şîrîn”a Nizamiyê Genceyî bi kurdî weşand

Weşanxaneya Nûbiharê pirtûka helbestvanê navdar Nizamiyê Genceyî ya bi navê “Xosrew û Şîrîn” bi kurdiya kurmancî weşand. Pirtûk yek ji pirtûkên navdar ên Nizamiyê Genceyî ye. Mîna “Leyla û Mecnûn”ê.

“Xosrew û Şîrîn” behsa evîndariya Mîrê sasaniyan Xosrewê duyem û keçmîra ermen Şîrîna ku wê bibe Keybanûya Îranê dike.

Dr. Perwîz Cîhaniyî pirtûk wergerandiye kurmanciyê. 

Nizamî, zanayê felsefeya Îslamî û Yewnanî ye. Navê Nizamiyê Genceyî û berhemên wî, ne tenê li Îran û Rojhilata Navîn tê zanîn. Her weha gîhaştiye çarhêlê cîhanê.

Her çend beriya wî jî gelek kesan bi zimanê farisî çîrok nivîsandibin jî, kesî xwe negîhandiye reng û şêweyê wî. Bandora wî li ser hemû wêjeyên gelên Rojhilata Navîn kiriye. Gelek kes di bin bandora wî de mane û xwestine bi wî rengî binivîsin.

Pênc pirtûkên wî hene ku “Xosrew û Şîrîn” û “Leyla û Mecnûn” ên herî navdar in. Ev her du pirtûk bi gelek zimanan hatine wergêran û bûne mijarên fîlm û şanoyan. Gelek kesan, çi bi şêweya vegirtinê û çi jî bi şêweya wergêranê li ser van her du berhemana xebitîne.

Nizamiyê Genceyî, tê texmînkirin ku di navbera salên 1140-1208an de jiyaye. Li bajarê Genceyê ji dayik bûye û li wir miriye. Gence, gelek salan paytexta dewleta kurdên Şedadî bûye. Nizamî, di “Leyla û Mecnûn”a xwe de dayîka xwe wek kurd dide nasandin. Her weha di Ansîklopediya Îslamê de jî tê gotin ku bavê wî tirk e, dêya wî jî kurd e.

(FD)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *