Weşanxaneya Nûbiharê pirtûka helbestvanê navdar Nizamiyê Genceyî ya bi navê “Xosrew û Şîrîn” bi kurdiya kurmancî weşand. Pirtûk yek ji pirtûkên navdar ên Nizamiyê Genceyî ye. Mîna “Leyla û Mecnûn”ê.
“Xosrew û Şîrîn” behsa evîndariya Mîrê sasaniyan Xosrewê duyem û keçmîra ermen Şîrîna ku wê bibe Keybanûya Îranê dike.
Dr. Perwîz Cîhaniyî pirtûk wergerandiye kurmanciyê.
Nizamî, zanayê felsefeya Îslamî û Yewnanî ye. Navê Nizamiyê Genceyî û berhemên wî, ne tenê li Îran û Rojhilata Navîn tê zanîn. Her weha gîhaştiye çarhêlê cîhanê.
Her çend beriya wî jî gelek kesan bi zimanê farisî çîrok nivîsandibin jî, kesî xwe negîhandiye reng û şêweyê wî. Bandora wî li ser hemû wêjeyên gelên Rojhilata Navîn kiriye. Gelek kes di bin bandora wî de mane û xwestine bi wî rengî binivîsin.
Pênc pirtûkên wî hene ku “Xosrew û Şîrîn” û “Leyla û Mecnûn” ên herî navdar in. Ev her du pirtûk bi gelek zimanan hatine wergêran û bûne mijarên fîlm û şanoyan. Gelek kesan, çi bi şêweya vegirtinê û çi jî bi şêweya wergêranê li ser van her du berhemana xebitîne.
Nizamiyê Genceyî, tê texmînkirin ku di navbera salên 1140-1208an de jiyaye. Li bajarê Genceyê ji dayik bûye û li wir miriye. Gence, gelek salan paytexta dewleta kurdên Şedadî bûye. Nizamî, di “Leyla û Mecnûn”a xwe de dayîka xwe wek kurd dide nasandin. Her weha di Ansîklopediya Îslamê de jî tê gotin ku bavê wî tirk e, dêya wî jî kurd e.
(FD)