Nivîskar û ferhengnivîs Tehsîn Ezîz di ferhenga xwe de behsa pêwendiya Kurdî û zimanê Someriyan kiriye û eşkere kiriye ku Somerî Kurd bûn û zimanê wan nêzîkî Kurdî ye.
Nivîskar û ferhengnivîs Tehsîn Ezîz di ferhenga xwe ya bi navê “Ferhenga Şamerî Mada” de behsa pêwendiya Someriyan û Kurdan pêwendiya zimanê Somameriyan û Kurdan kiriye.
Di ferhenga xwe de Tehsîn Ezîz gotiye ku Somerî Kurd in û zimanê wan jî gelekî nêzîkî Kurdî ye.
Li gorî Tehsîn Ezîz, Osmaniyan gelekî hewl da ku berawirdiyê di navbera Tirkî û zimanê Somerî de bike lê ti belgeyek bi destê wan neket.
Tehsîn Ezîz diyar jî dike ku Osmaniyan berawirdiya zimanê Someriyan û gelek zimanên din jî nekirin û wan bi tenê berawîrdî di navbera Kurdî û zimanê Somerî de nekir.
“Peyvên heyî bi xeletî hatine wergerandin”
Ezîz Tehsîn bû mêvanê bernameya Nûrojê û wiha got:
“Ferhenga min ew peyv ji zanyarên Oxfordê wergirtiye û wergerandiye.
Ew peyvên heyî bi xeletî hatine wergerandin, ew ji zimanê Akadiyekan hatine wergirtin ne ji zimanê Someriyan.”
Li gorî zanyariyên dîrokê Somerî beriya bi 5 hezar salan li welatê navbera 2 çeman ango Îraqê jiyabûn.
Somer yekem kes bûn ku rojek wekî 24 saet û 60 deqîqe dabeş kiribûn.
Di maweya 100 salên borî de gelek lêkolîn li ser Someriyan hatin kirin.
“Me Somerî bi berçavka zimanê Akadiyan xwendiye”
Ezîz Tehsîn li ser wan lêkolînan wiha got:
“Ew (Lewhe) di sala 1950yî de hatin dîtin û mane û bi şêwaza bendî hatine nivîsîn ne wekî tîp.
Di navbera zanyaran de li ser wê babetê gelek gotûbêj hatine kirin ji ber ku gelek destên dînî li pişt bûn ji bo bêjin Tewrat rast e û jê re dokumentekê bibînin.
Bi berçavka Akadiyan me Somerî xwendiye.”
Nêzîkîtiya zimanê Someriyan û Kurdî
Tehsîn Ezîz li ser nêzîkitiya zimanê Someriyan û Kurdî jî wiha got:
“Wekî nimûne ji lewheyan re gotine dep, heta niha jî li Behdînanê jê re dibêjin dep.
Bi Erebî, ji wê min jî got lewhayen tavê. Lê wan bi `b` nivîsandiye.
Lewre di nava Akadiyan de herfên p,g, v nebûye.
Eger temaşeyî ferhengê jî bikî dibînî ku `v` kêm e, çunke gelek ji wan bi `b` yê yan jî bi `u`yê guherîne.
Heta niha jî li Zazakî venda heye. Wateyê we yanî li hêviyê me.
Eger li Rojava wate hatibe guherîn jî ji bo wê peyvê “benda” yanî li benda te me tê gotin.
Eger biçî aliyê Germiyanê û Kirmaşanê li wê guheriye û bûye wenda, niha wenda û wendî heye.”
“Peyvên Kurdan û Someriyan hevbeş in”
Tehsîn Ezîz behsa peyvên Somerî û Kurdî kir û got:
“Gelek peyv bereksî hevdû hatine nivisîn. Wekî nimûne, gelek zanayan û Kurdan jî peyva mê ku di pirtûka (Aw bi Tavê) de wekî miwenos bi zimanî Akadî miweneso ye.
Di Erebî de jî dibe miwenes lê belê bi zimanê me `mê` ye. Zana dibêjin, `Akadiyan gotine mê, Someriyan gotine miwenes lê belê ew bereks e.”
Tehsîn Ezîz 2 pirtûk li ser Someriyan nivîsîne.
Berhema Tehsîn Ezîz Ferhenga Şamêra ye û berhema din jî Gilgamêş e û 2 pirtûkên din ê Tehsîn Ezîz ên li ser Someriyan ji bo çapkirinê amade ne.
Ferhenga Şamêrî Mada 755 rûpel e û behsa Somerî û Kurdî dike.
Çend çavkaniyên dîrokî dibêjin ku Somerî 5 hezar sal berê hatine welatê du çemên Îraqa îroyîn.
Tehsîn Ezîz amaje bi wê yê dike ku Somerî piştî tofanê 3 hezar û 500 sal berî zayînê hin herfên wan bi tîpên Somerî tevlihev bûne.
Tehsîn Ezîz derbarê navên bajarên Kurdan nêrînên cuda û nû tîne ziman û dibêje ku Medî padîşah bûn, li Edenaya îro dijiyan, Edene îro bûye Adana.
Kurd li Haran û Amedê bûn bajarê Amedî li ser navê vî xortî Amêdava kirin ji av û avê jî bûye apsiabke îro dibêjin Seyyab.
“Dewleta Osmanî muqeyeseya Kurdî û Somerî nekir”
Tehsîn Ezîz behsa lêkolînerên li ser Someriyan jî kir û wiha got:
“Lêkolîner dibêjin ku Somerî ne Semît in.
Împaratoriya Osmanî hewl dida ku bibîne ku ev ziman zimanê wan e. Wan ti delîl nedîtin.
Osmaniyan berawirdiya Bulgarî û Somerî jî kirin.
Wan muqeyese di navbera Kurdî û Somerî de nekirin.”
Di berdewamiya axaftina xwe jî de Tehsîn Ezîz li ser xebata xwe wiha got:
“Dema ku ferheng hate çapkirin, min ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest ku wê wergerîne zimanê Îngilîzî û çend mamostayên Oxfordê yên kevn ê temen mezin bîne konferansekê pêk bînîn.
Tehsîn Ezîz kî ye?
Tehsîn Ezîz sala 1955an li bajarê Hewlêrê ji dayîk bûye.
Endezyar e û li Amerîkayê dijî.
Heta niha li ser Someriyan 2 pirtûkên wî çap bûne û 2 pirtûkên wî yên din ji bo çapê amade ne.
20 sal e li ser Someriyan kar dike.
Rûdaw