NÎŞTEYÊN JI BO DÎROKÊ Û RASTIYA BÎRANÎNÊN KEMAL BURKAY

Lokman Polat

Bîranîn nivîsîn tişteke gelek baş e. Bi xwendina bîranînên curbecur yên kesên cuda mirov gelek tiştên ku nizane fêr dibe. Ew bi bîranên xwe dîmenên dema jiyana xwe, kar û xebatên xwe ên civakî, siyasî û rêxistinî, têkiliyên navxweyî, bûyerên ku hatine serê wan yan bûne şahid û dîtin û nêrînên xwe yên dema çûyî rave dikin, dinivîsin û pêşkêşê xwendevanan dikin.

Ez bi xwe ji xwendina pirtûkên bîranînan gelek hez dikim û heta ji destê min were ez pirtûkên bîranînê dixwînim. (Ez li ser pirtûkên bîranînan gotar dinivîsim, dinirxînim, şîrove dikim, dîtinîn xwe tînim zimên. Ez ê dawiyê van hemû nivîsên xwe bicivînim ser hev û weke pirtûk biweşînim.) Bîranînên kesayetîyên/şexsiyetên ku ez wan nas dikim, yan jî em di heman demî de di heman tradîsyona siyasî û rêxistinî de xebitîne hîn pirtir bala min dikşîne. Lewre ez jî biwan re bûne şahidê gelek tiştan.

Piştî ku Kemal Burkay 5 cîld bîranên xwe nivîsî û hemû hevalên xwe, damezrênerên partiya ku ew bi xwe bubû sekreterê giştî, endamên komîteya navendî ê partiyê reş kir, wan nebaş, xerab da nîşandan, li ser navê rexneyê neheqî û heqaret li wan kir, wan jî bersîva Burkay dan û li gor xwe şaşiyên Burkay û rastiyê anîn zimên. Li gor dîtina min K. Burkay bi wan bîranînan qîmet û rûmeta xwe, radeya sewiya kesayetiya xwe daxist û di devê xwendevanan de bû pêkenok, xelkê henekên xwe pê kirin, hinekan gotin ew xurifiye nizane çi dibêje, hinekan got hesûdî û dilreşî kiriye, rastiyan berevaj kiriye, li hevalên xwe neheqî û heqaret kiriye. Ji bilî çend mirûdên wî, piraniya kesên ku berê endamê TKSP/PSK riya azadî bûn li hemberê Burkay derketin, heta xanima/jina wî bi xwe jî li dijê wî derket, rexne lê girt.

Hinek hevalên wî ên ku damezrevanê TKSP/PSKê bû û di komîteya navendî de cih girtibû, wan hem dema ku bîranên Burkay derket bersîva wî dan û hem jî wan jî bîranînên xwe nivîsîn û rexne li Burkay girtin. Yek ji wan kesayetiyên ku hem berê bersîva Burkay dabû û hem jî bîranînên xwe nivîsî û dîsa rexne li K. Burkay girt, şaşiyên wî anî zimên birêz Bedirxan Epozdemîr e ku di nav partiyê de navê wî Mahmud Ferhat bû û ew endamê komîteya navendî a PSKê bû.

Beriya Bedirxan Epozdemîr, hinek kesên ku damezrevan û endamên komîteya navendî a TKSP/PSKê bû, bîranînên xwe nivîsîne û weke pirtûk weşandine. Kazim Budak, Munzur Çem û Memo Şahîn di pirtûkên xwe de rexne li Burkay digrin. Min û birêz Rîfat Sefalî jî, me bi navê “Kemal Burkayin Anilarî ve Gerçekler/ Bîranînên K. Burkay û rastî” pirtûkeke berhevkirina rexneyên ku li bîranînên Burkay hatibû kirin amade kir, pirtûk di nav weşanên “Nas” de li Stenbolê derket.

Niha piştî van çend gotinên gelemperî, ez dixwazim bi kurtahî behsa naveroka pirtûka bîranînên birêz Bedirxan Epozdemîr bikim. Pirtûk di nav weşanên J&J de li Amedê derketiye. 340 rûpel e. Berga wê bi amatorî hatiye çêkirin. Nivîsa di berga paş de wisa hûr e, biçûke ku mirov bi berçavikê jî nikare bixwîne. Mîzanpaja wê jî nebaş e, sernivîs baş bi cih nebûne. Ji hêla teknîkî ve kêmanî hene, lêbelê naveroka pirtûkê têr û tije ye, xurt e.

Bedirxan Epozdemîr di destpêka pirtûkê de rewşa navçeya Tatwanê, xebata siyasî, komeleyatî û rêxistinî a li navçeyê, damezrandina komeleya ciwanan a bi nav DHKD (Devrîmcî Halk Kultur Dernegî/Komelaya gel a şoreşger û çandî) û vekirina dikanê pirtûkfiroş a bi navê “Heval” rave dike. Di wê dema ku ew qal dike, ez jî li bajarê Wanê bûm û min jî di komelaya DHKDê de xebata siyasî û rêxistinî dikir.

Di pirtûkê de behsa xwepêşandana pîrozkirina yekê gulanê tê kirin. Ez bi xwe jî ew dem çûm Bedlîsê û beşdarê pîrozkirina yekê gulanê bum. Korteja Riya Azadî ji a DDKDyiyan pirtir û xurtir bû, kelebalixtir bû. Li ser navê Riya Azadî hevalekî ji Wanê navê wî Nîhat bû, axifî. Burkay qet nehat beşdarê wê xwepêşandanê nebû. Ji xwe ew tim li Ankarayê bû û ji xeynê nivîsê tiştek din nedikir. Kar û xebatên rêxistinî kadirên riya azadî pêk dianî, wî jî li ser keda wan ji xwe re parse dicivand û dawî her tişt kir ê xwe, her weke ku wî hertişt pêk aniye. Wî li hemberê hemû hevalên xwe ên partiyê, keda hemû kadirên partiyê bêhurmetî kir, keda wan înkar kir û li hemberê wan hesûdî û dilreşî kir.

Nivîskar Bedirxan Epozdemîr di pirtûka xwe de, di sernivîsa “Pirsa perwerdeya zikmakî” de girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê şîrove kiriye. Ev nivîsa wî a li ser mijara perwerdeya zikmakî gotareke girîng û hêja ye. Di pirtûkê de bandora çepên tirkan ên li ser partî û rêxistinên kurdan jî tê şîrovekirin.

Nivîsên di pirtûkê de ne bi giranî li ser rexneyên Kemal Burkay in. Rexne û bersîvên ku daye Burkay di pirtûkê de bi berferehî hatine rave kirin. Bedirxan E. bi sernavê “Red ve înkar çozum mu sayin Burkay” rêzenivîseke ji 5 beşan pêk tê nivîsiye û hem bersîva rexneyên Burkay daye û hem jî rexne lê girtiye. Bedirxan E. dibêje: “Divê di bîranîn nivîsînê de rastî, dirûstî, samîmiyet û berpirsiyarî hebe.” Lêbelê çi heyf ku evan meziyetan di bîranînên K. Burkay de tunin. Di bîranînên Burkay de red û înkar, zimandirêjî, li hemberê hevalên xwe kîn û nefret, psîkolojiya xwemezindîtinê û pozbilindiyê hene.

Di derbarê serok û serokatî, mirûdên siyasî de jî dîtinên gelek balkêş û rast di pirtûkê de hene. Di kesayetiya Burkay de kompleksên serokatiyê, kesayetiyên/şexsiyetên kurd û hevalên xwe biçûk dîtin, li hemû damezrevanên TKSPê û endamên komîteya navendî hekaret kirin, keda hemûyan binpêkirin, hemû serketinan ji xwe re hesibandin, ji bilî xwe hemû birêvebirên partiyê, endamên komîteya navendî û polîtburoyê ne serketî, bêkêr nîşandan lê xwe mîmarê hertiştî nîşandan….

Dema min bi xwe jî bîranînên Burkay xwend, min ji xwe re got: “Burkay hemû hevalê xwe ên damezrevanên partiyê û komîteya navendî nekêrhatî, nebaş ango hemûyan xirab dide nîşandan. Nexwe ew jî mirovekî pir xirab e ku bûye hevalê ewqas xiraban. Ew hertişt ji xwe re dike mal û keda hevalên xwe înkar dike. Xwedêgiravî sosyalîst e. Sosyalîst ji kolektîfîzmê bawer dikin û xebata kolektîfî pêk tînin. Nexwe ew ne sosyalîstekî rasteqîn bûye. Wî bi hevalên xwe re kar û xebata kolektîfî nekiriye. Lê li ser keda wan runiştiye.”

Rexneyên ku Bedirxan E. li Burkay girtiye rexneyên di cî de ne, rast in û hêjayê xwendinê ne. Herweha rexneyên ku endamên komîteya navendî ên TKSP jî li Burkay girtine ew jî rexneyên bi heq in. Hinek nivîsên kesên ku endamên komîteya navendî bûne /herweke Îhsan Aksoy, Faruk aras, Kazim Budak/ di vê pirtûka Bedirxan E. de hatine weşandin.

Bedirxan, bi salan bi Burkay re di nav partiyek de kar û xebata siyasî û rêxistinî kiriye û ew wî baş nas dike. Ew dibêje: “Burkay mirovekî bêwefa ye. Xwe bi xwe rexnekirinê re biyanî ye. Wî li gor bîranînên wî qet şaşî nekiriye. Ew xwe dike navenda hertiştî û dibêje min hemû tişt kir. Lê, ka gelo wî çend însan bi rêxistin kiriye? Li Kurdistanê çend meh maye? Di kîjan çalakî de cih girtiye?” Bedirxan E. dibêje; “Min qet texmîn nedikir ku ew dê sewiya xwe ewqas daxîne jêr. Radeya sewiya vegotina wî û muhtevaya/naveroka bîranînên wî gelek xirab e.”

Bedirxan E. di rêzenivîsa xwe de bal dikşîne ser gelek mijarên girîng. Ew dibêje: “Burkay li kes û rêxistinên kurd neheqî û heqaret dike, lêbelê li heval û dostên xwe ên tirk bi nêrînên baş dinêre û li pêşberê wan kîbar û nazîk tevdigere, heta wan wek kesên bi rûmet dide nîşandan.

Di pirtûkê de, di hêla rêxistinî de durûtiya Burkay a ku lingekî wî di nav Tîpê de û lingekî wî di nav TKSPê de bûye û bêxebera hevalên xwe ên partiyê di TÎPê de (Turkîye Îşçî Partîsî) bûye namzet ji bo hilbijartina meclîsa tirkan tê qalkirin û rexnekirin. Di esasê xwe de K. Burkay, Nacî Kutlay û hinek kesên din ji bo têkevin meclîsa tirkan, di CHPê û TÎPê de bûn berendam.

Li gor agahdariyên ku Bedirxan Epozdemîr di pirtûka xwe de dide, 11 esil, 3 cigîr, ji 14 damezrevanên TKSPê tenê yek kesek li gel Burkay maye. 13 kesên damezrevan jê veqetiyane. Ew kesê ku li cem maye Ziya Acar e. Burkay di bîranînên xwe de bi wî jî henekan dike û wî weke kesekî nekêrhatî dide nasandin.

Di serî de rahmetiyê Zekî Adsiz û rahmetî Îhsan Aksoy û herweha Bedirxan Epozdemîr, Mehdî Zana, Faruk Aras, Kazim Budak, Memo Şahîn, Bayram Ayaz û hemû endamên komîteya navendî a TKSP/PSKê Burkay baş nas kirine. Wan hemûyan di nivîsên xwe ên ku bersîva Burkay dane de analîza kesayetiya wî dikin, rastiya wî radixin ber çavên xwendevanan.

Rahmetî Zekî Adrsiz di hêla îdeolojîk, siyasî û rêxistinî de gelek rexne kiribû û Burkay bi oportunîstiyê bi nav kiribû. Rahmetî Îhsan Aksoy jî ji bo Kemal Burkay dibêje: “Burkay lı hemberê yên ku veqetiyane û yên din bi kîn û nefret, bi armanca heyfstendinê/tolhildanê, rastiyan na, reşkirin û nerastiyan bi şêweyeke bêexlaqî dev avêtiye herkesî, wan reş kiriye.”

Kazim Budak jî dibêje: “Burkay bi kîn û nefret, ji keda însanan re hurmet nîşan nedaye, her tiştî bi xwe dest pê dike. Ji hest û ruh û psîkolojiya wî tabloyeke weha derdikeve.” Kazim Budak di nivîsa xwe de ku bersîva Burkay dide û rexne lê digre, gelek tiştên Burkay ên nebaş tîne zimên.

Kazim Budak weke çova Burkay bû, Burkay wî li hemberê kesên din bikar dîanî, Kazim çavsorî dikir, wî li Rojan jî heqaret kiribû û kulm lêxistibû. Ji Mahmûd/Bedirxan re jî gotibû; “abiyî ozmeyîn” lê dawî diyar bû bê Burkay çi anî serê Kazim û birayê wî Serdar. Di şîna jina Serdar de Burkay çi kir, çi rezalet derxist tê zanîn. Kesên ku di şînê de bûn şahidê rezaletiya Burkay vê helwesta wî şermezar kirin. Li gor adet û toreyên kurdan, li gor tradîsyona netewa kurd mirov di şînan de weha nake. Jina Serdar keça Burkay e, di qezaya trafîkê de dimre, diçe ser heqiya xwe. Li Stockholmê şîna wê tê danîn. Keça Serdar, newiya Burkay daxwaz dike ku bavê wê derbarê diya wê de biaxife. Bi çend gotinan wê bibîr bîne. Li ser vê daxwazê destê Burkay dilerize, hêrs dibe, rezalet derdixe û nahêle ku Serdar li ser jina xwe çend gotina bibêje. Kesên beşdarvanên li şînê hemû dimînin şaş û ecêb. Bi însanekî re hest û ruhê kurdayetiyê hebe, ma weha dike? Di şînê de vê rezaleta derdixe? Di adet û toreyên kurdan de tiştên weha nayên kirin, ev şermezarîye.

Di pirtûkê de bersîva Faruk Aras û rexneyên wî yên li Burkay jî heye. Li gor dîtina min, Faruk Aras hertim rûn li nanê Burkay kir, bêhelwest ma, li hemberê neheqiyan bêdeng ma, weke oportunîstekî tevgerîya. Di TKSPê de piştî Burkay yê herî oportunîst Faruk Aras e. Ew di bersîva xwe a ji bo Burkay de jî di mesela kovara Bergeh û têkiliyên dizî bi TKPê re jî rastiyan nabêje. Ew dem hate gotin ku du kesên ji Bergehê beşdarê kongreya TKPê bûne û kesên derdora bergehê dixwazin bi alîkariya TKPê partiyekê damezrînin. Durustî ev e ku; divê rastî çibe mirov rastiyan bibêje. Rastiyekî berbiçav jî ev e ku; hetanî Burkay van kesên damezrêner û endamên komîteya navendî rexne nekir, deng ji wan derneket û wan qet bi nivîskî li Burkay rexne negirtin. Burkay ewqas neheqî û heqaret li rahmetî Zekî Adsiz û hevalên wî kir, vana hemû bêdeng man.

Di pirtûkê de nivîseke Sîdar Bîngol heye. Ew li Bedirxan Epozdemîr rexne digre û tam weke mirûdekî siyasî pesnê Burkay dide, şelafî dike, rûn diqijîne û ji bo xwe bi Burkay şêrîn bide nîşandan lotikan davêje. Lê, wek tê zanîn paşê wî bi xwe jî riya xwe ji Burkay veqetand, ango dev ji mirûdiya Burkay berda.

Beşeke pirtûkê jî ji nameyên nav rêxistinî pêk tê. Beşek jî nameyên kesên ku ji partiyê îstîfa kirine, veqetiyane hene. Di nav wan nameyên veqetandinê de nameya rahmetî Zekî Adsiz jî heye. Zekî Adsiz di nameya xwe a îstîfayê de rewşa partiyê/TKSPê dinirxîne, rexneyên xwe pêşkêş dike û dibêje: “Baweriya min bi têkoşîna rizgariya netewî ya serîhildana gelê kurd bê dawî ye. Lê, êdî baweriya min bi hinek kesên ku di komîteya navendî û polît buroyê de kar dikin nemaye.”

Beşa herî dawî a pirtûka Bedirxan Epozdemîr ji raporên ku wî bi xwe nivîsiye û pêşkêşê partiyê kiriye pêk tê. Naveroka raporan li ser bûyer û mijarên curbecur in.

Pirtûka Bedirxan Epozdemîr 340 rûpel e û naveroka wê gelek berfereh e. Lewre jî ez nikarim bi tevahî behsa naveroka hemû mijarên ku di pirtûkê de hatine nivîsîn bikim. Wek gotina dawî ez dixwazim bibêjim ku; divê her kurdên siyasî û bi taybetî kurdên ku ji tradîsyona TKSP/PSK Riya Azadî hatine divê miheqeq vê pirtûkê bixwînin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *