Neteweyên Yekbûyî ji bo Komîteya Destûrî ya Sûriyeyê bang kir

Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo ku 9emîn gera Komîteya Destûrî ya Sûriyeyê di meha Nîsanê de were lidarxistin bagî hemû aliyan kir.

9emîn gera Komîteya Destûrî ya Sûriyeyê di Tîrmeha 2022yan de hatû paşxistin.

Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen di rûniştina Sûriyeyê ya ku li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî hat lidarxistin de axivî.

Geir Pedersen di civîna Konseya Ewlehiyê ya NYyê de bangî hemû aktorên Sûriyeyê kir ku bila di dawiya meha Nîsanê de li Cenevre beşdarî civîna li ser Sûriyeyê bibin.

Herwiha Pedersen raporta NYyê ya Sûriyeyê ya mehane jî bi beşdarvanên civînê re parve kir.

Pedersen diyar kir ku di civînên wî yên berê yên bi aktorên Sûriyeyê re kiribû ti encam nedaye, ji ber ku ew hîn dibînin ku li Sûriyeyê pevçûn berdewam dikin.

“Êrişên dronî yên Tirkiyeyê didomin”

Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Geir Pedersen got:

Di vê mehê de, li tevahiya bakurê Sûriyeyê ku bi mîlyonan sivîl li wir dijîn, em dibînin ku pevçûn dibin, topbaran tên kirin, roket tên avêtin, çek tên bikaranîn.

Rejîma Sûriyeyê û Heyata Tahrîr El Şam êrişên dronî dikin, herwiha êrişên dronî yên Tirkiyeyê jî didomin.

Êrişên DAIŞê jî him berdewam dikin û him jî her ku diçin zêde dibin, bi taybetî jî li navend û rojhilata bakurê Sûriyeyê.”

“Li Rojavayê Kurdistanê zêdetirî milyonek kesî bê elektrîk mane””

Kordînatorê Alîkariya Bilez a Neteweyên Yekbûyî Martin Griffiths jî di civînê de bêyî bikaranîna navê Tirkiyeyê bal kişand ser êrişên li ser binesaziyên sivîlan ên li Rojavaya Kurdistanê.

Griffith got ku êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavaya Kurdistanê zêdetirî mîlyonek kesî bê elektrîk hiştiye.

“Rusya jî hin zextên ecêb li beşdarvanan dike”

Piştî civînê li ser pirsa nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemîr a “Gelo dê Amerîka beşdarê vê civîna li Cenevreyê bibe?” Alîkarê Nûnerê Amerîka yê Neteweyên Yekbûyî Robert Wood wiha bersiv da:

“Binêrin, ev civîn civîna Komîteya Destûrî ye, û wê bi serokatîya birêz Geir Pedersen re were birêvebirin.

Pedersen ji bo civînê kîjan aktoran pêwîst bibîne, divê beşdar bibin.

Em hêvî dikin ku rejîma Sûriyeyê beşdarî civîna Cenevreyê bibe. Rusya jî hin zextên ecêb li beşdarvanan dike.

Divê em bibînin ka biryara Sûriyeyê çi ye û divê rejîma Sûriyeyê bersiva gelek pirsan jî bide.”

“Divê Tirkiye leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişîne”

Nûnerê Sûriyeyê yê NYyê Qusey El-Dehaq jî di civînê de diyar kir ku ji aliyekî ve Îsraîl êrişî Sûriyeyê dike û ji aliyê din ve jî Tirkiye bi awayekî îllegal li Sûriyeyê cih digre û divê Tirkiye li gorî peymana Soçiyê leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişîne.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *