Nêçîrvan Barzanî li ser hevdîtina xwe û Erdogan peyamek belav kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Antalyayê hevdîtinek kir.

Nêçîrvan Barzanî piştî hevdîtinê li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:

“Ez ji bo hevdîtina vê êvarê ya li Antalyayê ya bi Serok Recep Tayyîp Erdogan re kêfxweş bûm.

Em li ser rûdanên dawiyê, bipêşvebirina hêvkariyên aboriyê yên Tirkiye, Îraq û Herêma Kurdistanê û herwiha li ser aramiya li herêmê axivîn.”

Sêyemîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê îro dest pê kir û dê heta 3yê Adarê berdewam bike.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê serperiştiya forumê dike.

Serok û serokwezîr û rayedarên 147 welatan beşdarî forumê dibin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî yek ji mêhvanên forumê ye.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *