Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku li gorî baweriya wan a nayê guhertin, divê mafê hemû pêkhateyan parastî be û ti aliyek biçûkî neyê dîtin.
Konferansa “Yasaya Barê Kesî” ya Xiristiyanên Îraqê li Hewlêrê hat lidarxistin û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî beşdarî konferansê bû.
Nêçîrvan Barzanî got, “Ji bo serkeftin û pêşketinê bi tenê rêyek heye. Ew jî jiyana bi hevre û hevbeşiya pêkhateyan e di rêveberiya welat de. Ev yek gelekî girîng e.
Yasaya Barê Kesî ku ya ji bo pêkhateyên dînî wisa dike ku mafê hemû pêkhateyên dînî bêne parastin. Em piştgiriyê didin mafên rewa û destûrî yên Xirîstiyanan û hemû pêkhateyan.”
Nêçîrvan Barzanî ji bo lidarxistina Konferansa Barê Kesî destxweşiya Serokê Zanîngeha Katolîk a Hewlêrê Beşar Werde kir.
Di destpêka axaftina xwe de Nêçîrvan Barzanî bixêrhatina Xirîstiyanên ji Sûriye, Libnan û Ûrdinê yên ji bo konferansê hatine Hewlêrê kir.
Peyamên girîng ê Nêçîrvan Barzanî di konferansê de wiha bûn:
“Ez gelek kêfxweş im ku we hemûyan li vir li Hewlêrê dibînim. Em hemû bi hev re li ser mafên pêkhateya dînî ya Xirîstiyanan gotûbêjê dikin.
Helbet bi amadebûna me hemûyan li vir, em dê bêtir baweriyê bidin Xiristiyanên Herêma Kurdistanê û tevahiya Îraqê.
Em hemû piştevaniya vê kongreyê dikin, ji ber ku armanca wê ew e ku mafên rewa yên Xirîstiyanan bi rêya diyalogê, yasayî û destûrî li seranserê Îraqê mîsoger bike.
Ez bi dilgermî pêşwaziya mêvanên Xiristiyan ên hêja ji Libnan, Sûriye û Urdunê dikim.
Hêvîdar im bi ezmûna xwe beşdariyeke kêrhatî di gotûbêjên vê kongreyê de bikin û çend rojên xweş li Kurdistanê derbas bikin.
‘Me hertim piştgîriya mafên hemû pêkhateyên Îraqê kiriye’
Me hertim piştgîriya daxwaz û mafên Xirîstiyanan û hemû pêkhateyên Îraqê kiriye, ji ber ku piştevaniya me bi dîroka dirêj a bawerî û çanda pêkvejiyana aştiyan e û wekhev li Kurdistanê ve girêdayî ye.
Piştgiriya me jî bi destûra Îraqê ve girêdayî ye ku gelê Îraqê deng daye wê ew pesend kir.
Madeya 41 a destûra Îraqê dibêje, ’Îraqî azad in ku li gorî tercîhên xwe li ser yasaya barê kesî tevbigerin’ ku bi qanûnê hatiye pesendkirin.
Madeya destûrî heta niha nehatîye cîbicîkirin.
Bi bicihkirina vê maddeyê û hebûna yasaya barê kesî re mafên Xirîstiyan, Êzidî, Sabîye Mendayî û hemû olên Îraqê bên parastin.
‘Ev kongre gaveke pir girîng a pratîkî ye’
Ev kongre gaveke pir girîng a pratîkî ye ji ber ku rê li ber diyalog û çareseriyeke guncaw ji daxwaz û mafên Xirîstiyanan re vedike.
Em piştgiriya daxwazên destûrî yên Xirîstiyanên hemû pêkhateyên Îraqê dikin.
Nebûna yasaya barê taybet a Xiristiyanan dihêle ku ew li gorî yasan ku bi dîn û baweriyên wan re ne li hev in, werin dermankirin.
Ev yek bandoreke gelek xirab li ser malbat û civaka Xirîstiyanên li Îraqê dike.
Em ji gelek rewşan hatine agahdarkirin ku ji bo me cihê dilgiraniyê ye, ji ber ku jiyan û çarenivîsa gelek zarok, keç û jinan dixe tengasiyê, bi taybetî di warê mîras, berdan û ferzkirina dînî ya bi zorê de.
Ez bi xwe li herêmeke wisa mezin ku bûm ku perestgehên dînî li kêleka hevdû bûn û bawermendên wan hemû dînan bi hezkirineke mezin bi hev re dijiyan.
‘Gelek Xiristiyanên Aşûrî jî li gel Barzanîyan hatin qetilkirin’
Di sala 1983yan de gelek Xiristiyanên Aşûrî jî li gel Barzanîyan hatin qetilkirin.
Me qedera xwe kir yek. Çend Pêşmergeyên Xirîstiyan bi qahremenî di şoreşên Kurdistanê de rola wan hebû.
Komkujiyên li herêmê her tim cihê jiyana hevpar a etnîkî û olî mane.
Tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê tevgera parastina hemû neteweyên Kurdistanê ye.
Ji ber wê jî parastina mafên hemû pêkhateyên Kurdistanê erk û baweriya me ya neguherî ya Herêma Kurdistanê ye.
Em dûbare dikin ku tenê yek rê ji bo serketin û pêşketinê heye bi sûdwergirtina ji paşeroja Îraqa nû, bihevrejiyan û beşdariya hemû pêkhateyan di birêvebirina welat de.”