NEBÊ HIŞ BE JI MIN RE

Xidir ÛSO

Ev pirtûka hêja bi hestên evînî û azadîyê tije ya ku ji alî hozan, lêkolîner û nivîskarê bîyografîya û ekolojîyê Doğan Ceren hatiye nıvîsandin, min jî wergerand Kurmancî.

Min carek din werger di berçav re derbas kir. Helbet xebatek bi vî rengî û bi zaravekî Kurdî wê bêkêmanî nebe, lê ez hêvî dikim wê xwendevan biecibînin û jê çêjek xweş wergirin!

Ev pirtûka bi navê “Nebê hiş be ji min re“ ji alî weşana DENG bi bergeh û mîzanpajek delal hatîye çapkirin! Pirtûk 128 rûpel in. Sipas ji redaksîyonê re ku wergêr bi baldarî di berçav re derbaskirîye.

Ji dêbla danasîna naveroka pirtûkê, ezê pêşgotina xwe li vir pêşkêşî we bikim. Bi kêmanî be jî mebesta xwe ya di derbarê pirtûkê de didim dîyarkirin.

Min û Doxan di daweta dostekî de hev nas kir. Em ketin galegal û şîrovekirina wêjeya Kurdî. Li gorî ramana min, mirov bi çi zimanî wêjekarîyê bike, mirov ji wî zimanî û wêjeya wî zimanî re xizmetê dike. Lê mixabin, di bin polîtîkayên mêtinkaran yên bi darê zorê înkar, qedexekirin û rûxandina rûmetên netewa Kurd, li ser civata Kurd bûye egerê asîmîlasyonek dijwar; werê ku gelek rewşenbîrên Kurd, nikarin hest û ramanên xwe bi zimanê dayika xwe binivîsin.

Birêz Doxan, wê gavê vê pirtûka xwe ya bi zimanê tirkî nivîsandî, dîyarî min kir û got ku; “min dixwest vê pirtûka min bi zimanê Kurdî nivîsandiba, lê mixabin ji egera bişaftinek gelek alî, min nikarîbû!” Wê gavê Rifat (Sefali) Xoce pêşniyar kir ku ez vê pirtûkê wergerînim zimanê Kurdî. Ez jî vê xebatê, rawestanek li hemberî bişaftinê û karguzarîyek ji wêje û zimanê Kurdî re dibînim.

Wergerandina helbestên di vê pirtûkê de, ji bo min him hêsan û bi kêf û him jî bi xemgînî û zor bûn: lewra ez û hozan di yek demajoyê de pirsgirêkên mîna hev jîyane. Piranîya hestên min yên 15 salê zîndanên tirkî û jîyana penaberî di van helbestan de peyda dibûn; û ya din jî ez dibirim kûrahîya bîranînên min yên bi kul û janên giran!

Gelî xwendevanan, ez hêvî dikim ku hûnê vê pirtûkê bi kêf û hestên şêrîn bixwînin.

 

NEBÊ HIŞ JI MIN RE

Yara min

Rahme nebê hiş ji min re

Wê ji ezman stêr biherikin

Şînahî wê tarî bibin

Wê brûsk vedin

Ji dûr ve wê ewr bicivin

Wê xemgîn bibe heyveron

Wê bibe baran û şil bike porê min

Di bedena min de wê bilerizîne dilê min

Nikarim dîsa germ bikim yektaya min

 

Rahme nabê hiş ji min re

Wê gemarî bibe rengê avan

Çeqlîbaz wê bifirin ji nava min

Wê şabûnîyên min bigirin û bibin

Bibin û tevlî bikin wê

Wan sorahîyên mirî yên rojava

Wê bibe dilopek xemgînî şabûnîyên min

Gava roj biçe ava bi zar dibin

Û tevlî avên herî şêt dibin

Li rûyên min dikeve bi gufe guf

Wellehî nikarim jê birevim

 

Rahme nebê hiş be ji min re

Qêrînên safitîya zarokî dipêçe

Çarhawîr, nikarim bixapînim

Nikarim aşt bikim

Nikarim bimirînim

Wê bibe derew

Wê bibe mar

Tune bike wê

Xweristiya kesayetîya min

Nikanim bikişînim

 

Rahme nebê hiş be ji min re

Serê çiya dipêçe mij û dûman

Xezal dernaxin ji hev

Bihara xwe

Zivistana xwe

Bi xêrê digerîne gur xewna xwe ji birçîna

Tu dizane ku nikarim vê rewşê hilgirim

Ger nemîne çara min

Ger biqede derman

Ez’ê bibezim li pey felekê

Ji pey wê naqetim

 

Yara min

Rahme nebê hiş be ji min re

Di nava min de bahozek dest pê dike

Nikanim rawestînim

Li çolên evînê Ferhat im

Çîyan kun dike hêvîya min

Evîndarim ez

 

Rahme nebê hiş ji min re

Mîna tîhbûnek çola zuha

Neçarîyek dipêçe ruhê min

Ji qêrînan parçe parçe dibe navdilê min

Di çavê min de vêdikeve

Hêrsa agirekî venemirî

Nikarim vemirînim

 

Rahme nebê hiş be ji min re

Dibin xezalek kuştî evîn

Kelaxur kom dibin

Li ser wê

Wawîk dizûrin

Dibe nire nira keftaran

Dest didin hev hemû yekser

Dimeşin di refê cenazakî de

Cizwît şerm dikin li ser navê serdema navîn

Kîlît dibin naqosên dêran

Dernayên êdî dengê azanan

Bi navê dînên nû

Fedî dikim ji mirovahîya xwe

Wellehî sedsal jî nikarin min bikenînin

 

Yara min

Rahme nebê hiş be ji min re

Yên bi evînan dikenin jî hene

Agirê tirsê tê gûr kirin

Û rastî tê şewitandin

Evîn tên sûcdarkirin

Û bi benê cehaletê tê daliqandin

Jîyan şûna bênderek bêzad

Mîna heywanekî stewr

Ji zayinan bêxeber

Ketîye himêza mirinê

Mîna dîlê qederê yê bi zincîr

Bêdeng

Bêhes

Bi alîyê xwe yê mirovî neçar

 

Yara min

Rahme nebê hiş be ji min re

Wê bibilin stran

Awaz wê bigirîn

Wê dil rawestin

Li wê kela kevn wê bêt gerandin

Û pişt re wê rev dest pê bike ji jiyanê

Wê bibe mîna zerbûna gîhakî xwîsî lê barîyayî

Kesayetîyên windabûyî

Her tişt bêdaxwazîyek

Û sextekarîyek e

Her dijî û dijî

Awirên hez dikin ji tarîyê

Konetîyek rovîtî ye

Çavên di bêdengîyê de winda bûne

Hêlînek dûmana xayinî bi mij e

Dil

Serayek xapînok e

Derewan lê text vegirtîye

 

Yara min

Rahme nebê hiş ji min re

Welleh nikarim hiş bibim

Wê lal bibe zimanê min

Ji hezar cihî de wê bişikê

Destê min

Milê min

Wê bibe çûkekî birîndar evîna me

Dilê min wê biarîne nahewim

Wê bibe gula beravêtî evîna me

Ji nişka ve wê biçelmise û biçe

Nikarim bîn bikim

Wê bibe ajek hişkbûyî

Di çavên min rabe wê rehên wê

Nikarim dîsa şînkirin bidim gula evînê

 

Yara min

Rahme nebê hiş ji min re

Li ser evînê

Azadîyê

Kedê

Ew bêyî min

Ez bêyî wan nikarim bijîm

Ger temenek be yê ji min tê xwestin

Ji yekî li yê din nagere destê min

Nikarim ji sisêyan bi yekî ve bêm girêdan

Azadîya bêevîn

Evîna bêked vala ye yara min

Jîyan ji min ez ji jîyanê qet nikarim bixeyidim

 

Yara min

Rahme nebê hiş be ji min re

Her bêhêvîtî

Ji hêvîyekê re hezar kefen e

Baharê bigire

Zivistanê bavêje

Rastîyê bibîne

Xeyalan biqewirîne

Ji bîr meke ku yên ji bo ronahîyê şer dikin

Divê mîna rojê germ binêrin li jîyanê

Yên bawer dikin ji pîrozwerîya evînê

Xwedîyê dilekî evînşewat in

Lewra ew rengên jîyanê diberhimînin

Di bêdawîtîya evînê de

Û ji rika bêrîkirinan re her kêlî

Bi coşîna çemekî dikin roj

Dikin şev

Di bêxêrîya çirkên diherikin û diçin

Wê jîyanê bikin gulek bêt bîhnkirin

Evîn wê bibe lehîyek bêperwa di dilê wan de

Diherike diherike dibe robar

Di nava vê jîyana çola hişk de

Dibe derya di şînahîyên bêdawî de

Miz dide gîyanên bûne kevir

Di hezar şêtîyê de

Zîndetîyê tîne

Ji nêrînên ziq sekinî re

 

Yara min

Bi navê hemû evînên hestan vêdixin

Ez li îmajekê digerim

Ji van mel’ûnên nîvzindî re

Ez sîsalkek xure xeyal dikim

Ji marên ku jehrê vedirşin

Ez rastîyek tazî pêşkêş dikim

Ji derewên durû re

Ez asê dibim li vê evînê

Dîhn dibin

Bi qeşmerîyan didin kenandin

Jiyana wan ya mexelê lîtavekê

Wan gotinên wan yên bêkêr ku bûne kevir

Bihêle yektaya min

Bihêle

Bila agirê evîna me vêxe

Vê loda sergo bêndera gotinan

 

Yara min

Cemre li şanaziyan ketîye

Hest radest e ji xembarîyan re

Ax yara min ax

Kê hez kiriye mîna me

Bêşik û bêderew

Kê miz daye bi destê dînarîyê

Li ser pelê dilopa avîyê

Kê kul û xem zêde kiriye

Li tîrêjên şeveqê yên pêşî kê

Kê gemara xwe şuştîye bi barana stêran

Kê avron daye ber kulma

Û mêtin daye bi pitika hêvîyê kê

Ma têkdiçe evîn

Ji alî ordîyên sawêran

Bêje ku bira mirina min ji evînê be

Di dilê min rabin bira

Tîrên evînê yên herî nepenî

Bes bira ruhê me evîn rapêçe

 

Yara min

Rahme nebê hiş be ji min re

Bira sûcê min bibînin û dardakin

Çavên min derxin û bidin yarê

Ger bi destê evînê têkevim gorê

Gul vebin wê di ruhê min de

Ne ku brîn…

 

 

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *