Hin caran meriv di nav valahiya hiş û hestan de bi ber hîçbûnê ve diçe û tê. Çaxê çûndin û hatina li ser rêya hîçbûnê rêwîtiyek destpêdike baldikşîne ser xwe/hay ji xwe bûnê. Baldikşîne ser jiyana ku hatiye jiyayî, wate û bersivên çi kes çi civat daniye bi bayê valahiyê ve pûç dibe. Weka ku li fezayê bi ber bêdawiyek hîçê ve li ber çav hinda bibe. Civat, tax, kolan hindirê malan weka li ser dînamîtan bin û bo teqandinê amade bin. Tu ji hal û rewşa xwe fem dikî û ji xwe derdikevî rê. Ma ne ti jî yek ji wê perçeya civata xwe yî. Ger em perçeyek ji vê jiyanê bin em dikarin bi pê re serî derkevin. Ne tenê tax, kolan, welat dinya li ser dînamîtan disekine. Berê digotin dinya li ser du kolîçe ga disekne. Lê îro li ser têkçûnê ye, li ser agir e, dibin awirên zordest û hovan de ye. Zar û zewî dişewîtinin, rih û jiyana ciwanan didîzin. Dizî û neheqiyên xwe jî bi desthilatiyên xwe paqij dikin.
Tu hem tê kuştin hem jî tê dadgehkirine. Tu li ser guliyekî li pişt te di destê desthilat da birek heye û bo tu bikevî xware jêdike. Di filmek Hollywoodê de bi navê “çar çekdar” an “heft çekdar” ji dibe -ez ne şaş bim- destpêka sehneyê de bo cenazê were definkirin ekîbek hatibû gund. Şefê ekîbê çaxê cenaze divê bê goristanê spiyên gund nahêlin termê niştecîh li vî goristanê were definkirin. Şefê ekîbe jî bersivek dide spiyan û wisa dibêje; “me digot qey bo definkirin tenê laşek jê rih çûyî bes e!” Ev bersiv heştê sal berê hatiye gotin.
Spiyên dagirker niştecihên Emerikî bo ji binî ortê rakin laşên wan ên bêrih nedixwestin li ber serên wan kevirek were dayîn. Ehlaqên dagirkeran ev e. Ka bifikrin hûn li ser axa xwe ne ew ên ku ji Asyaya Navîn hatine û serên xwe wek kisrakek direj kirine nahêlin bi dilê rihet li ser axa xwe werî definkirin. Li goristanên me kevirên ku li ber fedakarên welatên xwe bi serbilindî rabûne tê hilweşandin. Çaxê em tên kuştin bo serdest ya dibin fantaziyek ya dibin bûyera erişkariyê. Bi zanayî û sîstematîk kujerên Narînê tên parastin û mesele gav bi gav di nava ava şolî de digevizînin. Divê Narîn ji rojeve nekeve, li ser wê bê axaftin; hemû noqteyên ku di nav şikê dane yeko yeko divê were zelalkirin. Lê destek heye her roj her xulek bi agahiyên xwe yên tewş û derew avê behtir şolî dike. Hin kes an civatok henin ku di destê kî de xwê bibînin bi xiyarên xwe li pey wan digerin. Qerar û biryarên ku ji ber xwe derdixin bi dehan salan ne di eynî rê de meşandina wan em seyr dikin. Yanî do tiştên digotin îro dîsa ji pergala xwe ji rihê xwe yê “efendî” tawîz nedane. Lê tiştên ku do digotin li hemberî wan dengê me nedihat belavkirin lê îro bersivên wan tê dayîn. Ev nêzikatî û tevgirtin me qetilkirina Jîna Amînî da jî dî. Nav dihat sansurkirin, bi navê xwe jî Kurdbûna keça kurd dihat redkirin.
Li ser qetilkirina Jîna Emînî du sal derbas bû. Selvegara wê ya kuştinê ye. Rejîma sêdar û dagirker her roj di zindanên xwe de kurd û Belucan dikuje. Piştî qetilkirina Jînayê dinya rabû ser lingan. Rejîma Îranê li meydan û kolanên bajêran de hat lenetkirin. Rejîmek ji serî heta binî ji kuştin, îşkence û neheqiyê ava bûyî. Desthilatiya Rejîma Îranê çaxê destpêkir di serî de kurdan rêz kirin û bi gulleyan qetlîamên pêkanîn.
Kurdên Rojhilat wek perçeyên din li berxwedan û serî netewandin. Jîna çaxê hat qetilkirin hê bîst û yek salî bû, di ciwaniya xwe de ji nav me xatirê xwe xwest. Jîlayek din jî li welatê me yê Rojhilat heye ew jî helbestkar Jîla Huseynî ye. Jixwe navê Jînayê ji Jîlayê dihat. Ya par bû yan jî pêrar bû nivîsek hatibû nivîsandin li ser Jîla Huseynî. Di nivîsê de Jîla dişibandin şaîrê Faris Furûx Ferûxzad. Jîla di helbestên xwe de bi hemû wêrekbûna xwe li hemberî desthilatan, zordestan, zaliman bi risteyên xwe yên ji malê serî rakiribû. Furûx jî helbestên melenkolî dilorand. Ka helbestên serdestan û bindestan wek hev dibin? Na. Mixabin bindest çi bi zanayî çi bi safî helbestkar, nivîskarên xwe her tim dişîbinin nivîskarên serdestan.
Mesele li vir destpêdike, çaxê me dev ji şibandina serdestan berda em ê behtir ji berhemên xwe fehm bikin û li ser cîhana edebiyatê bigerînin. Jîla, Jîla ye. Jîna jî Jîna ye! Porê keça kurd bû sembola jinên bindest. Li her çar perçeyên welat jin rabûn ser xwe. Bayê têkoşînê xwe xurt diweşand, li her qade wêneyên Jîna bi ber esmanên cîhanê rabû. Vêga navê Jîna bi zanayî bikarnaynîn, çimkî muxalifên serdest jî heta cihek ji te re rê vedike, heta ku tu bişîbî wan rê ji te re vekiriye. Em neçin dûrva li kêleka me xwedêgiravî muxalifên îktîdarê gelek buyerên sosret da jî li gor xwe meseleye di nava xwe da digevîzinin, kuştin û mafên te yê hatiye binpêkirin bi dev ên xwe yanî li gor sîstema xwe nêzikatî nîşan didin.
Navê Jîna ji nûçeyan ji raportan ji nivîsan derdixin. Jîna hem jin bû hem kurd bû hem jî sembola porê jinê bû, serbestbûna jinê hêma dikir. Ne yek car du car sucdar bû ji bo serdestan. Hem jin hem jî kurd. Piştî pêl bi pêl protestoyan navê “Jîna” ji orte radikirin, dîsa muxalîfên ku serdestbûnê dixwestin bi destên wan navê Jîna nedihat bikaranîn. Muxalîfên ku derveyî Îranê dijiyan tenê “Mahsa” bikardianîn. Kurdbûna Jîna qebûl nedikirin, çimkî ehlaqên wan ên ku ji serdestbûnê maye hê jî didomiya. Lê tiştên ku li seranserê cîhanê diqewîmî ji serdest û dagirkeran hêztir bû; jin derketibûn kolanan û hesabê Jîna dixwestin. Serdest jî dagirker jî di bin porê Jîna de diperpîtî. Jin Jiyan Azadî xwedî derket û bi tena serê xwe nehişt keça kurd Jîna! Jinên cîhanê jî xwedî derketin ji Jin Jiyan Azadiyê re. Di selvegera qetilkirina Jînayê de, di serî de welatê me û li welatên cur bi cur protesto hatin lidarxistin, derheqê Jîna Emînî de nûçeyên ku diketin pêşiya me dîsa Jîna tinebû. Mahsa hebû. Wê gavê ez e nivîsa xwe bi gotina bavê Jîna ku li ser mezelê wê helbest xwend û bi vê gotina xwe dawî dikir, bikim; Jîna Kurdistan e!
Çayan Okuduci