NASNAMEYA ŞEHÎDAN

EVDILQADIR UMUR (ABDULKADİR UMUR)

Evdılqadir`ê Remê Xelefo, 01.05.1956 li gundê Meşkîna girêdayî Dêrik`a Çîyayê Mazî hat dunyayê. Lawê malek nîvhalî bû. Bavê wî Remezan merivekî welatperwer bû û debara wî li ser dikana perçeyên ereba bû. Evdilqadir jî piştî vegera ji leşkerîya mecbûrî, li Qosar li dikana bavê xwe ya perçeyan kar dikir.

Heval Evdilqadir, ji kadirên tevgera me yê kevn ku li herêmê hîn ji dema PDK-T de mabû. Di salên 1977-79 de di “Komîteya Karkeran” ya bi Komîteya Mahalî ve girêdayî dixebitî. Piştî sala 1977, ji bo pêşxistina zanîna xwe ya teorîk hewldanek taybet rê da. Di herêma xwe de, di warê teorîk û pratîk de, endamekî KUK yê gehîştî bû. Xebatên wî yên sîyasî û rêxistinî, têkilîyên wî yê bi gel re, li herêmê di demek kin de wî derxistibû pêş. Ew hertim xwîngerm, rû li ken, aram, bêdeng û giran bû . Ew şoreşgêrekî vala nedipeyivî, bi dîsîplîn bû û karê xwe bi rêk û pêk û serfîrazî pêk tanî. Loma di nava rêxistina xwe de kadirekî gelek dihat hezkirin û bawerkirin. Organa rêxistinê ya weşana îlegal “XEBAT-Ji bo Rizgarîya Kurdistan” karê çap û belavkirina wê li herêmê, bi fedekarî û hostetî rê ve dibir.

Heval Evdilqadir, roja 14.03.1980 li Qosar tevlî rêhevalê xwe yê rêxistinê M. Selîm ASLAN, li taxa Serêgir, ket bin êrîşa çekan ya kemînekê ku ji alî komek endamên PKK hatibû danîn. Di êrîşê de ew û rêhevalê xwe Selîm giran birîn bûn.

Di vê êrîşê de li ciyê bûyerê dû lawikên Kurd yek 3 û yek jî 8 salî mirin û jinek jî birîndar bû.

Hevalê Evdilqadir, li Nexweşxana Dewletê ya Mêrdîn 21 rojan raza; li wir hat emelîyatkirin. Di roja 21`ê de rakirin Nexweşxaneya Nimûnê ya Amed û li wir cara duduya hat emelîyatkirin. Lê sax ji emelîyatê derneket! Roja 17.04.1980 li Nexweşxaneya Nimûnê ya Amed jîyana xwe ji dest da! Malbata wî, di bawerîya ku doktoran tiştek pê kirin. Gava rahmet kir bi navê Mizgîn keçek wî hebû; piştî mirina wî jî bi navê Leyla keçek wî ya din çêbû.

Bi şehîdbûna heval Evdilqadir re, li heremê ji bo rêxistina me wendabûnek giran çêbû. Lê ala tekoşînê ya ku wî hildigirt, ji alî rêhevalên wî ve neket erdê û nakeve jî.

EVDILQADIR’Ê REMÊ XELEFO
JI BÎRA MIN NAÇE

Ji bira min naçe
Ew kenê te yê delal
Wî rûyê te yê şêrîn
Naçe ji bîra min

Bi hestan tije ye
Dilê min’î kana kul û derdan,
Bi giranîya valahîyê tije ye
Valahîya nejîyîna vîyanan
Tije ye dilê min
Bi giranîya hesreta bîranînan

Ji bira min naçe
Ew kenê te yê delal
Wî rûyê te yê şêrîn
Naçe ji bîra min

Bi esmerîyek xwînşêrîn
Şêrînîya kenên zarokan tije
Zarokên nîvbirçî
Nanê tisî, nanê ceh, nanê garisî
Jinên xemgîn, keçên rûsar
Tahma ava firingîyên qelandî
Û gotinên bi hingiv helandî
Naçe ji bîra min
Kewarên mêşên hingivî
Pezên bêxwedî
Beranên li ber kêrê

Tijeye dilê min
Ji kêmanîya bêhnan tijeye:
Bêhna axa sor, bêhna beybûnê
Dilê min tijeye
Bi giranîya kevirên sînoran
Şikestina kenê zarokan
Û teqîna dengê mayinan;
Bi qasî çiyayê agirî tijeye
Dilê min
Tije ye
Bi hesreta kenê te
Tije ye Evdilqadirê min!
Xidir ÛSO

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir