Nameya Roza Ji Bo Bavê Xwe Fakkaz

Li Surguçê faqqaz.

ROZA ÇELIK

Li dersimê Heydar û Seydo.

Li rojavayê Kurdistanê Cabîr.

Lê berî her tiştî Tekoşerê Tekoşîna Serxwebûn û Azadîya Kurdîstanê,

Bavê min,

Rêdarê min,

Ronîya çavên min!

Ku ji min ra bigotana: dilovanî, evîn, fidakarî û dilpakî çiye? Minê bigota: « BAVO» ye!

Ew rûyê te yî bi ken qet ji bira min naçe!

Te herdem digot: ‘mirov, dibê ji bo armancekê bijî!

Armanca te welat bû, azadî bu, kurditî bû.

Tu sîyasetmedarêkî bi rûmet,

Welatperwerekî qayîm bû!


Tu mîrovêkî dilsoz bû.


Qasî ku tu zana bû, tu ewqasî jî mutewazî bû!


Bavê min, bi zarokan ra zarok, bi xortan ra xort, bi mezinan ra mezin bû. Derd û kêfxweşîyên hemûyan parva dikir.

Spas bavo ji ber ku tu bavê min î;
Spas ji ber ku tu bavekî nûwaze bû;
Spas ji ber ku her dem bawerîya te bi min hebû;
Spas ji bo qîmet û her nîrxa ku te her roj da me;
Spas ji bo tiştên ku te bi me hîn kir, li ser jîyana te ya bi rûmet!
Ez bi te serbilind im, îro pirtir ji doh!

Armancên te hebûn, hêvî û xeyalên te gelek bûn, yên me jî bi te ra hebûn, me sozan dabûn hevdu!.. xerimiyan!


Lê tu ê di dilê min da bijî!

Ji bircên asê, tê ji xwe ra qesrek çê bikî û li wir heta mirinê cîh bigrî!

Çuyîna te, bê dem bû, êşeke bêdawî berda dilê me, li vê buharê bayê berfê ji mera anî, edî behna xwe nema tê!


Û dema gotin ku dîsa eskerê romî derketin ser rîya te, dil ji min çu bavo!


Te berê xwe da axa pîroz, ew axa ku tu ji bo wê sirgûn bû, ew axa ku te nedikarî pêgihê, ne dikarî dûrkevî jê!


40 sal tu sirgûn bû, lê te dîsa jî digot «emê kengî vegerin?» ji ber ku «bê hêvî nebe, bê hêvîtî mirin e!»

Ji bo wê, bawerîya te, ya min e, doza te doza min e!
Û ger kurdistana mezin bibînim, bi soz ez dê mizgînê ji bo te bînim❤️!

Delala ber dilê te, Roza.

Roza Celik

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *