Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa!

Di miletperwerîya her miletî de pîvanên taybet hene.

Di miletperwerîya miletên serdest de, hezkirinek „hukumdarî“ ya ku zilm û zordarîyê li miletên bindest bike heye. Ev „hukumdarî“ di asta nijadperestîyê de ye.

Kurd, vê „miletperwerîyê“ bi nîjadperestî binav dikin û red dikin. Ji ber ku ji zordaran û nîjadperestan pir kişandîye, Kurdperwerîya xwe bi hezkirina çand, ziman, tayên dîroka xwe û axa xwe ve girê dide. Ev jî li ser du esasan kom dibe..

Kurdperwerî

Welatperwerî

Kurdperwerî; li ser esasên çand-ziman, felsefeya hevpar ya jîyanê-dîrok û tayên hevpar yên pêvajoka medenîyetê têt watedar kirin.

Di vî warî de qîmetê bide çi hêjayên xwe, ji çi hêjayên xwe hez bike, ewqes jî qîmetê dide pîrozbahîyên milet û kêmhateyên ku bi wan re têkildar e. Yanî ji astek nîjadperestîyê dûr, bi hest û ramanên ku ji miletê Kurd re çi qîmetîyek wê he be, dizane ku ew ji her miletî re bi qîmet e. Qut û gilover, hurmetê ji çanda henber xwe re bike ku, ew jî bejna xwe ji te re bitewîne!

Welatperwerî; ax û dîrok e. Yani li ser axek (Kurdistan) ê parvekirina jîyanek dûr û dirêj e. Ev jî dîrok û wargehê wê dîrokê biwate dike. Milet li ser wê axê welat û dîrokê diafirîne. Dibe tayek ji serbilindîyên wî miletî li ser wê axê û dibe parvekirinek netewî di hestê milet de.

Ew milet li ser wê axê suriştîya ku derdixe holê, bi reng û sembolan jî temsîl dike. Ev jî Al e. Al jî, sembolek hevpar a hêjayên ax û dîrokê ya milet e.

Miletperwerî û welatperwerîya kurdan, ji nîjadperestîyê dûr, li ser asta hurmet, hezkirin, sebir û rizayê hatîye avakirin. Di vê de li henber dijminan dijmin, li henber dostan dost û li henber kêmquwetan jî hurmetkar e.

Di hestên mirovî de; nabe, ku dijminên te çi bîne serê te, dema tu bibe desthilatdar, tu jî li kêm quwetan, li kes û hêzên dijberê xwe, an jî li kes û civakên ne ji xwe bike. Ev tê maneya ku, di têkoşîna li dij zordarîyê de, te bingehek li ser asta felsefeyek civaknasî mirovî, li henber zordaran ava nekirîye. Ji pîvanên mirovî pirtir, pîvanên zordaran bandor li ser felsefeya jîyanê kirîye.

Dijmin digire, îşkence dike, zîndan dike, dikuje! Ji bona ku desthilatdarîya xwe bidomîne her pergal jê re meşrû ye. Neteweperwerî û welathezîya kurdan, edalet û mirovhezîya kurdan, di bin baskê desthilatdarî û serwerîya xwe de rê nade li ser axa xwe, ev kiryar pêk werin. Eger pêk werin, seqetîyek di desthilatdarîyê de heye.

Divê di avakirina huqûqê de bingehek hevpar, wekhevî û mafparêzî hebe. Ev pîvan, ji her kesên ku di bin desthilatê de bijîn re derbas bibe. Ji tu kes û hêzan re ji bona ku rûbirû bûna dadwerîyê de tolerans tine be. Ku her kesên xwedî hest û bawerî, bawerîya xwe bi biryarên dadgehê ve bîne.

Li Başûrê Roavayê Kurdistanê hêzek bi navê PKK, bi zora çekan, li wir dest danîye ser îradeya miletê Kurd. Bi helwestek totalîter, yek partî, yek xet û yekserokatî xistîye pêsîra kurdên vî beşê Kurdistanê.

Yên ku beşdarî vê xetê nebin, girtin, îşkence kirin, zîndan kirin, kujtin û welatterk kirin kirîye para wan. Yanî bi şîveyek vekirî „ya hûnê wek me bin, yan jî hûn nikarin li vir bijîn“(!)

Di vî warî de, li ser kiryarên PKK, li vî beşê Kurdistanê, bi îstatîstîkan lîste li ber dest heye bê çi anîye serê hêz û kesên ne ji wan.

PKK, li Roavayê Kurdistanê, bi destpêka avakirina hêza xwe a çekdarî re, ji 07.10.2011 an, heta 2014 an 58 Kurd, nav û adresên wan dîyar, di bin desthilatdarîya wan de hatine kujtin li Roavayê Kurdistanê. Di êrîşên anîye ser rîh spî, zana, aqilmend, şêx û sîyasetmedarên kurdan de, ji bona ku rê ji xwe re veke, sîstemek dijminane bikar anîye. Pêşî, her şexsîyetên ku di nava civakê de xwedî hêz bûn, ji xwe re kirîye hedef, kujtîye û metirsîyek xistîye nava civatê û civat terorîze bûye. Bi van metodan, bi hawayekî bilez îradeya kurdên vî beşî binpê kirîye û desthilatdarî girtîye destê xwe.

Her ku gavên desthilatdarîya xwe xurt kirîye, gavên êrîşan jî berfireh kirîye. Revandin, wenda kirin, zîndankirin û kujtin meşrû kirîye. metirsîyek wilo derxîstîye holê, ku kes nikaribe li kesekî bipirse û xwedî li kesekî derkeve. Ev totalîterîzma BAAS, ku li Sûrîyê û İraq, Li Îran sîstema Îslamî û li Tirkîyê metodên senteza Tirk û Îslamê ne. Ev sîstem, ji terefê PKK ve li henber miletê Kurd hatîye avakirin.

Êrîş birine ser ofîsên hêz û partîyan. Ofîsên wan şewitandine û sembolên wan binpê kirine. Serkirdeyên wan, ya kujtine, ya zîndan kirine, yan jî bi darê zorê avêtine dervê sînoran. Êrîş anîne ser medya azad. Xwestîye ku civatek kor, ker û lal û jê re îteatkar ava bibe.

Di 22ê Gulan a 2021 an de ji alîyê asayîşê ve, bi navê Emîn Îsa Emîn xortek têt binçav kirin. Di 23.06.2021 an de, piştî 27 rojan termê Emîn Îsa Emîn, li nexweşxanê radestî malbata wî dibe, bê roporên bijîjkî. Dema ku malbata nemir daxwaza rapora mirina Emîn îsa dike, hemû bijîjkên nexweşxanê ji tirsan, vê daxwaza malbata nemir red dikin. Tenê yek bijîjk bi sozê ku navê wî veşartî bimîne, li termê Emîn Îsa dinêre û raporekê dide malbata wî.

Emîn Îsa Emîn, bi rojan îşkence dîtîye. Çena wî şikenandine. Rûnê qijandî berdane ser laşê wî. Ava kelandî berdane bin çehgên wî. Qoqê serê wî, lingên wî, gûwîzekên wî tije dewsa derban! Ev wahşet, ev barbarî di zîndana PKK a ku li Roavayê Kurdistanê de ji bona kurdên ne ji xwe re ava kirîye, hatîye serê Emîn Îsa Emîn.

Ew PKK, ya ku di her gotina xwe de gotina „demokratîk, wekhevî, biratîya gelan“ bikar tîne, çima ji bona kurdan, kurdkujî kirîye kar ji xwe re?

06.07.2021

Şeyhmus Ozzengin

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *