MİJABAD

Ji bo ku welatê me Kurdistan ji alî dewletên mêtinkar ve hatîye dagîrkirin û dabeşkirin, hemû maf û rûmetên gelê Kurd hatîye talankirin û qedexekirin, zimanê Kurdî û berhemên ziman çand û hunera gelê Kurd jî stewr, kurdûnda û kor maye! Heta Kurd nebe xwedîyê dewleta xwe ya serbixwe, wê heta mirina vê neteweyê ev rewş berdewam be!

Bêdewletbûn, ne tenê bûye egerê wendabûna çand, dîrok, ziman û hemû hêjayîyên me yên sîyasî, aborî û civatî, bûye astenga gehîştina hêjayî û rûmetên heyî jî!

Nivîskar û rewşenbîrên Kurd, di her warê nivîsînê de gelek berhemên giranbuha afirandine û diafirînin. Ji bo ku dewletek me, ya ku dezgehên çap û weşanê bi rêxistinkirin bike, tune ye, ji bo ku zaningeh û medîyayek danasîna berhemên Kurdî bike tune ye, ji bo ku perwerdeya xwendekaran bi taybetî îro li Bakur û Rojhilatê Kurdistan, li ser tunekirina Kurdî sazbûye, ciwan û xwendevanên Kurd ji gelek berhemên Kurdî bêhay in.

Heta îro ya nehîştîye zimanê Kurdî wenda bibe: dewlemendîya Kurdî û berhemên wê yên folklor û hunerî, berxwedan û tekoşîna rizgarîya netewî ye!

İroj jî ya hêvîya hebûna cıvata Kurd û asasê wê zimanê Kurdî dide me, li Başûr hebûna rêvebirîya Kurd e û li her sê beşên din berdewamîya tekoşîna rizgarîyê ye!

Perçakî tekoşîna parastina rûmeta civatî û rizgarîya netewî jî, beşek rewşenbîrên Kurd yên tekoşer û bi xîret ku karê lêkolîn û nivîsandina berhemên Kurdî dikin. Ev ciwanik û ciwanmêr, bi meh û salan dixebitin û diberhimînin, qet nebe, em jî çenek zahmet bidin xwe bixwînin!..

Îro hin nivîskarên bi xîret ku nivîsandina bi Kurmancî ji xwe re kirine helwest hene! Ji vana yek jê jî Jan Dost e. Niha min pirtûka wî ya bi navê Mijabad xwend û xelas kir! Mîna her Kurdînivîsekî, dest, dil û mejîyê wî sax be!

Mijabad, di sala 2004 an li Amedê hatîye çapkirin û weşandin. Ji 234 rûpelan pêk tê.

Jan Dost, di sala 1965an li Başûrê Rojavayê Kurdistanê navçeya Kobanî hatîye dunyayê. Bi karê wergêrî, helbest û romannivîsînê mijûl dibe. Jîyana xwe li Almaya dibuhurîne.

Mijabad, ne romanek ji rêzê ye. Xwanêye ku ji bo nivîsandina vê pirtûkê nivîskar, di derbarê dîroka Kurdistan ya sed salî de, lêkolînek baş kirîye.

Nivîskar Jan Dost, ne tenê romanek edebî pêşkêşî xwendayên Kurd dike, mîna pirtûkek dîroka Kurdistan ya nêz vebêje, gelek qonax û bûyerên ku mohra xwe li dîroka Kurdistan xistîye, ji Şerê Cîhanê yekê û virde, bi hosteyî radixe ber çavan.

Jan Dost, dram û trajedîya serhildan, têkçûn, qirkirin û wêrankirinên bi serê gelê Kurd de hatîye, tevlî berxwedan û qahremanîya keç û kurê Kurd di romana xwe de pêşkêşî xwendevan dike.

Jan Dost, di vê romanê de, ne tenê rewşa gelê Kurd, lê dram û trajedîya gelên Ermen û Suryan/Aşûr jî bi vegotinek rastgo dide ber awirra xwendevan.

Mijabad, romanek dîrokî ye; ji ber ku di Şerê Cîhanê yê yekê de, bahsa rewşa gelê Kurd, Ermen û Suryan dike. Piştî şer jî sîyaseta Emperyalîst û mêtinkarên heremê rêdide ku ji gelên li Kurdistanê dijîn re tu maf tune ye! Loma gelê Kurd li gelek devera serî hildide. Bahsa berxwedan û têkçûna van serhildanan dike!

Sebeba serneketin û têkçûna tevgerên Kurd, listikên dijmin, dubendî û xayintîya navxwe, xapandin û xebitandina hêzên emperyal yên navnetewî! Rol û helwesta Rûsya, Brîtanya û hemû dewletên emperyal wê gavê çi bû, bi hosteyî rohnî dike. Gava meriv vê pirtûkê dixwîne, meriv dibê qey ji bo Kurdan zeman qerisîye û nehatîye guhertin!

Jan Dost, romana xwe bi Kurmancîyek şêrîn, xweş û zelal ya herikbar ku meriv mîna ku helbestekê bixwîne bi wate û aheng nivîsandîye. Ji xwe helbestên watedar ku li pirtûkê hatîye neqişandin, çêja xwendina wê zêde dike!

Helbet romana xwe bi helbestek modern ya îmajek watedar û dîmensazîyek bi hêz hûnaye. Evîn û hezkirina welat û tekoşîna azadîyê, bi evîna kesayetî ve kelandîye.

Jan Dost, di warê hevoksazî, ravekirin û dimensazîyê de, temamî bi Kurmancî dihizire û dewlemendî û hêza vî zaravî ya vegotinê derdixe holê.

Qahremanê romanê Badîn, mîna gelê Kurd ne rizgar dibe û bi azadîyê şa dibe û ne jî digehê her dû evînên xwe!..

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir