Mezlûm Ebdî bi Kurilla re civiya: ‘Ji bo rewşa Sûriyeyê girîng bû’

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Fermandarê CENTCOMê Michael Erik Kurilla civiyan.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku ew bi fermandarên Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) û du hêzên din ên bi Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê re civiyaye û wan rewşa Sûriyeyê nirxandiye.

Di parvekirineke xwe ya li ser tora civakî ya Xê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî got:

“Em bi Fermandarê CENTCOMê General Michael Erik Kurilla, Fermandarê Operasyona Biryara Pola General Kevin Lehy û Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Şamê General Michael Brooks re civiyan.”

Fermandarê Giştî yê HSDyê anî ziman:

“Civîn ji bo nirxandina rewşa niha ya Sûriyeyê û operasyonên hevbeş ên li dijî DAIŞê girîng bû.”

Nêzîkî 2 hezar leşkerên Amerîkayê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hene û piraniya wan li herêmên di bin kontrola HSDyê de ne.

Pentagon, HSDyê wekî hevpeymanê xwe yê sereke yê şerê li dijî DAIŞê dizane lê piştî rûxîna rejîma Beşar Esed rastî êrişên komên çekdar ên Sûriyeyê yên nêzîkî Tirkiyeya endamê NATOyê tê.

Mezlûm Ebdî da zanîn:

“Me tekezî li ser girîngiya xurtkirina hevpeymaniyê û rola girîng a Amerîkayê ya di bidestxistina agirbesteke mayînde li bakurrojhilatê Sûriyeyê û misogerkirina ewlehî û aramiyê li seranserî welêt kir.”

Amerîka hewl dide rê li ber êrişên Tirkiyeyê yên li herêmên di bin kontrola HSDyê de bigire.

Berpirsên Amerîkayê hişyarî didin ku êrişên berdewam ên komên çekdar li herêmên HSDyê, dê bibe sedema lawazkirina hewlên şerê li dijî vejîna DAIŞê.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *