Mezher Xaliqî
Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin
Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendên kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Mezher di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di wê serdemê de, dest bi fêrbûna bingehên muzîkê û meqaman kiriye. Mezher weke şagirt gelek beşdarî kirye di çalakiyên ku dibistanê lidarxistine. Ji 1956 an ve dest bi goranîgotinê kiriye, her weha xwendina xwe ya bilind di warê fîzîkê de li Tehranê û birêvebirina karsaziyê de li Îngelterayê kotahî pê aniye.
Ji destpêka salên heftêyan ji sedsala bûrî û heta 1982 an weke rêvebirê radyo û TV rojavayê Îranê kar kiriye. Sala 1983 an derbasî Kurdistana Başûr bûye û di heman salê de çûye Îngelterayê û li wê derê heta 2002 an jiyana xwe berdewam kiriye.
Mezher Xaliqî damezrênerê “ÃŽnstîtûtî Kelepûrî Kurdî” ku kar û xebatên xwe di sala 2002 de li Silêmanî di warê berhevkirin û tomarkirina berhemên hunerî ji hemû aliyên Kurdistanê dest pêkiriye. Nuha navend û ofîsên vê dezgeha bi nirx li hinek bajarên Başûr û li beşên Kurdistanê yên cuda jî karekî giranbuha didomînin.
Mezherê Xaliqî di seranserê jiyana xwe ya hunerî de bêtir ji 200 stranan gotiye ku piraniya wan di radio û TV de hatine weşandin û weke hinek ji bi nirxtirîn stranên kurdî têne jimartin.
Sisê ji navdartirîn stiranên Xaliqî li vir em dê pêşkêşî xwendavanên hêje bikin li gel tekstên van stiranan bi zaraveyê kurmanjî.
Şêrîn Teşî dirêsê:
Şerîn Teşî Dirêsê
Li ser wê qameta yar gul û ebîr dibarî
Dilê min xiste lerzê, lerza memkên hinarî
Mest mest gul awir vedan ji du nêrgizên xumarî
Bi kenîn zulf rakirin ji ser rûdêm û zarî
Dunya bi întizare, şêrîn teşî dirêsê
Teşî weke dilê min di destan de dilerzî
Çi ciwan û dilrevînok rû heyv û perî terzî
Gava gihişt ser avê, zulf rakirin bi lezî
Ku şev beyanî berda, gul û binefşe barîn
Dunya bi întîzare, şêrîn teşî dirêsê
Tilyên ji rengê şimşal, destên nazik bi xirxal
Rûdêm sipî sêvên kal, perçem reşe çavxezal
Wek rengê nexşê Manî, bejn û bal û xet û xal
Silav li aşiqan da baxê gul û hinarî
Dunya bi întizare, şêrîn teşî dirêsê
Ji Hesreta Dîtina Te:
Ji Hesreta Dîtina Te
Hesreta dîtina te derûn li min sûtaye
Bi yek carê ji derdan hiş û fehim ne maye
Dil li ba bê, ruh fîda bê
Ez nemînim, tu li dunya bê
Biharan çi xemgîn dinalênê bulbul
Ta kengî ez bigrîm ji eşqa te ey gul
Ay gula min, sumbula min
Agirek berda dilê min
Ciwaniya te dîlber bêwêne û nezîre
Dil weke çûkê sehra şopa te digîre
Çûk dê rakim, ber bi ba kim
Heyf e, li dûr te hîlakim
Binalêne bulbûl ku wextê fixane
Li ser şax nema gul nîşanek xezane
Ay gula min, sumbula min
Agirek berda dilê min
Gulnîşan:
Gulnîşan
Desthilata min çi bû, nerdê bext weha anî
Çerxa çep wa li min kir, wek xoşewîst tu zanî
Gulnîşan gulnîşan esmer halêm perîşan
Herçend çûme xerîbî, naÅŸkênim e’hd û peyman
Ta dilê min zindî ye, ta ku gul dipişkivê
Ta bulbul li baxan bê, dil dûrî te nakevê
Ey bûka kudewarî, ey avîn ey dildarî
Min dil her li ba te ye, bi mestî û bi hişiyarî
Her ku mîhnet gur bibê, girtir bibe di ba de
Bighêja piştî ewran, car dî werê ji hewa de
Dê dil her avîndarê keça Kurdistanê be
Heta ku ev dil bijî xemxwerê sewdanê be
Ferhengok
Ebîr: Bêhna gulan, behna xweş
Mest: SerxweÅŸ
Xumar: Nîv hişiyar, çav li xew
Zar: Li vir bi wateya rû, rûdêm tê
Zulf (zilf): Bisk
Întîzar: Çavrêkirin, Çav li rê
Terz: Şêwaz
Beyanî: sibeh, sipêde
Şimşal: Alavekî jenîna muzîkê ku mîna bilûrê ye
Xirxal: Di zaraveyê Soranî de bi wateya bazin jî tê bi kar anîn
Manî: Pêxemberê ola “Manewî”, bi înglîzî ” Manichaeism”, ku di sedsala 3- an a zayînî de jiyaye.
Derûn: Ruh, rih, rûh
Sehra: Çol
Hîlak: Gotineka erebî bi wateya mirinê ye. Di zaraveyê Sornî de hem bi wateya mirinê û hem jî bi wateya westandinê tê bi kar anîn.
Fîxan: Girî, giryan
Xezan: Xemgîn
Gulnîşan; Stiraneka herêma Botanê ya navdar e. Mezher Xaliqî yekemîn hunermend bûye ku Gulnîşan bi zaraveyê Soranî gotiye.
Nerd: Formekî çargoşe yê biçûke ku di lîstika tavlê de tê bi kar anîn
Çerx: Felek
Xoşewîst: Evîndar, dilgîr
DipiÅŸkive: Vedibe
Mîhnet; Gotineka erebî ye bi wateya belayekî mezin, karesatê ye
Gur bibe: Xurtir û mezintir bibe
Sewdan: Li vir bi wateya evîn e