Mesrûr Barzanî: Pêwîst e hikûmeta federal malbatên şehîdan û Enfalkiriyan qerebû bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25ê Tebaxê bi boneya 36 saliya qurbaniyên Enfala Badînanê peyamek belav kir û tê de ragiahdm, “Divê hikûmeta federal erkên xwe yên yasayî û exlaqî pêk bîne û malbatên şehîdan û qurbaniyên Enfalê qerebû bike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Îro em qurbaniyên Enfalê li Badînanê bibîr tînin, ku beriya 36 salan di dawî qonaya enfala hovane ya rêjîma Beis de, bi hezaran xelkê bêguneh li devera Badînanê şehîd û winda kirin. Bi sedan gundên deverê wêran kirin ku bp sedema koçberbûa bi dehhezaran kes.

Amaje bi wê jî kir, “Armanca van tawanên hovane, qirkirin û jenosîdkirina gelê Kurdistanê bû, lê berpirsyarên van komkujiyan nekarîn îrade û daxwaza azadiyê ya gelê Kurdistanê têk bibin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî gor: “Di vê boneyê de em tekez dikin ku divê hikûmeta federal erkê xwe yê yasayî û exlaqî cîbicî bike û malbatên şehîdan û qurbaniyên Enfala destê rejîma berê ya Iraqê, qerebû bike.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de silav li giyanê pak ê qurbaniyên Enfala Badînanê û hemû şehîdên Kurdistanê kir û ragihand, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hewlên xwe berdewam dibe û her çi di karînên wê de be, dê ji bo xizmeta malbatên şehîdan û enfalkiriyan bike.”

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *