MA TENÊ ŞAM NE ŞEKIR E?

Nurî ALDÛR   

Na, helbet ne tenê Şam ne şekir e! Ankara û Tehran jî ne şekir û şima ne; ewan îroj halî hazir, ji Şamê tahltirin jî. Pekî çawa û Çilo?

Min di nivîs a xwe yî berî vê nivîsê de qala zeîftîya rejîma Şamê kiribû; ku ewê îroj mîna marên nîvkûştî ye û lewra ewê nikaribê tenha bi serê xwe kurdan têk bibe. Lê rejîmên Ankara û Tehranê jî mîna fosîlên dînasorîanin: ewan dewletên kevnin, xwedî nav/ûnwanin û cihên xwe li dinyayê hene û dinya jî wan dinase:

Ankara xwe mîrasdarên selçûqîyan, turanan û osmanîyan dibîne û wilo jî xwe dide nasîn. Ew xwedî ordîyên mezin û gelek techîzatanin. Erê, heta vir mesele rasta; lê çi sûda wê bo hemwelatîyên wê, bo drawsên wê heye, bo merovatîya dinyayê heye? Ji xwe eve pirsa giring; ku em hemi pêwîste ku li ser bihizirin!

Ti bandora Ankara li ser hûzûr, refah û aştîyê bo welat/mentîqê û dinyayê tûneye. Ewan xûrt in, bi qûwet in, dewlemend in; lê ne demokrat in û ne jî lîberal in. Şansekî nadine gelê kurd û opozîsyona xwe, da ewan jî hinek nasîbên xwe yî tabîî di vê jîyanê de taem bikin/serbest û azad bijîn.

Na, na; eve kultur li Ankara nîne, çênebûyîye û wa dîyar e çê jî nabê! Ezê vê tez a xwe bi gotineke pêşîyan bi babetê ve girêbidim.

Çi gotine? Gotin eve ye: “Şam dûre, ma mişar jî dûre?”. Berî bi sê rojan (2025.11.21) rojnameyeke swêdî ku yek ji wan rojnamayên herî mezine(SvD) li Swêd, weha rewşa cografya rejîma Ankara darîçav dike:

“…ticareta narkotîka ji Kafkasyan ta Latîn Amerîka, krîmînalîtêta fereh û bi kêmasî anjî tûnebûna dad/adalatê neheqî û bê îstîkrarî xistîye safhayê bilindde…”. Êêê eger rewşa wan wehabê, ewê çi xêrê bidne kurdan anjî kesêndin! Lewra Ankara nikarê şêrîn bibe, lê ewê roj bi roj tahltir jî bibe.

Êêê Tehran kîye/çîye? Ev rejîma mela û îslamîstan anjî qatilan, xwe ji mîrasa safewî, fars, şah û şehînşahan dibînin û ewan jevre jî pîrozbin û kes ji me na hasidê wan; lê dema ku ewan xwe wilo di nepixênin û di heman demêde xortên kurdan û yên gelêndin bi darvedikin; ew sûcdar û terorîstîya xwe nîşanî me û dinyayê dikin. Li gor agadarîyên dostên ji Rojhelat, rejîma Tehranê li cîhna li wir hinek semt û bajarok avakirine, ku bes bo wan û kesên wana. Evan xanî û avayîyan xwedî standardên bilindin û ji standardên swêdî jî moderntir û bihatirin. Êêêê pekî kî li vir dijîn,  sûcdar û çetene? Ewan krîmînelan, mela û zalimên ku li Tehranê hikm dikin bi xwe ne.

Paytextên ku ji bo gel û hemwelatîyan xwedî marîfet û rêzbin, ji bo welat û dinyake nerm, xweş û şêrîn bi tekoşin; ewên hingî bibne xwedyê ajenda sibe, pêşerojê û ewên bibne taca serên gelek kesan.

Nuri Aldur.

2025.11.24

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *