Lîstika satrançê ya dewletan û rewşa Kurdan

Cano Amedî

Nizanim navbera we û lîstîka satrancê çewa ye? Satranç lîstokek gelek xweş û xwedî stratejîyek kûr û dergûşa fikirên cûdaye.

Ev bûyerên dawîyê û gefên Îran û Amerîka bala mirov dikşîne ser wêneyên ber çavan. Gelo ew hemle û gavên tên avêtin wê tesîrek çewa li ser listîkê bike? Encam û bandorên wan hemleyan wê rê li ber guhertinên çewa veke?

Weke hûn jî dizanin ev deh salên dawî de, weke lîstoka domino  hemle li pey hemlê rê li ber guhertinên bi xwîn vekir. Bi navê bihara erebî lîstok ji Tûnisê destpêkir. Misir, Lîbya, Surî, Îraq, DAÎŞ, Haşdî Şabî, Îran û Tirkiye, Siûdî û dewletên din qada lîstîkê ne. Amerîka û Rûsya weke lîstîkvanên sereke, bi alîkarîya hevalbendên heremî hemleyên xwe didomînin.

Kurd di vî wêneyî de li ku ne? Çi dikin û xwedî kîjan stratejîyê ne? Bersîva vê pirsê çi ye? Em dikarin bêjin li başûr û rojavayê Kurdistanê gavên ji hev cuda hatin avêtin. Li başûr, bi biryar û pêşniyara 33 partî û rêxistinên Kurdistanê biryara referandûmê hat girtin û li gor wê rojevê sîyaseta xwe dîzayn kirin. Lê mixabin dewletên dagirker û hevalbendên wan li dijî pêvajoya referandûmê bendên mezin avakirin. Pêvajoya referandûmê bi ked û xebatên mezin, bi îrade û serkêşîya serok Barzanî gihîşt encamên dîrokî! Lêbelê weke hûn jî dizanin îxaneta 16 cotmehê, cardin xencera bi jahr, derbeyek giran li têkoşîna doza Kurdistanê xistin. Carek din rûyên xwe yên xayîn û rolên xwe raxistin ber me û rê li ber têkçûnê vekirin. Bi wî awayî derfetên zêrîn ji dest çûn…

Li başûrê rojavayê Kurdistanê, sîyaseta serdest bi hemlêyên qartonan, parastina “bakurê Sûrîyê” weke erkekê dît û sîyaseta xwe dîzayn kirin. “Yekîtîya axa sûrîyê” bi xwe re yek dengî û yek rengî geÅŸ kir. Tunebûna stratejîyek netewî, bi xwe re berjewendiyên rêxistinperestîyê derxist pêş û derî li ber hewldanên netewî girt. Li vî beşî, ji bilî serkeftina dijî ÅŸerê Daişê tu encamek sîyasî û statûyek berbiçav tuneye. Åžaşî û stratejîya wan, rê lli ber guhertinên demografîk vekir. Erdnîgarî û civata Kurdistanê ket bin metirsîyeke mezin.

Li bakûrê Kurdistanê, bi stratejîya “ÅŸerê ÅŸoreÅŸa gel” hêvî û kelecanîya gel, di nav taxên bajar û bajarokan de, di xendekan temirandin.

Emerîka, Rûsya, Çîn û desthilatdarên din, stratejîyên xwe li ser du beÅŸan didomînin. Yek jê kontrolkirin û bi destxistina potansîyela bazara enerjîyê ye. Ya din jî bazara firotina çekan e! Stratejîyek li ser zemîna berjewendiyên dewlet û gelên xwe didomînin. Hemlên dikin jî li gor wê stratejîyêye. Li başûrê rojavayê Kurdistanê, ji bo lîstîka xwe nûjen bikin, pê li serê “fîl” ê Tirkiyê kirin. Emerîka di hewÅŸa wan de, bi alîkariya wan, El Baxdadî weke bac radest girt. Êdî ev stratejîya tepixandin, kuÅŸtina gelê Kurd û rê li ber lotikan vekir. Di nav demê de, wê guhertinên çewa derkevin holê, li benda bersiv û zelalkirina rojevê ye.

PiÅŸtî kuÅŸtina Qasim Silêmanî Trump du tweetên balkêş belav kir: Trump got: “ji bo em rê li ber ÅŸerekî nû venekin, me Qasim Silêmanî kuÅŸt” Ya duyem de jî got: “ÃŽran di tu ÅŸerî de bi serneketî ye, lê li ser masê jî tu carî hunda nekirîye” Gelo divê em van gotinan çewa bixwînin?

PiÅŸtî kuÅŸtina “wezîr”, wê ÃŽran karibe lîstikê bidomîne? An jî bo lîstîk pata bimîne, beÅŸek dewleta ÃŽranê ya kûr, ji bo berjewendiyên xwe “wezîr” feda kir? An derî li stratejîyek nû vekir? Divê em li ser van pirsan bisekinin û bifikirin.

Piştî vê pêngavê ewê guhertinên çewa derkevin holê, Cardin ger hespa felekê bê ber derîyê me, em amade ne lê Suwar bibin an na? Hêz, partî, rêxistin, rewşenbîr û saziyên stratejîk divê zûtirîn li ser alternatîfan rawestin û nexşerêyek netewî amade bikin. 07.01.2024

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *