Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Sunday, February 17, 2019

Li Zîndanê Rojîya Birçîbûnê 

Li zîndana Amedê ya leşkerî 5 Nolî de, bi serhildana 5 Îlonê 1983 û ya 3 Çile 1984 re em ketin rojîya birçîtîyê û beşek heval jî ketin rojîya mirinê.

Berî serhildana Îlona 1983`an, beşek rêvebir û endamên PKK ê di 14 Tîrmehê 1982 an de, ketibûn rojîya mirinê. Piştre ji van kesan Kemal Pir 7 Îlon, Hayri Durmuş 12 Îlon, Akif Yılmaz 15 Îlon û Ali Çiçek 17 Îlon 1982 jîyana xwe ji dest dan.

Orhan Keskin û Cemal Arat piştî 54 rojên ji destpêka berxwedanê, di rojîya mirinê de jîyana xwe ji dest dan. Helbet vana di vê zîndanê de ne şehîdên dawî bûn; lê di dema ku ez di vê zîndanê de bûm, tevlî wana û yên ji ber îşkencê 34 meriv hatin şehîdkirin!

Ji xeynî hevalên ku di rojîya mirinê de, em qawîşên ku di berxwedanê de bûn, ji bo ku barîqat hat danîn, fîîlen em heyvekê di rojîya birçîbûnê ya bê xwê û bê şekir de jî man. Piştî heyvekê ku em birin hucrexana (qawîşa) 35`an, dîsa nêzî heyvekê xwarinek pir hindik didan me. Werê ku piştî ku em yên hucreyan li qawîşa belav kirin, rovîyên min tev nêm û elem girtin û zêdetirî heyvekê tu xwarin di madê min re neçû xwar, hata ku min şîr jî vedixwar, ez vedirşîyam. Piştî ku ez ji desthilanîn û qidûm ketim û nema karîbûm rabim ser xwe, gardîyana ez bi sedyê rakirim rewîrê û derzîya penîsîlîn li min dan. Piştî çend rojan, girêkên elemê yên di rovîyên min de deribîn û hêdî hêdî ez bi hişê xwe ve hatim û ji mirinê filitîm!

Piştî cezadana mahkemeyên leşkerî, doza me li dadgeha tirk ya bilind di sala 1987`an hat qebûlkirin, em şandin girtîxana bajarê Aydin ya Tîpa-E ya sîyasî. Di 22 Gulan 1988 an di du qawîşan de tunel hat dîtin, loma rêvebîrîya girtîgehê êrîşî piranîya qawîşan kir û em bi lêdan avêtin hucreyên bê doşek û betanî.

Di her hucrakê de em 3-4 kes diman. Rêvebirîya girtîxanê, heta 15 rojan, şekir û xwê jî nedan me. Gava me daxwaza şekir û xwê kir jî gotin: “Wezareta Dadê ji me re gotîye”: `tu tiştekî nede wan!`

Piştî 15 rojan, rêvebirîya girtîxanê ji me re got ku: “wezaret destûr dide ku tenê em bi çayê re karin şekir bidin we!” Tevlî ku em wek du rêxistin, li hemberî vê helwesta rêvebirîyê derketin jî bi daxwaza pirranîya hêsîrên di grevê de, me çaya bi şekir qebûl kir. Piştî heyvekê bi alîkarîya Komela Mafê Mirovan û navbêncîtîya çar heb wekîlên CHP rêvebirîya girtîxanê daxwazên me yên girîng qebûl kirin û girev bi dawî hat.

Berîya ku rêvebirîya Girtîxana Aydin Tîpa-E daxwazên me bi cîh bîne, grûbek ji 32 kesan pêkdihat ku ji rêxistinên cuda cuda bûn, di nav wan de ji qawişa me jî hevalê me Mehmet Can Azbay hebû ev hevalên me nefî girtîxaneyên Bûrsa, Eskişehir, Gaziantep  û Çanakkale kirin û em jî bi bahaneya tamîra girtîxanê şandin girtîxana Nazillî Tîpa-E.

Li Girtîxana Nazillî, rêvebirîya girtîxanê dest danî ser hemû pirtûk û alavên me. Ji bo ku pirtûk, daktîlo, ocaxa xwarin çêkirinê, gwîzan, kêra zeletê û hwd. bidin me, ji bo derketina hewşê û dirêjkirina serlêdanê me dîsa dest bi rojîya birçîbûnê ya bêdawî kir.

Ji bo ku hîna nuh em ji rojîya girtîxana Aydinê derketibûn û em baş bi ser xwe nehatibûn, me dîsa  dest bi rojîya birçîbûnê ya bêdawî kir, vêya ji rojîyên din bêtir bandor li me kir.

Di rojîya birçîtîyê ya Nazillî de, wek her rojîyê me karîbû têr av bê dawî vexwara! Wek her rojîyê, di roja pêncan de, êdî mahd û rovîyên me fêrî birçîbûnê dibûn û êdî me nema birçîtî his dikir.

Dema laşê mirov bê xwarin dimîne, çavîyên laş yên jîyanê pêşî xwe bi bezê ku di laş de heyî xwedî dike. Piştî ku bez qedîya, çavîyên di goşt de dixwe; ew jî qedîya dest bi çavîyên masûlkan dike; ku ew jî biqede, seqetîyên laş û mejî dest pê dike.

Piştî bîst û bîst û pênc rojên rojîyê, di laş, raman û derûnîya meriv de hêdî hêdî guhertin dest pê dikin:

Canê meriv ji her alî hestên qelsbûn, pûçbûn û rizandinê dide der; meriv xwe pîrbûyî his dike. Meriv nikare normal bimeşe û meriv dibê qey laşê meriv hişk bûye û çerm bi hestîya ve zeliqîye, loma meriv wek textik û req dimeşe. Dema meriv radibe û rûdinê yan dimeşe, mîna ku meriv ji hişê xwe biçe û bixele, ber çavê meriv reş dibe û meriv gêj dibe.

Ji xwe rohnîya çavan kêm dibe, guh giran dibin û baş deng nayê meriv; lê hesta tahmê û bêhn hilanînê pir xurt dibe: li kuçeyên nêz an dûrî girtîxanê li kîjan malê çi xwarin çêdibû, bîhna wê dihat me û xwarinên ku me berê nas dikirin, me cûreyên wan ji hev derdixist.

Dema li girtîxana Aydin, piştî 15 rojên rojîyê çaya bi şekir dan me û me vexwar; qet bîn û tehma çaya ku me nas dikir jê nedihat; mîna ku kulîlk yan pincarek hatibe kelandin û em ava wê vedixun.

Laşê me bi taybetî jî nava me, mîna ku di nava qeşê yan agir de be dişewitî; çiqas cil û betanîyên me hebûn me li xwe dipêça, dîsa jî şewat û lerza canê me ne disekinî.

Êdî me nema dikarî avê jî vexun: tehma avê, ji me re wek tehma qûmê an axê dihat.

Hêdî hêdî xew kêm bû, heta hat sifirê: êdî gava çavê me diçû ser hev, mîna ku emê bimirin em vediciniqîn.

Mejîyê me yê alîyê hîpotalamûs (Hypothalamus) her sanîye bi me hiskirin dida ku laş dimire, divê em xwarinê bixun! Çiqas xwarin, vexwarin û tehmên di bîra me de hebû, hertim tanî bîra me. Lê korteks (cortex), beşê hiş û ramanê, tekoşîna xwe dewam dikir!

Ev cara sisêya bû ku bi egera rojîya birçîtîya bê dawî ku porê min tev weşîya û pidûyê/goştê diranê min tev nêm û elem girt, rizîya û weşîya! Dema ku min bi qursek porê xwe digirt tev bi destê min ve dihat. Diranê min tev dileqîyan: goşt li dora wan nemabû û yê binî jî pir qels bûbû; loma min newêrîbû ku diranê xwe bi tilîkên xwe dehf bidim yan bikişînim!

Min bala xwe dayê, mirov her ku ber be mirinê ve diçû, di warê derûnî de bêtir xweperest dibû. Tiştekî meriv yê xweşik yan bi qîmet heba, ji meriv dixwestin. Yan hin jê gelekî xeydok û hêrsok dibûn. Di hinekan de haletên şikberî, kumreşî, çikûsî xwe dida der.

Mirova di hişê xwe de û bi hevalên xwe re, dest bi lêpirsîn û munaqeşa rastî û xwarî, hêjabûn, kêrhatin û pêwîstbûna vê çalakîya mirinê dikirin.

Rojîya me ya birçîbûnê li girtîxana Nazillî ket roja 35`an, lê ji bo betalkirina rojîyê, tu deng ne ji Wezareta Dadê derket û ne jî rêvebirîya girtîxanê helwestek erênî rê da. Loma berpirs û endamên rêxistinê çep yên Tirka û yên Kurda, dest bi gengeşîya “em çalakîyê dewam bikin ya na” kirin! Bi daxwaza piranîyê, yek alî mahkûman dawî li rojîya birçîtî ya bê dawî anîn.

Lê piştî rojîya Nazillî, di laş û mejîyê me de haletnî nedîtî û ne normal bi me re çêbûn: ez pênc roj û pênc şeva ranezam û heyvanê xewê jî min his nedikir! Min ji hevalê xwe Edîp Galîn pirsî: “bi te re tu guhertinek ne normal hey e an na?” Edîp jî got: belê: “ez çavê xwe digirim jî, vedikim jî ferq nake, temamê jîyana min, wek fîlmekî sînema di ber çavê min re derbas dibe!”

Ez ji xwe re fikirîm û min got: “gelo ez qet ranezêm baş e, yan ez normal razêm baş e!?” Di dawîn de min biryar da ku “jîyanek normal, wek ya herkesî, bi sihettir e, loma divê ez razêm!” Min cîyê xwe amade kir û hevalên xwe yên qawîşê tembîh kir ku “heta ez ji nav nivîna ranebim, bila kesek ba min neke!” û ez ketim nav nivînê xwe û min betanî kişand ser rûyê xwe û min çavê xwe girt û min mejîyê xwe ji ramanan dûr kir û tenê ez xew hizirîm. Ez nizanim bê ez çend saet di wê rewşê de mam, lê di dawîn de ez di xew re çûm û têr raketim!

Piştî ku ez ji xew rabûm, pirsgirêkek din dest pê kir: canê min tev werimî û gaz di devê min re dihat! Ez di xwe fikirîm ku ev zêdetirî 40 rojî ye ku ez dernekitime destava mezin. Ji bo derkevim destavê, min qedehek zeyt vexwar, lê fêde nekir. Tu navê pîsîyê di rêvîyê min de, hingî rêvî mêtiye û li hev gerandîye, bûye girêkek hişk û di tabûta min de asê bûye! Min li xwe dananî ji bo wê biçim doktor. Loma li destavxanê min zor da xwe ku derînim!.. Di dawîn de bi serketim, lê rovîya min jî pê re hat xwarê û min ew bi desta dehf da nava xwe!..

Piştre dîsa li girtîxana Aydin û ya Elbîstan ji du rojan heta 20 rojan bi dehên caran em ketin rojîya birçîtîyê ya bi dawî û bê dawî.

Di sala 1993`an li girtîxana Aydin, li hember qetlîama Licê ya ji alî dewletê û şewitandina sî û sê rewşenbîrên Elewî me pênc roja rojîya riswakirinê girt. Wek berpirsê rêxistina xwe, min jî nivîsa riswakirinê îmze kir. Loma mafê min ku du salên xwe yên dawî li girtîgeha vekirî an nîv vekirî derbas bikim ji min hat sitendin! Piştre doz li me hat vekirin. Mahkeme ji qanûna li dij terorê, ducar cezayê hefsê û yê pere da me û mahkema bilind “Yargitay”ê ew ceza erênî kir.

Li hember hêsîrên Kurd, ne tenê vê bê dadîya hat kirin: Hukumeta tirk, dema di salên 1990 de Qnûna Berdana bi Merc derxist, ji bo maddeya 125 ya ku Kurd jê ceza xwarin, hêsîrên Kurd tenê du qat di girtîxanan de girtin! Hemû cezaxwarên muebet yên tirk 7,5 û îdam 10 sal razan; lê yên Kurd, muebed 15 sal û îdam jî 20 sal razan.

Di dawîya 1994`an ji bo ji Edenê û Meletya girtî anîn girtîxana Elbîstan Tîpa-E û tade li girtîya kirin; me jî wek cezaxwarîyê giran wê neheqîya qebûl nekir û me wan xist rojîya birîçîbûnê ya bê dawî û 17 rojan em di rojîyê de man, loma ji girtîxana Elbîstan me nefî hefsên cuda cuda yên girtî kirin. Wê demê min jî şandin hefsa Manîsa ya Tîpa-E.

Nerîna te