Li Zîndana Amed Berxwedana Çile 1984*

Piştî berxwedana 5`ê Îlonê 1983`yan, em ji îşkencê û talîma leşkerî xelas bûbûn; lê rêvebirîya zîndanê û bi taybetî, midûrê zîndanê vê rewşa me danediqurtand û bela xwe di me dida. Heta sibehê ranediza, mîna serxweşan virde û wêde dibeşişî, li yekî digerîya ku bela xwe tê bide; di pacê derîyan û qulikên taqên qawîşan re çavdêrîya me dikir. Kî şîyar ba yan li ser pêyan ba, pê re dixeyidî û heqaret lê dikir. Kî li salonê ji bo çûna dadgehê, nexweşxanê yan serlêdanê bidîta, digot:

“Çima hûn rûmeta min nagirin û li ber min nakevin temenê!” Rojekê em çend heval li bendî serlêdanê sekinîbûn. Bînbaşî di ber me re derbasbû. Hevalê me M. Can A. jî pişta xwe dabû dîwêr û lingê xwe avêtibû ser hev. Bînbaşî jê re got:

-“Çima tu bêterbîyetîyê dike û ji min re nakeve temenê; ma ne ez mezinê te me!” Cano jî bersîv dayê û jê re got:

18121_10153214122543482_8122932891472180300_n“Ma tu mezinê min`î çiye, qey zilm, zor û îkenceya ku te li me daye kirin, em karin ji bîr bikin û bi ser de rûmetê bidin te; tu rûmetê heq nake!?” Wî jî ji leşkerên xwe re got:

“Vî bêterbîya bibin ceza bikin!”… û bi vî awayî mirov dida îşkencekirin.

Egera vê helwesta Serdarê ordîya tirk (yê ku midûrê zîndana 5 Nolî bû), xewe perwerdekirina hêsîrên Kurd û xweparastinên wan yên sîyasî û welatperwerî ya li dadgehên wan yên leşkerîya awarte bû.

Leşkerên gardîyan, copên wan di destên wan de, destpê kirin ketin hewşên ku em lê li ser xwe digerîyan û ciyê me lê bîhna xwe derdixist. Ji bo ku gardîyanan peyv davêtin me û bela xwe di me didan. Me derketina hewşan red kir.

Leşker, di çûn û hatina serlêdan, nexweşxane û dadgehan de em zivêr û tengezar dikirin û dest bi êrîşkarî û tadê kirin. Ji têkilî û axaftina hêsîran û parastinên li dadgehan, dibûn asteng.

Ez û M. Can A. jî zêdetirî du mehan em xebitîbûn, me parastinek sîyasî amade kiribû. Hevalekî me jî li qawîşa 24`an dima. Qawîşa 24`an berî berxwedanê, bi dorê carna derdiket hewşa me. Ji bo ku qawîşa me li qatê zemîn bû, bi rehetî me bi hev re sohbet dikir. Me ji wî hevalî re got; “vaye me parastinek amade kirîye, tê jî beşdarî me bibe!” Wî jî got; “ka hela ez bixwînim, ez`ê wê gavê helwesta xwe ji we re bêjim!” Me jî parastina ku me amade kiribû dayê. Îcar em ketibûn tatolaka parastina ku me ewqas serê xwe pê re êşandibû wenda bibe.

Piştre wî hevalî got; “gava ku ez çûm dadgehê, yüzbaşî ew parastina ku we da min ji min stendîye û gotîye; `ezê lê binerim bidim te!` lê di peyre nedaye min û dest danîye ser wê parastinê!”

amed zindanıRoja 03.01.1984`an, li hember parastina sîyasî ya beşek hêsîrên PKK ku çûbûn Dadgeha Rêvebirîya Awarte ya leşkerî, astengkirina parastinê ya ji alî dozger û dadgeran, bûbû egerê protestoya hêsîran!..

Birek hêsîr diçin serlêdanê. Ji xwe serlêdanîyên me gelekan bi tirkî nizanîbûn û yê min bixwe jî bi tirkî nizanîbûn. Wê gavê hinek hêsîr bi serlêdanîyên xwe re bi kurdî dipeyivin, lê leşker zimandirêjî û destdirêjîyê dikin, bi wan re dixeyidin û dawî li serlêdanê tînin! Ew jî wek riswakirin, camê qabîneyan dişkînin û dest bi diruşman (slogan) dikin. Wê gavê, me jî li qawîşan dengên diruşmên wan bihîst; digotin:

“Bimre îşkence!.. Bimre zordarî!.. Wê Rûmeta Mirovahîyê Zora Îşkencê Bibe!..”

Me jî li temamê qawîşan bi yek dengî wan diruşmana ducar kirin! Dîsa bû qîrîn û hawar! Êrîş û îşkence, dîsa bû beşek jîyana me! Tirs û xofa mirinê, wek rûberekî ji xemê me pêça! Çimkî divîyabû me her yekî bi serê xwe biryarek girîng bida: ya em`ê radest bibana û meyê ji daxwazên mêtinkarên nîjadperest û îşkenceyên wan re bigota erê, yan jî me dê di berxwe bida, yan bi rûmet bimira û yan jî bi serbilindî bijîya!..

Ji bo ku li qawîşan giranîya hêsîran (texmînen ji % 80) ji doza PKK bûn, li zîndanê mîna radestîyê, di biryar û şêweyê berxwedanê de jî rola wan sereke bû. Wê demê hat zanîn ku zîndanîyên PKK, ji bo rêvebirîya zîndanê, wek berpirsîyarê PKK, li zîndanê pênc kes hilbijartibûn: ji vana li qawîşa 19`yan M. Ayata û li qawîşa 24`an jî M. C. Şener dima. Necmetîn Buyukkaya jî li 24`an dima. Her sisêyê din jî (Mustafa K., Riza A., Orhan Aydin) li hucreyên 35`an bûn. Roja dudoya ji rêvebirîya PKK, ji PKK`yîyên li qawîşan talîmatek hat û gotin:

“Hemû qawîş li ber derîyan barîkatan deynin û nehêlin leşker têkevin qawîşan; heger leşker bixwazin bizorê têkevin qawîşan jî, di berxwe bidin, heger canfeda hebin karin şer bikin, xwe dar dakin an xwe bişewitînin!” Gava berpirsên PKK yên qawîşan, vê talîmata, pêşî wek pêşniyar ji me (rêxistinên din) re anîn, me teva vêya şaş dît û me red kir. Me sebeba vê biryarê ji wan pirsî. Wan jî got:

“Em bi hemû girseya xwe bawer nabin; loma dibe ku di serî de gelek radest bibin û vê yeka jî bibe sebebê têkçûna berxwedana me. Ya din jî pêwîstîya me ji qezenckirina demê heye: ev jî wê temenê berxwedanê dirêj bike!” Em li hember vê ramanê derketin û me got:

“Kî çi helwest yan çi çalakîyê deyne gerek serbest be û mafê kesî nîne zorê li kesî bike! Kesên ku nexwaze berxwe bide, ew ji xwe re zanin; lê yên berxwe bidin jî bila vekirî û bi mêrxasî berxwe bidin! Na heger di danîna barîqatan de bête israrkirin, li gorî me wê îdare bi zor têkevin qawîşan, wê demê, him wê birîndarî û kuştin zêdetir bibe û him jî wê radestî ji texmînê zêdetir bibe!” Bersîv balkêş û ecêb bû; gotin:

“Ew kesên ku li hemberî danîna barîkatan dertên, bira herin xwe bavên îdarê û radest bibin!” Me jî got:

“Baş e, madem hûn îrade û lênerîna me nasnakin, wê gavê em berpirsîyarîya vê şaşîya we hilnagirin! Hûn qet meraq nekin, em narin radestî îdarê jî nabin û em`ê heta dawîyê, ji bo xwe, berxwe bidin! Lê em bi destê xwe barîqatê danînin; hûn ji xwe re deynin!” Li qawîşa 28, destpê kirin barîqat danîn û paş derî baş asê kirin.

Li gorî em piştre pê hisîyan, îdarê mirovên ji eşîreta Bûcak`an, Suleyman`an û mukirdarên PKK, li derên girîng yên ku karin li her derê gohdar bikin, bicîh kiribûn û kî çi dipeyevî û talîmat ji ku dertên û nava qawîşan çi tên gotin, tev yek bi yek qeyd dikin û didin îdarê.

Di destpêkê û di demajoyê de gelek hêsîr ketin rojîya mirinê. Ew mirovên ketin rojîya mirinê jî ji qawîşan veqetandin û birin qawîşa 32`an. Ji bo ku barîqat hatibûn danîn û derî girtîbûn, tevlî ku em neketibûn rojîya mirinê, lê heyvekê xwarin nehat hundir û bi vê şêweyê, ne fermî em jî ketibûn rojîyê!..

Her roj qîreqîra me bû, me slogan davêt û her qawîş bi rêya taqik û pencireyan agahdarî û nûçeyên ku em pê dihesîyan me didan hevdû.

Me dibihîst ku her carê leşkerên komando hêrîşî qawîşekê kirîye, pace şikandine, yan dîwar qul kirine, ketine hundir û ketober bi dar, cop û şerîtên komandoyan mil, ling, serî û parsûyên gelek hêsîran şikenandine.

Pişre me bihîst ku leşker ketine qawîşa 9, 10 û 26an. Çend heban xwe şewitandine û agir bera qawîşê dane. Piştî operasyonê, gellek hêsîr radest bûne! Li qawîşa me jî du-sê hêsîran ji bo şewitandina xwe û ya qawîşê, niftik û alav amade kiribûn!..

Li gor texmîna min 24`ê çile bû, ji qawîşên ku mabûn dengê slogana hat û gotin: ”Girtin ser qawîşa 24`an!” di êrîşê de çi tîne serê wan ez hîna jî baş nizanim. Lê piştre tiştê ku hêsîrekî ku li wê qawîşê dima ji min re got: “Min, M. C. Şener û Necmettîn Buyukkaya birin hemamê, li wir yuzbaşî Abdullah Kahraman got:

necmettin_buyukkaya_yi_aniyoruz_h810`Ev berxwedan tev di rûyê we de ye û hûn serkêş û rêvebirên wê ne, loma ez`ê we bikujim!` Necmettîn Buyukkaya got:

`Zordarî, îşkence û kuştina mirovan her karê we ye! Lê divê tu ji bîr neke, em ji we natirsin! Hûn dagîrker û mêtinkarê welatê me ne; em jî xwedîyê vî welatî ne; heta ku em rizgar û azad bibin, em`ê li hember we bitêkoşin! Doza me doza neteweyekê ye û heq e! Hûn karin me yek bi yek bikujin û we hertim vêya kirîya, lê heta em hebin em`ê vê dozê bimeşînin! Bimre zordarî, bijî Kurdistan!` Yuzbaşî ji celatên xwe re dibê:

`Hûn çi sekinîne, wî biqedînin!` Li ser fermana fermandarê zîndanê, gardîyanên leşker, derbên kuştinê li Necmettîn Buyukkaya didin, loma şehîd dikeve!..`

Wê gavê M. C. Şener dibin û cilên “yek tîp” lê dikin û wî li salona sînama derdixin pêş hevalên wî!..

Remzi ayturkPiştî bûyera Necmettîn Buyukkaya, ji doza “Rizgarî” Remzî Ayturk, di 25 Çile de nameyek li duv xwe hîşt û bi çalakîya dardakirinê dawî li jîyana xwe anî. Di nameya xwe de digot:

“Ji bo sekinandina îşkenceyan, ji bo ez hêz bidim tekoşîna rêhevalên xwe, jîyana xwe ya ku ez gelekî jê hez dikim bi dawî tînim!”

yilmaz_demir5Piştre me bihîst ku di 19 Çile de hêsîrê bi navê Yilmaz Demîr, ji doza “Rêya Azadî”, wek riswakirina li hember îşkence û kiryarên dijmin, ji bo gûrkirina tekoşîna azadîya Kurdistanê dawî li jîyana xwe anî.

Piştî wê demê bi çend rojan, êdî bêdengîyek çêbû. Ji xwe ji birçîbûna taqet bi kesî re nemabû! Piştî van bûyeran jî êdî kêf û mahdê herkesî ji binî de xera bûbû. Qawîşên ku hîn rêvebirîya zîndanê bi leşkeran hîn êrîş nekiribû, agahdarî dan û gotin:

-“Me barîqat rakirin, hûn jî karin rakin!” Dîsa PKK`yîyan ji bo rakirina barîkatê ji ber derî, ji me pirsîn: me jî got; “Çawa we bê daxwaza me barîqat danî ku em têkel nebûn, di rakirinê de jî em têkelî we nabin; hûn dixwazin rakin yan ranekin bi kêfa xwe ne!”

Di rojek sibatê de, destpê kirin, wan bi tena xwe, barîqat ji ber derî dan alî. Piştî heyvekê, êdî qawîşê “qerwane”ya xwarinê jî girtin hundir.

Piştî ku me derî vekir, li gorî çi pîvanê ez nizanim, lê hatin navê neh-deh heba xwend, ji nav me birin hucra 36`an. Em hizirîn ku li gorî “îdarê” (rêvebirî)yê, kesên ku potansîyela rêvebirina berxwedanê û cixirandinê bi wan re hebû, wan davêjin hucreyan. Piştre hemû rêvebirên zîndanê bi hev re hatin û gotin:

“Me ji we re cilên `yek tîp` anîne, divê hûn wan li xwe bikin û wek berê qûralên me pêk bînin!”  Me jî got:

“Em ne qûralên we pêktînin û ne jî cilên we li xwe dikin!”

Piştî çend rojan, me birin korîdora mezin û me ji hev fireh rêzkirin. Qutik û derpîyekî şîn yê yek tîp li ber me danîn. Her yek ji me pênc leşkerên komando li dora me sekinîn û ji me re gotin:

“Cilên xwe yên ser ji xwe bikin û van `cilên yek tîp` li xwe bikin!” Me jî her yekî got:

“Hûn me bikujin jî em van cilan li xwe nakin!” Hîna me di berhev dida, li wê navê “Asteymen”ek sekinîbû, bi balkêşî li me dinerî.

Ji xwe ji birçîbûna û îltîhaba nava xwe, ez hestî û çerm mabûm, bûbûm mîna lepekî! Ez nizanim, belkî dilê “asteymen” bi min şewitî, belkî sebebek wî ya din hebû. Tiştê ku min zanibû ew merivekî musluman bû û min nedîtibû ku wî li kesekî dabû, yan gotinek bi kesî re kiribû. “Asteymen” ber bi min de hat, ji leşkeran got; “bisekinin!” Piştî ku leşkeran gavek bi şûnde avêtin, ji min re got:

“Lawê min, dilê min bi we dişewite, ciyê sîlakê di we de nemaye, tu bûye nîv însan, çima tu belasebeb lêdanê li xwe dide kirin, tu bi xweşî van cilan li xwe neke, wê leşker bi lêdanê û bi zorê li te bikin!” Min jî jê re got:

“Asteymen”, min fam kir ku tu merivekî xwedî ûjdan e, ez`ê pirsekê ji te bikim, tu jî xwe têxe şûna min û bersîva rastî bide min! Wî jî got; `ka bêje!` Min jê re got:

“Her mirov xwedîyê bawerî, xîret û ûjdanekî ye ne werê!?” Got: `erê!` “Van tiştên heta niha hatine serê me, li alîkî deyne, niha gelek hevalên me di rojîya mirinê de ne; berî ku van hevalan têkevin rojîyê, me soz da hev ku heta dawîyê em`ê vê berxwedanê bi hevre bibin serî! Baş e, ku niha ez van cilan bi destê xwe li xwe bikim, ez bi wan hevalên xwe re xayintîyê dikim, ya na!?”

Asteymen, mîna ku li ser gotinên min dihizirî, çend sanîyan ziq li çavên min nerê, deng jê çênebû; bersîv neda min, bi rûyekî xemgîn berê xwe guhert û çû!

Leşkeran destpê kirin, bi cop, peîn û kulmikan têra xwe li min û hevalê din yê qawîşa min xistin! Me her yek avêtin erdê, her leşkerekî bi mil û lingên me girtin, cilên li ser me çirandin û zîval, zîvalî kirin ji ser me şeqitandin û bi zorê cilên yek tîp li me kirin! Herdu qevdên destê me yek bi yek ji paşîyê de kelepçe kirin û kelepçeyên Amerîkanî di nav dest û lingên xwe de, bi şêweyê ku xwîna destên me neçe û neyê şidandin!

Piştî ku destê me ji paş de bazin kirin, dîsa li erdê baş em hingavtin, me mîna mîhên serjêkirî, di berhev de li ser dev ramedandin.

Piştre leşkeran, bi mekîneyên porjêkirinê yên destan, bi şêweyekî ku porê me bicû û ji kokê de rake, xetek ji ortê û yek ji kêlekê de, mîna xaç, porê me jêkirin!

Piştî ku îşkenceya por jî qedandin, em birin qawîşa me; li devê derî yek bi yek kelepçeyên me derxistin û peînek li der qûna me xistin û em avêtin hûndir!

Piştî ku me tev avêtin hundir û derî li ser me girtin, me jî cilên wan yên yek tîp, ji xwe kir û di pacan re avêtin derve.

Êdî me zincîrên radestîyê şikenandibûn, nêta me ya ku em ji zebanîyên mêtinkarên hov re dîsa serî deynin tunebû! Êdî em li rojên bihurî poşman bûbûn ku çima me radestî qebûl kiribû. Çimkî îşkence û mirina carekê, gelekî çêtir bû ji îşkence, bêxîretî û bêşerfbûna her roj ya meh û salan!

Ji qawîşa me, hevalên ketibûn rojîya mirinê, du-sê kesên ku dev ji rojîyê berdan, dîsa bi şûnde hatin qawîşê, ji me re gotin:

“Me ji îdarê re got; `em dixwazin devji rojîyê berdin, lê şertê me hey e: heger hûn me bibin qawîşa me ya berê û nav hevalên me, em`ê berdin!` Wan jî em dîsa anîn vir. Hêza me ya ku em rojîya mirinê bidomînin tunebû; lê nêta me ya ku em radest bibin jî tuneye; bi her awayî em bi we re ne; ger ji bo berxwedanê hûn ji mirinê re amadebin, em`ê jî bi we re bimirin!” Piştî çend rojekî, gardîyanê qawîşê yê kû berê her roj bi me îşkence dikir, paceya derî vekir û got:

-“Qawîş, werin nêz bibin, ez ji we re tiştekî bêjim! Hûn zanin ku heta niha min jî li we da; min ji kêfa xwe li we nedaye(!), fermandarên min çi ji min xwestîye, min wêya kirîye! Êdî dilê min bi we dişewite û hûn guneh in(!) Ez nema dixwazim hûn lêdanê bixun(!) Hûn bi çi dixwazin ez`ê sond bixum, hûn dixwazin yekî-duda bişînin, ez we bibim, rê we bidim ku hevalên we yên li hucreyan (qawîşa 35 an bi piranî berpirsên PKK û hinek rêxistinên din lêbûn) cil li xwe kirine, hûn ji bo cilan belasebeb di berxe didin û lêdanê dixun!”

Helbet me ji gardîyanê îşkencedar bawer nekir, lê dîsa jî me jê re got:

“Mumkun e wan cil li xwe kiribe: yek jê, pirsgirêka me tenê, ne lixwekirina cilên `yek tîp` e, ya dudoya, em ne leşker in, hêsîrên sîyasî ne, divê berêberê qûralên leşkerî û îşkence rabe! Ya sisêya, heta îdare bi hevalê me yên di rojîya mirinê de li hev neke û berxwedan bidawî neyê, em cilan li xwe nakin û tu qûralên we yên din jî erê nakin!”

Helbet peyva gardîyan ji me re şikek çêkir û em xistin nava gumana ku; “gelo berxwedana me têk diçe!” lema, ji bo ku em ji rûdanên li zîndanê diqewimin agahdar bibin, me biryar da ku em du merivan ji qawîşê bişînin dadgehê. Çimkî di berxwedanê de, çûna dadgehê jî me red dikir. Piştî hevalê me ji dadgehê hatin, me fêm kir ku qawîşa ku qaşo rêvebirîya zîndanê û berxwedanê di dest wan de ye, bê lêdan cilên `yek tîp` li xwe kirine…

Piştî bi du rojan gardîyan hat, gwîzan dan hundir, got; “rîha xwe kurbikin!” Piştre me dît ku du-sê hevalên me rîha xwe kurkirine! Em bi wan re xeyidîn, me got; “ne rast e ku hûn bi serê xwe û bêşêwir rîha xwe kurbikin! Heger nêta we heye ku hûn dev ji berxwedanê berdin, hûn serbest in, lê na hûn divê heta dawîn em`ê bi hevre bin, wê gavê, divê hun bi serê xwe helwestên wanî nerast daneynin!” Wan jî serê xwe bera berxwe dan û deng nekirin.

Lê bandora helwesta qawîşa 35`an, li ser hinek hêsîran gelek neyênî bû. Piştî bi sê rojan yuzbaşî Abdullah Kahraman, tevlî garanek leşker û efserên wî li pey wî hatin qawîşa me. Bi dengekî ji xwe bawer dest bi peyvê kir û got:

“Ez wek Fermandarê Ewlekarîya Hundir, ferman dikim ku hûnê cilên `yek tîp` li xwe bikin û hemû rêbazên em li ser we ferz dikin pêkbînin!”

Deng ji kesî derneket. Bi navê M. Aslan berpirsîyarekî me hebû, loma dîvîyabû ku wî bersîva yuzbaşî bida, tu deng ji wî jî derneket. Min bala xwe dayê ku em bêdeng bimînin, mîna ku em gotinên wî erê dikin. Min çavê xwe, li dora xwe gerand û li rûyên hevalên xwe yek bi yek nerî, min dît ku her yek hêvî ji yekî din dike ku bersîva yuzbaşî bide. Min li nava çavê yuzbaşî nerî û dest bi peyvê kir:

-“Yuzbaşî, em ne leşkerên te ne ku li vê derê rêbazên leşkerî pêkbînin; em hêsîrên sîyasî ne! Ev sê sal in ku me di bin darê zorê de hemû rêbazên we pêkanîn! We îşkenceyên werê li me kirin ku we heyvanê şeref, namûs û rûmeta mirovîyê bi me re nehîşt! Me çiqas ji we re xwe tewand, we bêtir xwest ku kesayetîya me binpê bikin; yanî we ji me radestîyek bêdawî xwest. Hûn dibînin ku em tev mane hestî û çerm; hêza ku em bi we re şer bikin jî nîne; lê ji ber tiştên ku we anîye serê me, zordarî û hovîtîya we, hêza ku em serî ji daxwazên we re bitewînin, rêbazên we erê bikin û radestî we bibin qet nemaye! Ya hûnê me tevan bikujin, yan jî hûnê rûmetê rê mirovtîya me bidin û dev ji me berdin!” Yuzbaşî jî got:

“Ez vê û wê nizanim, divê hûn fermanên me pêkbînin! Na, hûn dibên; `em li hember fermanên we dertên`, wê gavê rojê du caran xwe ji lêdanê re amade bikin! Em sibê tên, wê gavê em`ê hev bibînin!” Min jî got:

“Em`ê hev bibînin!” Piştî ku yuzbaşî û leşkerên xwe derket û derî girtin, me civînek saz kir: me got:

“Bila herkes vekirî helwesta xwe deyne: kesên ku nexwazin berxwe bide serbest e, bila ji gardîyan re bibên û biçin qawîşek din!” Tevan gotin:

“Em emade ne ku heta dawîyê berxwe bidin!”

Bû roja din, garanek leşkerê komando, werîsên wan yên hûnandî di destê wan de hatin, derî vekirin û gotin:

“Derên hewşê!”

Ji xeynî berpirsîyarê qawîşê û nexweşên di nav nivînan de, em tev, bi tena cilên sporê, derketin hewşê. Me dît ku hewş tije leşker in! Me jî hema di rêzekê de, li ber dîwarê hewşê xwe bera xwar da!

Tu navê bê haya xwe ez di serê rêzê de me! Usteymenekî (serpel) komando hat li ber min sekinî û ji min re got:

-“Rabe serxwe û têkeve rêza talîmê!” min got:

-“Ez ranabim û talîmê nakim!”

-“ Ez ji te re dibêm rabe!” got û peînek avêt textika lingê min! Min jî bi hêrs:

-“Ez ji te re dibêm ez ranabim!”

Kulmukek avêt rûyê min. Bi beskura min girt û ez rakirim ser pêya. Min xwe dîsa bera erdê da û ez rûniştim! Serpel, çend peîn û çend kulmikên bi şid di min werkir, dîsa bi beskura min girt û wek çivîkekî ez bi hewa xistim û li ser lingan ez sekinandim! Her çiqas min xwest ku ez xwe bera xwar bidim, wî ez bernedam, li serhev û bi şid pişt û serê min li dîwêr dida! Piştî ku sekinî got:

-“Ez ji te re dibêm tê talîmê bike!” Min jî got:

-“ Ez nakim û dev ji min berde!”

-“Ez dev ji te bernedim tê çi bike `lan`!” û dîsa bi kulmik û peîna kişîya ser min! Bi dengekî bi hêrs û biryar min got:

-“Ger tu dev ji min bernede, ez`ê xwe bikujim!”

-“Haydê tu mêr e xwe bikuje, ez te bibînim ha.. ha..!”

Wê gavê ronî di çavên min de nema, ez li dîwêr zîvirîm û heta ku hêz di min de hebû, bi şid û li ser hev, min serê xwe li dîwêr da! Gava ku min serê xwe li dîwêr da, şeş-heft hevalên din jî belişîn ber dîwêr û serê xwe li dîwêr dan. Herhal serpel vê helwesta hêvî nedikir, kelecanî û bi qîrîn got:

“Leşkerno, vana bigirin, wê xwe bikujin!”

Gava leşkeran me girtin, du-sê mirovan ji qawîşa jorî me ya 29`an bangî me kirin:

“Hevalno, di berxwe bidin, em jî bi we re ne, berxwedan jîyan e!” gotin û şahdamarên qevdên xwe dan ber gwîzanan û birîn, ji paceyan destên xwe dirêjî hewşê kirin û xwîn bi hewşê û bi ser leşkerên tirk de pijiqandin!..

Wê gavê paceya korîdorê vebû. Me bala xwe dayê ku yuzbaşî, bînbaşî û hemû rêvebirên zîndanê li wir in, di paceyê de li me tamaşe dikin. Ji serpelê komando re got:

“Ka wî sergerdeyî bîne û leşkeran derxe qawîşa jor!”

Du leşker ketin milê min û ez birim korîdora mezin. Min bala xwe dayê, ji midûrê zîndanê heta bi yuzbaşî, serpel, assubay, çawîş, onbaşî û gardîyanên leşker tev amadene. Yuzbaşî ji wan re got:

“Hûn çi sekinîne, lê bidin!”

Yekî peîn li pişta min da, ez avêtim erdê; bi peîn, dar û copan teva bi hev re li min dan! Lêdanek werê li min kirin ku min nema karîbû mîza xwe bigirta; canê min hemû di ber hev de wek qetranê reş kirin. Werê ku dixelîyam û hema hema ji ser hişê xwe diçûm!..

Piştî wê lêdanê, yuzbaşî Abdullah Kahraman ez rakirim ser pêya û got:

“De ka tu ew mêr e, xwe bikuje!” Min jî lê vegerand û got:

“Yuzbaşî, qey tu bawer nake ku ez`ê xwe bikujim; tu zen dike ez forta dikim, heger tu min bigire, ji te bêxîret û bêşereftir meriv tunebin!” û ez bi hêrs berbe dîwêr de beşişîm û heta ku hêza min hebû, min serê xwe li ser hev li dîwarê beton da! Wek mîrkutê ku tu li kevir bixe gurmînî ji serê min dihat! Piştî ku bi dîwarê sipî de xwîna enîya min herikî, yuzbaşî ji leşkerên xwe re got:

“Zu, berî ku serê xwe parçe bike, wî bigirin, ew fortê nake! Gardîyan, wî bibe qawîşa wî, lê heta sibê li bendê be, bila xwe nekuje!”

Gardîyan li ber derîyê qawîşê, çend saetekê li bendî min sekinî, piştre ez avêtim qawîşê.

Bû a dinî rojê, derî vekirin û em hemû birin salona sînama. Me nêrî ku salon tije leşker in û di destê tevan de cop û dar hene! Li salona sînema ji me re gotin:

“Qawîş hemû vekevin!”

Ji tirsan re û wek refleksek radestîya berê, me tevan xwe avêtin erdê; lê du hevalên me yê bi navê Selahatîn S. û Osman E. Nexweşbûn, wan ji nav nivînan rakiribûn, veneketin, xwe bera xwarê dan û rûniştin. Leşkeran, mîna kelaxurên êrîşî berateyekê bikin, bi dar û copan, kişîyan ser wan herdu nexweşan! Min ji yên dora xwe re got:

“Kuro rabin van hevalên me kuştin, kes ranebû!” Neçar ez tenê rabûm, min leşker dehf dan û ji bo bes derb lêkevin min serê her du hevalan xist bin çengên xwe! Serpelek li wir bû. Ji leşkeran re got: `hela bisekinin!` Hat hişk bi milê min girt, ez rakirim, min hejand û ji min re got:

“Kuro, tu li bela serê xwe digere, yan tu qehreman e!” Min jî jê re got:

“Ez ne li bela serê xwe digerim û ne jî qahreman im! Ev herdu meriv jî zehf nexweş in, leşkeran wan ji nav nivînan rakir, anîn vir! Heger hûn dixwazin wan bikujin, bibin bikujin; lê na divê hûn wan tedawî (tîmar) bikin!” Ji xwe doktorê rewîrê li wir amade bû. Serpel bangî doktor kir û jê pirsî, bê ka bi rastî ev kesana nexweş in ya na. Piştî ku doktor li wan nerî û ji serpel re got:

-“Erê ezbenî, vana nexweş in!”

Li ser fermana serpel, her yek leşkerek ket bin milê wan û wan birin rewîrê. Wan neh-deh leşkerên li ser serê herdu hevalên nexweş civîyabûn, li wê navê min avêtin erdê û heta ku dilê xwe rehet kirin, li min dan! Werê ku ji lêdanê canê min dişewitî û temamê hestîyên min jan didan! Min mirîtî li wê rastê hîştin! Pêşî yuzbaşî hat pirsî:

“Tê rêbazên me pêkbîne ya na?!” Min jî got:

“Na!” Heta têde hebû bi şid û bihêrs, cop li nav ser û guhên min dida! Sûbayekî got:

“Yên rêbazan erê nakin bila rabin serxwe!” Hevalek dudo, xwe xweşkirin ku rabin serxwe, yên li kêleka wan bi milên wan girtin û ew daxistin xwar. Subay dîsa bang kir:

“Yên rêbazan erê dikin bila rabin serxwe!” Dîsa kesek ranebû.

Ji Yuzbaşî (Serpel), heta bi leşkerê gardîyan, li gorî rêza rudbeyên xwe yek bi yek destpêkirin, ji me yek bi yek dipirsîn ku; `tê rêbazên me pêkbîne, ya na!?` me jî digot; “na!” û bi cop yan bi darê di dest xwe de heta ku kêfa wan dixwest li me didan! Werê heta ku tevan, li me tevan xistin û di lêdana me de westîyan!

Em tev di derûnîya ku wê me bikujin de bûn! Jixwe me di wê rewşê de jîyana xwe ji çav derxistibû! Em êdî li pêşî û paşîya xwe nediponijîn, me xwe li berxwedanê û redkirina daxwazên îşkencedaran kilîtkiribû!

Rêvebirîya mêtinkar, ya wê me tevan bikuşta, yan wê rûmeta mirovîya me bigirta! Di wê navbênê de bînbaşîyê ku midûrê zêndanê bû hat û ji yuzbaşî pirsî:

“We çi kir, yuzbaşîyê min!?” Yuzbaşî jî bi dengekî xemgîn lê vegerand:

“Fermandarê min, çi pêwîst bû û çi ji me hat me kir, lê rêbazên me qebûl nakin; ku em hinekî din bi ser wan de biçin, wê tev bimirin, çimkî tev di sînorê mirinê de ne!” Bînbaşî jî bi sikûmekî reşxeniqî got:

“Xwedê bela wan bide; van pîsan bavêjin hucreyan!” Wê gavê me tevan bêhnek ji kûr de kişand, me got; “em vê carê jî ji mirinê filitîn!”

Ji bo ku li her hucreyekê neh-deh meriv hebûn û ji bo ku merivên li qawîşan berxwe didin nebin hucreyan, kesên li hucreyan diman, kilîtên hucreyan tev xera kiribûn. Divîyabû hemû kilît bişikandana û kilîtên nû li wan bidana; loma li hêvîya ku me bibin cîyekî, em di halê veketandî de hîştibûn.

Gardîyanekî dudoyan qeşmerîyên xwe bi me dikirin. Gava lêdanê, hêsîrên ku ji hişê xwe diçûn, pîvaz didan ber bêvila wan û wan tanîn ser hişê wan. Van gardîyanan jî wan pîvazan di pozê me radikirin. Du gardîyanên din jî bi wan re xeyidî, yekî jê got :

“Ma qey hûn sadîst in lawo; ma hûn ji lêdan û tadeya li van rebenan têr nebûn; ji bo ku hûn tadeyê li wan bikin, ma kesî aniha ferman daye we!? Dev ji wan berdin! Jixwe tev li ber mirinê ne! Gardîyanê din jî got:

“Kuro helal be ji we re; lawo ez ji we re heyran mam! Heger hûn pola bana jî, niha hûn helîyabana; hûn her yek mêrxasek in!!”

Wê gavê me çêtir famkir ku gava meriv bi xîret be û li hember neheqîyê di berxwe bide, îşkencevan û celat jî rûmeta meriv digirin!..

Piştre em rakirin û birin qawîşa 24`an ku bê renze û bê doşek. Tenê çend betanî lê hebûn; ew jî me li ser betonê raxist û em li ser rûniştin.

Qawîşa 19 ku yek ji rêvebirê PKK Muzafer Ayata lê bû, ew jî anîn cem me. Li jora me qawîşa 25`an hebû. Tu navê wan mercê ku rêvebirîya zîndanê daye pêş wan; li xwekirina cilên yek tîp û kirina talîma leşkerî û bendên rêvebirîyê qebûl kirine. Loma me dît ku piştî nîvro ew derxistin hewşa ku bi qawîşa me ve! Me her yek bangî hevalê xwe yên me nas dikirin: me ji wan re got: “çi dibe bila bibe, heta li hevkirinek giştî, divê hûn şert û rêzikên wan qebûl nekin!” Wan jî ji wan re got: `em ji gotina xwe poşman bûn, hûn çi dikin ji me bikin, lê em mercên we qebûl nakin û bi hevalê xwe yên berxwe didin re ne!” Loma wan jî tevlî çay û çixara ku dabûn wan anîn cem me! Piştî heyvekê bi xêra wan me çay û çixare vexwar!

A dinî rojê, sibehê gardîyan hat got: “divê hûn rîha xwe kur bikin û ji bo `Merşa Îstîklalê` têkevin temenê!” Berpirsê PKK Muzafer hat ji min pirsî, min got: “Heta em di berxwedanê de bin, em bi tu şêweyî, tu quralên wan pêk naynin!” Got: “em jî werê difikirin!”

Ji bo ku zêdetir kesî nebin hucra û li qawîşa berxwedan berdewam be, hêsîrên li hucreyan bûn, ji xeynî xerakirina kilîtan rêyek din nedîtibûn. Piştî ku kilîtên hucreyan tamîr kirin, em tev birin qawîşa 35 an ya ku ji 40 hucreyan pêk dihat. Em 8 kes xistin hucreya ku ji yek merivî re amade kiribûn; ya du metre çargoşe…

*Ev nivîs, beşek ji pirtûka min ya Serpêhatîya Zîndana Amed e.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir