Li Sûriyê di salekê de 3 hezar û 563 bûyerên revandin û girtinên keyfî pêk hatine

Li gorî daneyên Malbenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, di sala 2024an de li seranserê welat 3 hezar û 121 kes bi awayekî keyfî hatine girtin û 442 kes jî hatine revandin.

Malbenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê(SOHR) ku li Londonê ye, rapora xwe ya derbarê bûyerên revandin û girtinên li seranserê welêt ya sala 2024an belav kir.

Di raporê de hat destnîşankirin ku 3 hezar û 121 kes ku jê 3039 mêr, 56 jin û 26 zarok in bi awayekî keyfî hatine girtin. 442 kes hatine revandin ku ji wan 401 mêr, 14 jin û 27 zarok in.

Buyerên girtinên bi keyfî

Aktîvîstên SOHRê di tevahiya sala 2024an de bi şopandina rojane zêdetirî 3,121 bûyerên girtinên bi keyfî belge kirin. Dabeşkirina berfireh li gorî herêmên kontrolê wiha ye:

Pêş rûxandina rejima Esad li herêmên di bin kontrola wî de bi giştî 1422 kes hatine girtin. Di nava hincetên girtinê de jî “Reva ji xizmeta leşkeriya mecbûrî ”, “têkiliya bi kesên biyanî re” û “sûcên sîber” derketin pêş.

Dabeşkirina li gorî bajaran: Rif Şam 278, Dêrezor 276, Dera 252, Hums 182, Heleb 151, Hema 94, Şam: 97, Laziqiye 42, Tertûs 21, Suweyda 15, Reqa 14.

Li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi giştî 705 kes hatin girtin.

Li herêmên di bin kontrola “Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê” (SMO) ya ku Tirkiye piştgiriyê wan dike de, 863 kes hatin girtin. Di nav sedemên girtinê de “hevkariya bi hêzên Kurdî (Hêzên Sûriyeya Demokratîk) û Rêveberiya Xweser re” û “alîkariya hicreyê DEAŞê” derketin pêş.

Dabeşkirina li gorî herêman: ‘Zeytin Dalı’ (Efrîn û derdora wê) 466, ‘Barış Pınarı’ (xeta Til Abyad-Serêkaniyê) 290, ‘Fırat Kalkanı’ (Xeta Ezez-El Bab-Cerablûs) 107.

Li Idlib û derdora wê, ku di bin kontrola Heyet –i Tehrîr’uş-Şam (HTS) de ne, bi giştî 131 kes hatin girtin.

Bûyerên revandinê

Li gorî rapora SOHRê, revandina ji bo fîdye ji aliyê komên çekdar û hêzên leşkerî ve li seranserê Sûriyê pir zêde pêk hat. Di raporê de hat destnîşankirin ku 442 kes hatine revandin, ji wan 401 mêr, 14 jin û 27 zarok in.

Pêş rûxandina rejima Esad li herêmên di bin kontrola wî de bi giştî 266 kes hatine revandin.

Dabeşkirina li gorî bajaran: Rif Şam 4, Dêrezor 5, Dera 102, Hums 109, Heleb 2, Hema 94, Şam: 2, Laziqiye 1, Tertûs 1, Suweyde 40.

Li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi giştî 34 kes hatin revandin.

Li herêmên di bin kontrola “Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê” (SMO) ya ku Tirkiye piştgiriyê wan dike de, 88 kes hatin revandin.

Dabeşkirina li gorî herêman: ‘Zeytin Dalı’ (Efrîn û derdora wê) 23, ‘Barış Pınarı’ (xeta Til Abyad-Serêkaniyê) 33, ‘Fırat Kalkanı’ (Xeta Ezez-El Bab-Cerablûs) 32.

Li Îdlib û derdora wê ku di bin kontrola HTŞê de ne bi giştî 3 kes hatin revandin.

Piştî hilweşîna rêveberiya Esed di 8ê Kanûna 2024an de, bi giştî 51 haletên revandinê li deverên di bin kontrola Hikûmeta Demkî ya ku di bin serokatiya HTŞ de hatiye avakirin, hatin belgekirin.

Dabeşkirina bûyerên girtin û revandinê li gorî mehan wiha ye:

  • Kanûna Paşiyê: 94 girtin, 13 revandin.
  • Sibat: 151 girtin, 32 revandin.
  • Adar: 186 girtin, 25 revandin.
  • Nîsan: 214 girtin, 45 revandin.
  • Gulan: 159 girtin, 31 revandin.
  • Hezîran: 332 girtin, 43 revandin.
  • Tîrmeh: 271 girtin, 27 revandin.
  • Tebax: 242 girtin, 34 revandin.
  • Îlon: 301 girtin, 45 revandin.
  • Cotmeh: 409 girtin, 49 revandin.
  • Mijdar: 469 girtin, 42 revandin.
  • Kanûna Pêşiyê: 293 girtin, 56 revandin.

(VC/AY/BK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *