Rêvebirê Grevgirên Silêmaniyê Dilşad Mîranî ragihand ku ji îro pê ve dê çareseriya bijîşkî wernegirin.
Birêvebirê Tenduristiyê jî dibêje “Eger çareseriyê wernegirin dê bûyerên nexwestî çêbibin.”
Dilşad Mîranî ji Tora Medyayî ya Rûdawê got, “Ez îro çareseriya bijîşkî qebûl nakim û hemû grevgirên din jî dê wekî min helwestê nîşan bidin.”
11 roj in 13 mamoste û karmend li bajarê Silêmaniyê ji bo çend daxwazan dest bi grevê dikin.
“Dê wezna wan kêm bibe û organên wan lawaz bibin”
Birêvebirê Giştî yê Saziya Tenduristiyê ya Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî serdana grevgiran kir û di konferanseke rojnamegeriyê de got:
“Ji îro pê ve qonaxeke din a tenduristiyê dest pê dike û wezna laşê wan dê dakeve û hemû organên wan dê bê hêz bibin.”
Dr. Sebah Hewramî li ser biryara wernegirtina tedawiya bijîşkî wiha got:
“Em piştgiriyê nadin vê biryara wan a wernegirtina tedawiya bijîşkî.
Em ji wan dixwazin ku tedawiya bijîşkî wergirin.
Bê guman dê pirsgirêkên mezin ji wan re çêbibin. Eger çareseriya tenduristiyê wernegirin divê em li bendê bin ku bûyerên nexwestî çêbibin.”
Mamoste û karmendên di grevê de ne dixwazin meaşên wan di dema xwe de were û belavkirina û pirsgirêka meaşan êdî bi yekcarî were çareserkirin.
Daxwaza sereke ya grevgirên Silêmaniyê ew e ku meaşê wan her meh were dayîn.
Her wiha dixwazin mafên wan ên bilindkirina pileyan ku ji sala 2016an ve hatiye rawestandin careke din were destpêkirin.
Greva mamoste û karmendên Silêmaniyê ji 28.01.2025an ve dest pê kiriye û berdewam dike.
Li aliyê din, beriya bi hefteyekê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew ji nêzîk ve çavdêriya rewşa mamoste û karmendên di grevê de dike.
Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku peyam û daxwazên mamosteyên di grevê de ne bi temamî gihiştine aliyên pêwendîdar.
Rûdaw