Lİ SER MİİJARA “KURD Û HİLBİJARTİN” (1)

Roja 12 Gulanê 2019 an de li bajarê Amedê, li salona otela plaza de civînek ji alîyê PAK û PSK ve hat li darxisitin. Ji ber ku em jî hatibûn vexwendin, em beşdar bûn.

Mijara civînê “KURD û HİLBİJARTİN” bû. Beşdervanên civînê, bi giranî endamên PAK û PSKê bûn; ji dervayî wan derdora 15 kes jî rewşenbîr û kesayetên cûda bûn.

Civîn bi axaftina Bayram Bozyel û Nurullah Tîmûr destpêkir û axaftin bi 8 deqîqeyan hat sînorkirin. Gava mijar Kurd û hilbijartin bin, ev dem sînorkirin têr nake.

Min di axaftina xwe de, bi kurtasî li ser dîrok û çîroka hilbijartinan sekinîm. Lê mixabin di 8 deqîqan de ev mijar nayê famkirin. Lê belê min xwest derheqê mijarê de dîtin û şîrova xwe bi nivîskî pêşkêşî raya giştî bikim.

Ev mijar kûr û dirêj e û cîhê lêkolînek berfireh e. Ev mijar, di zanîngehan de erkê beşên sîyasetê ye, pêwîstîya vê mijarê bi xebatek akademîk hey e. Lewra naveroka mijarê, wêneya dîroka têkilîyên gelê Kurd û desthilatdaran nîşanî me dide! Ji ber vê yekê, li gor dîtina min, divê mijar bi metod û zanastîyek îlmî lêkolînek li ser bê kirin.

Hêvîdarim pisporên civaknas û mamosteyên beşê îlmê sîyasetê dikarin berhem û analîzên giranbûha pêşkêşî sîyasetmedar û civaka Kurd bikin.

Hilbijartin û Kurd mijarek kûr e. Gava mirov li ser vê mijarê raweste, divê ji dema damezrandina Îttîhat Terakkî firkasi bigire heta roja îroyin hemû merhaleyên sîyasî analîz bike. Ji ber vê yekê ev mijar ne bi seetan ne jî bi rojan tê îzah kirin. Ev mijar ji alîyekî ve wêneya dîroka têkilîyên dagirkeran û gelê Kurd nîşanî me dide. Encamên wan têkilîyên, di hemû deman de, li dijî gelê Kurd bûye.

Di hemû deman de, bi helwest û têgehên cüda, mijara Kurd û Kurdistanê di rojevê de cîh girtîye. Dewleta dagirker, li ser pirsgirêka Kurd û Kurdistanê bi sedan rapor amade kirine: ji “şerq ıslahat planî” bigirin heta raporên fermandar, sîyasetmedar û partîyên cûda têra xwe hene.

Piştî salên 1990 an şunda, sazî û komelên sivîl, zanîngeh û sazîyên stratejîyê yên dewletê bi sedan lêkolîn, rapor û nîrxandinên wan hene. Naveroka hemûyan jî li ser kedîkirin û tirkirina gelê Kurd e!

Bi salan e, birêz Îsmail BEŞİKÇİ, li ser vê mijarê disekine, dinivîse, dinîrxîne; lê belê desthilatdarên sîyaseta Kurd, lîstoka sê meymûnan dilîzin: Kor, kerr û lalbûn rihetîya canê wan e!..

Ji demên berê bigirin heta îro, gava pêvajoya hilbijartinan destpêdike, di nav civatê de û di qada sîyasetê de gerembolek dest pê dike. Xewnên post, maqam û kursîyan; berjewendîyên kesayetî û hîzbî pirî caran li ber karên hevpar, li ber enîyek netewî, li ber xebatek hevkarî bertekan derdixe û rê li ber îtîfaqên netewî yên rasteqîn digire.

Lewra desthilatdar tu carî naxwazin sîyaset û îtîfaqên netewî ji bingehîn ve bê dîzayn kirin. Ji ber wê yekê, her tim sîyaset û îtîfaq di bin çavdêrîya komîser û muffetîşên umumî de tê dîzayn kirin. Dagirker û desthilatdarên demkî her tim ev lîstîk guncav kirine, bi “hêvî” û “pakrewanên” derewîn rojeva gel dîl girtine.                               

Di hemû deman de, gelê Kurd, di bin zilim û tengasîyên mezin de bi hilbijartinên dagirkeran ve rûbirû bûne. Pirî caran alîyên Kurdî xwestine derfetên heyî îstîfade bikin, rengê rojevê biguherînin, bi zimanê xwe bi rengê propaganda xwe bikin. Pirî caran ev derfet ji destê gelê Kurd hatîye standin. Rê li ber girtinê û berjewendîyên xwe bi gelê Kurd dane pesandin/pejirandin.

Ji ber vê yekê mijara hilbijartina bi serê xwe mijarek têr û tije ye. Têkilîyên gelê Kurd û hilbijartinan, dîroka gelê Kurd û dagirkeran radixe ber me. Pêwendîyên bindest û serdest çawa dibe? Dêrûnî û derfetên desthilatdaran û yên bindestan di kîjan astê de dimeşe divê mirov baş bizanibe.

Hilbijartin, aparetek asîmlasyon û kedîkirinê ye. Ev rastîyeke gelerî ye! Gelo emê çewa li hemberî vî bayê kedîkirinê xwe biparêzin û van derfetan bikin xizmeta rêxistinîyek civakî? Problema bingehîn eve!

Parlementerî, Kursî, post, maqam û berjewendîyên kesayetî her tim xewn û hêvîyên mirovan binpê kirîye. Emê bi kîjan erk û hêzî rê li ber sîyaseta kedîkirin û pûçkirinê bigirin? Gelo em bixwe ji bersîva xwe bawerin!?

Mijara Kurd û Hilbijartinê, bi dîrok û statuya kurdistan ve girêdayîye. Gava mirov li dîrokê dinhêre, ernegarîya Kurdistanê, dabeşkirin û statuya dagirkeran tê rojevê. Ji ber wê yeke, ez dixwazim bi kurtayî, di derheqê çîroka “şirîkatîya” sîyaseta Kurd û tirkan de çend rêz bi we re par bikim:

Dîroka “şirîkatîya” siyaseta Kurd û Tirkan, ji pêvajoya damezrandina Îttihat Terakkî dest pê dike.  Ev xapandin û şirîkatîya derewçîn ev 130 sal e didome.

Di dema pêvajoya damezrandina îttihat Terakî de xwendevan, rewşenbîr û zanayên neteweyên din pêşkêşîya gelên xwe kirine û di wan deman de weke serkêşê netewa xwe xebatên berbiçav kirine. Tirk, Ermenî Bûlgar, Arnavût, yunanî Ereb û yên din dewleta xwe ava kirine; lê belê ji bo Kurdan em nikarin tiştekî ewha bibêjin.

Lewra çend xortên Mala Cemîlpaşayan û Çend xortên mala Bedîrxanîyan û çend kesayetên din xebatên berbiçav û giranbûha kirine. Ev xebat û keda wan, di hişyarbûna netewbûnê de rolek girîng digire.

Lê belê xwendevan û rewşenbîrên wê demê bi giranî bûne xizmetkarên ‘‘Jon Tirk‘‘ên nijadperest. Bi giranî, di wan deman de, enerjî û zanabûna xwe ji bo Tirkan bi kar anine, li hemberê netewa xwe û li dijî birayên xwe, bi celaddên xwe re tevgerîyane. Bûne şirîkê tawan û sûc, bûne şirîkê înkar û qirkirinê.

Encamên xebatên wan, têkçûn û dagirkirina welatê wan bû. Ji bilî navê wan, yê gemarî, tu postek an serkeftinek wan çê nebûye. Ji Silêman Nazif bigirin, heta Ziya Gökalp, îshak îskutî û yên dinê ne. Di vir de kêmasîyek û şaşîyek heye. Gelo çima ji bo berjewendîyên netewa xwe tev negerîyane!? Ev trajedîyek mezin e, divê ev mijar her tim zîndî bêgirtin û pirs li pey pirsê bê kirin. Ev bar jî dikeve ser nivşên nû. Têkilîyên bi desthilatdaran re, divê rewşenbîr/tevgerên Kurd, vêna baş bizanibin. 

Têkilîyên ji salên 1900 an heta 1920 an kêm zêde em hemû dizanin. Mistefa Kemal li ser daxwaza îngîlîzan çewa derbasî Anadolîyê dibe, li Amasya, li Erziromê, li Sêwasê bi çîroka “biratîya kurd û tirk” çewa pêşkêşên gelê Kurd dixapîne em hemû dizanin.

Destûra bingehîn ya 1920, çewa cîhê xwe ji 1925 an re dihêle, em hemû dizanin.

Piştî damezrandina komara tirkî, têkilîyên Kurdan bi giranî, bi partîya desthilatdar re çêbû. Partîya komara gel (CHP) û partîya Serbest Cûmhûrîyet Firqasi destpêka wan têkilîyan bûn.  Piştî girtina serbest firqa gelê Kurd bû dîlên CHPê. 

Ji salên 1925 an heta salên 1946 an li bakûrê Kurdistanê ne hilbijartin çê bûn ne jî derfetên xebatên sîyasî…

Di wan deman de li bajarên Kurdistanê Wali an fermandar xwedî hemû erk bû. Walî an fermandarê artêşê, di heman deman de serokên teşkilatên CHPê bûn.

Ew wezîfe têrî wan nedikirin: him dozger him jî dadverbûn. Ji Enqerê parlementer dişandin Diyârbekirê. Di şevekî de dadgeh ava dikirin, roja din pêşengên gelê kurd bi darvedikirin.

Minaka mehkema îstîklalê li ber çavan e! Valî, qeymekam, mufettîşên ûmûmî di kiryarên xwe de her dem mafdar bûn û parlementerî jî mafê wan bû. 

Ji Enqerê, li ser kaxiz her tişt dizayn dikirin. Pirî caran ew parlementerên ji bajarên Kurdan nîşan didan, an jî sindoqê hildibijartinan tu carî nediçûn wî bajarî. Îradeya gelê Kurd tune dihat hesibandin.

Wê bidome…

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir