Li Kurdistanê biryara hilbijartina giştî hat dayin, li gelê me pîroz be

Îbrahîm GUÇLU

Dewleta Federe ya Kurdistanê, beriya Dewleta Iraqê bibe dewleteke federal û makezagona federal û demokratîk di sala 2005-an de bê qebûl kirin, sîstema federal û demokratîk û pirrpartîtî di sala 1992-an de qebûl kiribû.

Avakarên vê sîstemê jî PDK û YNK bû; serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokê YNKê Celal Telabanî bû..

Dewleta Federa ya Kurdistanê piştî salên 1992-an gor sîstema federal, demokratîk û pirpartitiyê tevgeriya; li Kurdistanê hilbijartinên serokê Kurdistanê û parlamenteran û parêzgehan hatin li darxistin. Hilbijartinan  jî her dem di şertên aramî û demokratîk de çêbûn û encam dan. Ev hilbijartinên demokratîk yên li Dewleta Federe ya Kurdistanê, ji bona Dewleta Federal ya Iraqê jî bûn model.

Mixabin hilbijartina giştî ya dawî, girêdayî pirsgirêk û nekokiyên di navbera partiyên Kurdistanê û bi taybetî jî pirsgirêkên di navbera PDKê û YNKê de bûn sedem ku hilbijartina giştî di wexta xwe de bê li darxistin. Her çiqas jî di derbarê hilbijartrina giştî de ji aliyê Serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê biryar jî hat girtin, mixabin ji aliyê YNKê ve pêşî li hilbijartinê hat girtin. YNKê serî li “Dadgeha Bilnd ya Federal” da ku biryara hilbijartina giştî ya li Kurdistanê jiholê rabe.. “Dadgeha Bilind ya Federal” jî ji bona ku li dijî Dewleta Federe ya Kurdistyanê ye, tê zanîn ku di derbarê refêrandûma serbixwe û petrola Kurdistanê û gelek mijarên din de li dijî Dewleta Federa ya Kurdistanê biryar girtibû, bi biryara xwe pêşiya hilbijartina giştî ya Dewleta Federe ya Kurdistanê ji holê rakir.

Şik tune ye ku Serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê û PDKê û Meclîsa Kurdistanê jî her dem li dijî biryara “Dadgeha bilind ya Federal” derketin û biryarên dadgehê her  li dijî demokrasiyê û hiqûqa navneteweyî ya demokrat  şirove kirin.

Serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, dîsa biryar da ku hilbijartina giştî ya Parlamentoya Kurdistanê di 10ê Hezîran 2024-an de çêbibe, biryarnameya di derbarê hilbijartina giştî de îmzae kir.

Hemû kurdên her çar parçeyan û kurdên dinyayê bi ev biryara Serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê gelek kêfxweş bûn.  Li dinyayê jî di serî de Neteweyên Yekgirtî (NY) û gelek welatên cîhanê yên girîng ev biryara Serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê bi kêfxweşî pêşwazî kirin û piştgiriya xwe ji biryarê re diyar kirin.

Emerîka:

Emerîka: Konsulxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê li ser vê biryara Serokê Herêma Kurdistanê got: “Em piştgiriyê didin hilbijartinên adil û azad ku ji bo demokrasiya tendurist û paşeroja Herêma Kurdistanê gelekî girîng in.”

Brîtanya

Konsulxaneya Brîtanyayê ya Hewlêrê jî ev biryara Nêçîrvan Barzanî bi germî pêşwazî kir û got: “Hilbijartin ji bo ku gelê Kurdistanê dengê xwe bide bihîstin û ji bo paşeroja Herêma Kurdistanê gelekî girîng in.”

Neteweyên Yekbûyî

Alîkarê Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê Îraqê Claudio Cordon, ev biryara Serokê Herêma Kurdistanê bi kêfxweşî pêşwazî kir.

Claudio Cordon da daxuyand, Neteweyên Yekbûyî amade ye ku ji bo lidarxistina hilbijartinan alîkariya pêwîst bike û got: “Neteweyên Yekbûyî dixwaze ku êdî hilbijartinên Parlamentoyê nayên astengkirin.”

Almanya

Konsulxaneya Almanyayê ya Hewlêrê destnîşan kir ku ew biryara Nêçîrvan Barzanî bi kêfxweşî pêşwazî dikin û gotin ku: “Hilbijartinên adil û azad hîmekî girîng in ji bo bihêzkirina aramî û demokrasiya Herêma Kurdistanê û rewabûna sistema wê ya siyasî.”

Îtalya

Konsulxaneya Îtalyayê ya Hewlêrê dilxweşiya xwe ya ji bo vê biryarê ragihand û got: “Em hemû aliyan teşwîq dikin ku hilbijartineke paqij, azad û adil bikin.”

Holenda

Konsulxaneya Giştî ya Holendayê jî got, “Hilbijartinên azad û adil ji bo demokrasiyê wekî oksîjenê ne.”

Fransa

Konsulê Giştî yê Fransayê yê Hewlêrê Jan Braim jî li ser navê Konsulxaneya Fransayê ev biryar bi germî pêşwazî kir. Jan Braim bi rêya hesabê xwe yê Xê da zanîn, “Encamdana hilbijartinên azad di berjewendiya me tevan de ye.”

Kanada

Balyoza Kanadayê ya Îraqê Kathy Bunkayê li ser vê biryarê got: “Dîroka hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê wekî 10ê Hezîrana 2024an hatiye diyarkirin. Kanada li Îraqê hilnijartinên azad û adil teşwîq dike.” (Rojevakurd)

Şik tune ye ku biryara Hilbijartina Giştî li Dewleta Federe ya Kurdistanê gelek girîng e. Bila li gelê me pîroz be.

Divê her partiyeke Kurdistanê di şertên demokratîk de xwe ji hilbijartina giştî re amade bike û di platforma hilbijartinê de bi awayekî aramî û demokratîk rekabetê/hevrikî bikin. 

Ji encamên hilbijartinên re rêzdar bin.

Di wextê de civîna Meclîsê lidarxin û serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê û serokwezîrê Kurdistanê û Hikûmeta kUrdistanê hilbijêrin.

Serkeftin ji bona Kurdistanê û partiyên Kurdistanê.

Diyarbekîr, 05. 03. 2024

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *