Li Herêma Kurdistanê dê çawa serjimêrî were kirin?

Li Herêma Kurdistanê sibe karên serjimêriyê dest pê dikin.

Pêngava serjimêriyê dê bi danîna hejmaran dest pê bike û piştî 50 rojan jî pêvajo dest pê bike.

Dê di 2 rojên ewil de hejmara şêniyan were eşkerekirin.

Tê pêşbînîkirin ku serjimêriya li Herêma Kurdistanê 2 mehan bidome.

Heta niha 20 hezar kes hatine perwerdekirin û li 4 parêzgeh, 42 navçe, 154 nahiye, 2 hezar û 163 tax û 5 hezar û 533 gundan dê danîna hejmaran were encamdan.

Nêzîkî 11 milyon û 917 hezar avahî, cih, xanî û daîreyên ku divê hejmar lê werin danîn hene.

Li gorî sîstema standarta cîhanî, hemû cih dê kodan wergirin.

Piştî danîna hejmaran, karê dorpêçkirinê dest pê dike ku avahiyan diyar dike û zanyariyên bingehîn li ser malbatan destnîşan dike.

Li gorî amarên destpêkê, li Herêma Kurdistanê 1,4 milyon malbat hene.

Serjimêrî dê 20ê meha Çiriya Paşînê dest pê bike û 20 rojan berdewam dike.

Dê di rojên yekem û duyem de hejmara xelkê were ragihandin û 18 rojan berdewam bike.

Di serjimêriyê de 70 pirsên ku di forma serjimêriyê de cih digirin dê werin pirsîn.

Li Îraqê ji 1ê Îlonê ve amadekariyan dest pê kirine lê li Herêma Kurdistanê dê sibe dest pê bikin.

Çavkaniyekî di Komîteya Bilind a Serjimêriyê de ji bernameya Rûdawê Rojî re ragihand ku Hîwa Cemal pêşkeş dike.

Wî çavkaniyî destnîşan kir ku piraniya daxwazên Kurdan hatine bicihanîn lê tenê daxwazek maye.

Biryar e sibe Komîteya Bilind a Serjimêriyê bi Parlamentoya Îraqê re bicive.

Mekanîzmaya serjimêriyê yek ji xalên herî nakok e ku tê gotin nabe ji bo mebestên siyasî were bikaranîn.

Xaleke ku lihevkirin tê de hatiye kirin malbatên ku piştî 2024an koçî Kerkûk û herêmên nakok kirine ye.

Ji bo wê mijarê komîteyeke 16 kesî hatiye avakirin ku 8 ji wan wezîr in û 4 wezaretên Herêma Kurdistanê jî di nav de ne.

Çavkaniyên ku ji bo serjimêriyê hatine bikaranîn Lîsteya Wezareta Koç û Koçberan, formên xwarinê, kartên niştimanî û bingeha serjimêriya 1957an in.

Li gorî lihevkirina Komîteya Bilind a Serjimêriyê li herêmên nakok û Kerkûkê, kesên ku serjimêriyê dikin dê 3 endamên Kurd, Ereb û Tirkmen bin.

Her 3 bi hev re li nivîsan dinêrin, li ser heman tabletê dinivîsin lê daxwazeke Kurdan a ku hîn jî tê nîqaşkirin ew e ku formên kaxizî ne.

Kurd dixwazin li kêleka tabletê, li ser kaxizê werin nivîsandin û du nusxe bin kuyek ji bo Hewlêrê û ya din ji bo Bexdayê.

Serjimêrî ji bo çend armancan wekî nifûs, diyarkirina budceya parêzgehan û diyarkirina kursiyên Meclîsa Nûneran sûdê bigihîne.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *