Serbest Ferhan Sindî
Tirkiyê dest bi êrişên berfireh ên ku ev demeke dirêj e plansaziya wê dike, daye destpêkirin û herêm, gund, çiya, gelî û xalên krîtîk bi taybetî di nav sînorên Duhokê de digre. TSK(Hêza Çekdarên Tirk) vê yekê bi dizî nake. Serokomar Erdogan, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan û rayedarên din di vê mijarê da polîtîkayên xwe bi awayekî eşkere û vekirî dikin.
Şerê di navbera Hêzên Çekdar ên Tirk û PKK’ê de ev 40 sal in didome
Beriya her tiştî, xala ku divê were zanîn ev e ku ev operasyon ne cara yekem e. Di heyama 40 salên borî de, Herêma Kurdistana Iraqê ji sala 1984`an ve ku PKK`ê dest bi şerê xwe yê çekdarî kiriye, bûye qada pevçûnan. Tirkiye bi taybetî di salên 1990’î de gelek caran li dijî PKK’ê operasyon pêk aniye û her tim bi dirûşma “Em ê terorê di nava lepên wê de biqedînin” derket pêşberî raya giştî.
Tirkiyê di salên 1990î de di operasyonên xwe yên li dijî PKKê de YNK û PDKê piştgirî girt û operasyonên hevpar organîze kirin. Ji ber ku PKK desthilatdariya PDK û YNK li herêmê qebûl nekir û rêveberiya xweser nas nekir, Mesûd Barzanî û Celal Talebanî carna bi hev re û carinan jî bi serê xwe bi Hêzên Çekdar ên Tirkiyê re hevkarî kirin. Ji ber ku PKK di salên 1900î de ji ya îro bihêztir û bi bandortir bû, Zererşn mezin gihandin Hêzên Pêşmerge.
Dema ku PKK û rêberê wê Abdullah Öcalan hewl dan hevkariya leşkerî ya PDK û YNKê ya bi Tirkiyê re wek “xiyanet” an “hovîtî” binirxînin, lê ti kêmasiyek di bazirganiya bi Saddam re nedîtin. Ji ber ku tawanbarkirina “xiyanet” û “cehşitî” bû sedema manîpulekirina raya giştî, ji bilî vê, di rastiyê de PDK, YNK û PKK hevdu baş nas dikirin. Her kesî dizanibû ku destê kê di berîka kê de ye.
Ger em bêyî ku li ser raboriyê rawestin vegerin îro, divê em bibêjin ku bûyerên niha dubarekirina demên berê ne, lê hêzên çekdar ên Tirkiyê bi saya serweriya xwe ya teknolojîk li hember PKKê kêmtir ziyan dîtin û encamên bibandor bi dest xistin. Xuya ye ku Hêzên Çekdar ên Tirk di vê wateyê de herêmên girîng bi dest xistine. Mînak, em dibînin ku Çiyayê Metîna û Herêma Zapê ku PKK weke keleh dibîne û propagandaya “qet nayê girtin” dike, bi giranî di bin kontrola Hêzên Çekdar ên Tirk de ye.
Herêma Badînan a erdnîgariya ku PKK’ê di bin navê “Herêmên Parastina Medyayê” de weke “herêma azadkirî” qebûl dike, niha ber bi hilweşandinê ve diçe. Ger Hêzên Çekdar ên Tirk Gare piştî Çiyayê Metîna bigire, wê demê PKK nikare xwe li herêma Badînan bigire. Ma ev hêsan e? Ew yek ji bo kesî ne hesane. Girtina wê jî ne hêsan e,û parastina wê jî ne hesan e. Ji ber vê yekê li Garê dibe ku em bibin şahidê pevçûnên mezin û derbeyên giran.
Pêşmerge li ku disekine?
Me li jor hewl da ku bi kurtî rewşa di navbera Hêzên Çekdar ên Tirk û PKK’ê de rave bikin û tabloya heyî pêşkêş bikin. Yek ji aliyên vê pirsê jî hêzên Pêşmerge ye û ji ber wê jî PDK ye ku li herêmê bihêz e. Ji ber vê yekê, PDK ku yek ji aliyên pirsgirêkê ye, partiyek nakok e yan na? Tevahiya nîqaş li vir disekine û dibe sedema tevliheviyê. Ji ber ku cihê pevçûn lê rû didin bakurê Iraqê ye, yanî herêmên di bin kontrola Herêma Kurdistana Iraqê de ne. Lewma, bi awayekî xwezayî pirsa ku tê serê her kesî ew e ku Pêşmerge di van nakokiyan de li kû ye.
Rastiyek pir hêsan heye: Hêzên Pêşmerge ne aliyên şer in û dest ji çeperên xwe bernadin. Rojnamegerên ku çûne herêmê û saziyên çavdêr ên herêmî û navneteweyî diyar kirin ku pêşmerge di nava şer de nîne. Ji ber ku şer û pevçûnên navborî di navbera Hêzên Çekdar ên Tirkiyê û çekdarên PKKê de diqewimin û artêşa Tirkiyê navçeyên di destê PKKê de kontrol dike.
Medya û rojnamevanên PKKê yên nêzîkî wê, tometa Pêşmerge û PDKê belav kirin û îdia kirin ku ew ligel artêşa Tirkiyê tevdigerin. Rêveberên Partiya DEM’ê û yên li wir siyasetê dikin jî PDK’ê bi “hevkarî û xiyanetê” tohmetbar dikin û diyar dikin ku Tirkiye li hember operasyonên xwe “bêdeng dimîne”. Li ser vê yekê jî tê dîtin ku bi tundî xebatên propagandayê dikin.
Tiştek heye ku kesên ku tohmetbaran li PDK û IKB dikin, nizanin yan jî paşguh dikin: Berpirsiyariya sînoran li ser milê Bexdayê ye, ne Hewlêrê. Li gorî yasayên navdewletî û Destûra Iraqê, Hikûmeta Federal ji ewlekariya sînoran berpirsyar e. Loma jî bêyî destûra Bexdayê ti balafir nikare li Hewlêr û Silêmaniyê dakeve. Yanî sînorên bejayî û qada hewayî bi tevahî girêdayî Bexdayê ye ku desthilatdariya dewletê ye.
Tirkiye wek desthilata dewletê li ser sînorên Iraqê bi Hewlêrê re ti peymanên ewlekarî û leşkerî îmze nake. Di navbera Enqere û Bexdayê de peyman an jî protokol tên çêkirin. Dibe ku Hewlêr destwerdana qonaxa pêkanîna van peymanan bike. Ji bilî wê, hemû ewlekariya sînor serweriya Iraqê ye.
Helwesta Bexdayê û helwesta PKKê ya li Iraqê
Rêveberên PKK û DEM’ê her tim êrîşî PDK’ê dikin û rêveberiya Hewlêrê sûcdar dikin. Lê me yek bang, rexne û tohmetek jî li dijî hikûmeta Iraqê nedîtiye. Lê têkiliyên nêzîk yên PKK û Bexdayê ne sir in. PKK a ku li Şengal, Mexmûr û gelek herêmên din di bin çavdêrî, piştgirî û erêkirina hikûmeta Iraqê de tevdigere, çima li Duhokê bang li Bexdayê nake?
YNK jî serî de heman gotina PKKê dibêje û PDK tawanbar dike.Şanaz Îbrahîm Ehmed, hevjîna Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd, ku endamê YNKê ye jî, dikeve dewrê û li hember PKKê helwesteke parastinê nîşan dide. Lê desthilat li Iraqê ye, Reşîd wek Serokomar gelek kar heye, çima nake? Tişta ku Reşîd wek serokê Iraqê nikaribe, PDK, wek partiyekî dê çawa bike? Dema em li rayedar û qadên tevgerê yên saziyên di çarçoveya destûra bingehîn de dinêrin, em dibînin ku rayedarên berpirsyar li dijî operasyonên Tirkiyeyê dengê xwe dernaxin.
Çima Bexdaya ku li Şengal û Mexmûrê PKK’ê diparêze û bi awayekî nerasterast Îranê diparêze çima li Dêrelûk-Şeladizê bi tenê dihêle? An jî Amerîkaya ku li Rojava operasyonên li dijî YPG’ê asteng dike çima çira kesk dide operasyonên li “Herêmên Parastina Medya”? Ji ber ku ti rewatiya PKKê li Iraqê nîne û ti hêz nikare îtîraza yasayî li hember operasyonên li dijî PKKê derbixe. Îraq dikare di warê navneteweyî de giliyê Tirkiyê li rêxistinên wek NY bike, bi hinceta ku serweriya Iraqê hatiye binpêkirin û sînorên wê hatine dagîrkirin, lê ev yek ti encamekê nade, ji ber ku Iraq PKKê weke rêxistineke rewa nabîne û li dijî wê yekê ye. Herwiha peymanên ewlehiyê yên niha û yên berê yên di navbera Tirkiye û Iraqê de giliyên Bexdayê bêbandor dike. Herwaha hemû hewldan bê encam in, ji ber ku Iraq ne xwediyê wê hêzê ye ku dijberiya Tirkiyê bike, her çiqas rast be jî.
*Nêrînên ku di vê gotarê de hatine gotin aîdî nivîskar in û ne mecbûrî siyaseta edîtoriya Tirkiya Serbixwe ne.
© The Independentturkish
Serbest Ferhan Sindi ev nivîs ji bo Independent Tirkî nivîsandiya
*Nivîs ji aliyê Rojevakurd ve hatiye wergerandin..
Rojevakurd