Li Duhokê bi deh hezaran welatî ji bo riswakirina Tehranê daketin kolanan

Li parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê gel, li dijî êrîşa rejîma Îranê ya bi ser Hewlêrê bi girseyî daketin kolanan û rejîma Îranê riswa kirin.

Hate ragihandin ku bi deh hezaran kes beşdarî vê xwepêşandanê bûne û bi dirûşman êrişa Tehranê protesto dikin.

Jêderên ji Duhokê radigihînin ku ev protestoya ku dema me vê nûçeyê parve kir jî dom dike, mezintirîn protestoyên girseyî yên bajarê Duhokê ye.

Organîzatorên vê xwepêşandana ku bi dirûşmên şermezarkirina rejîma Îranê û artêşa wê ya Pasdaran li pêşiya Serokatiya Zanîngeha Dihokê dest pê kir, bang li gel kirin ku beşdarî lê bikin.

Jêderan ragihandin ku di berdewamiya xwepêşandana girseyî de piştî meşê, wê axaftinên şermezarkirina êrişa hovane ya rejîma Îranê bêne pêşkêşkirin.

PK

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *