Li Danmarka roja Ala ya Kurdistanê hat pîrozkirinê.

Federasyona Komelên Kurdî li Danîmarka, wek her sal îsal 17.12.2023 de jî roja Ala ya Kurdistanê pîroz kir.

Wek li gelek bajarên Ewropa ku ji alîyê akincîyên Kurdsitanîyan ve roja Ala ya Kurdsitanê hate pîroz kirinê, li Danîmarka jî, Federasyona Komelên Kurdî ya li Danîmarka yê ku gelek sal in roja Ala ya Kurdsitanê pîroz dikir, îasl 17.12.2023 de jî bi beşdarîya girseyekî li ber çav ya ku ji seranserê akincîyên Kurdistanî pêkhatî ve bi hest û hişmendîyekî neteweyî û coşekî berz hate pîroz kirinê.

Ahenga pîrozbahîya Ala ya Kurdistanê, saet di 17.00 de bi zarok û hinekî keçan ve ku di destên wan de findên vêxistî û li ser sîngên wan ve Ala û di heman demê de Ala`yekî mezin di destên keçan de, bi sirûda neteweyî hatin salona ahengê. Û bi meşekî li seranserê salonê gihîştin cîyê ku ji bo wana hatibû terxankirinê.

Li dû vîya serokê Federasyonê Adnan Axacan li gel rêzgirtin bo cangorîyên doza azadîya Kurdistanê, bi xêrhatina beşdaran kir û peyamekî kurt ya di derbarê rojê pêşkêş kir.

Hemî beşdar li gel xwe xwarin û vexwarinên xwe anîbûn. Piştê xwarinê. Bi mûzîk û govendan heta dawîya şevê. Roja Ala ya xwe pîroz kirin û bi dilxweşî û hêvîya jiyanekî xweş, ji hev xatir xwestin.

S. Akar/Danimarka

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *