Li nav bajarê Çewlîgê yê Bakurê Kurdistanê dengên zaravayên Kurmancî û Kirmanckî tên bihîstin lê Kirmanckî serdest e.
Li gorî rapora Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê, 3 hezar û 805 xwendekaran sala par dersa Kirmanckî (Zazakî) hilbijartiye.
Li gorî amaran, 2 hezar û 549 xwendekaran li navenda Çewlîgê û navçeyên wê Bongilan û Dara Hênê dersa Kirmanckî hilbijartiye.
Her wiha li bajêr bi fermî 15 mamosteyên zimanê Kurdî hene.
Li aliyê din, li Zanîngeha Bîngolê beşa çand û zimanê Kurmancî û Kirmanckî jî heye.
Wekî bajarên din xelkê Çewlîgê jî ji dersa bijarde ne agahdar e lê ew dixwazin zarokên wan li dibistanan fêrî zimanê xwe bibin.
Piranî kesên navsere û mezin xwedî li zimanê xwe derdikevin lê zarok û ciwan wekî bajarên din piranî bi Tirkî diaxivin.
Mihyedînê Çewlîgî got:
“Li Çewlîgê piranî bi Kirmanckî xeber didin. Zarok jî bi Tirkî xeber didin.
Haya me ji dersa Kirmanckî nîne. Herhal li Çewlîgê nîne.
Lazim e zarokên me dersa Kirmanckî û Kurmancî hîn bibin.”
Hecî Mihemedê şêniyê Çewlîgê jî anî ziman:
“Kirmanckî zimanê me ye. Em Kirmanckî jî Kurmancî jî dixwazin, ferq nake.
Hemû jî zimanê me ye.”
“Em naxwazin zarokên me zimanê xwe ji bîr bikin”
Vahap Çeçen jî li ser dersa zimanê Kurdî got:
“Ziman nirxekî civakî ye, ne siyasî ye. Em naxwazin zarokên me zimanê xwe ji bîr bikin.
Lê ji sedî 40 heta ji sedî 60î zêdetir ê nifşê me yê nû zimanê xwe nizanin. Xetayê me jî heye.”
Serlêdana dersa bijarde ya Kurmancî û Kirmanckî 3yê sibatê dest pê kir û dê heta 17ê sibatê berdewam bike.
Xwendekarên dibistanên navîn dikarin dersa Kurdî hilbijêrin.
Lê wekî bajarên din xelkê Çewlîgê jî ji dersa bijarde ne agahdar e.
Ahmet jî li ser dersa hilbijartina dersa Kurdî da zanîn:
“Haya me ji dersa bijarde ya Kirmanckî nîne.
Em nizanin pêvajoya wê li dibistanan dest pê kiriye yan na.
Lê li zanîngeha me beşa Kurdî heye.”
Ferîd Kanîreş jî anî ziman:
“Haya me ji dersa Kurdî nîne lê em dixwazin zarokên me dersa Kurdî hilbijêrin.
Bi salan e em jî daxwaza perwerdeya zimanê Kurdî dikin. Zarokên min hemû bi Kurdî dizanin.”
Li gorî rapora Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê, 3 hezar û 805 xwendekaran sala par dersa Kirmanckî hilbijartiye.
Li bajêr bi fermî 15 mamosteyên zimanê Kurdî hene.
“Ez hinekî zanim lê têrê nake”
Evnur Soylera ku dersa Kirmanckî hilbijartiye got:
“Min sala par dersa Kirmanckî hilbijart, ji bo ku ez îsal hîn bibim.
Ji bo ku ez derdora xwe fêm bikim min xwest ez hîm bibim.
Ez hinekî zanim lê têrê nake. Loma min dersa Kirmanckî hilbijart.”
Nehîra xwendekara lîseyê jî anî ziman:
“Ez Kirmanckî ji dê û bavê xwe fêr bûm.”
Tahayê xwendekarê lîseyê jî da zanîn:
“Ji ber ku li dibistanan Kurdî fêrî me nakin em jî bi zimanê xwe nizanin.
Lazim e li dibistanan dersa Kurdî bidin.”
Li Zanîngeha Bîngolê beşa Kurmancî û Kirmanckî jî heye.
Ew jî hewl didin zarok û malbatan teşwîqî hilbijartina dersa bijarde ya Kurdî bikin.
Rûdaw