Li Bazîdê Newroz bi rengekî nû pîroz bû û çîroka pêvajoya Çareseriyê

Îbrahîm GUÇLU 

21ê Adarê, ji bona neteweya kurd rojeke girîng e.

21ê Adarê Roja Cejna Neteweyî ya Kurdan Newroz e.

21ê Adarê di hemandem de rojeke girîng ya navneteweyî ye. Roja Têkoşîna li Dijî Nîjadperestiyê ye. Ji bona ku neteweya kurd li sê beşên Kurdistanê bi tevayî, li Beşa Başûrê Kurdistanê bi nîvî di bin bandora kolonyalîzm û dagirkeriyê de ye, li ser kurdan êrîşek û siyaseteke nîjadparestî tê meşandin, loma ji bona kurdan rojeke girîng e.

Cejna Neteweyî Newroz hezaran sale ku li Kurdistanê tê pîroz kirin. Li Kurdistanê bi taybetî piştî ku çar dewletên kolonyalîst bûn hikumran Newroz di şertên gelek zehmet û dizî de hate pîroz kirin. Di encama pîrozkirina Newrozê de girtin û êşkence pêk hatin, kuştin çêbûn. Ev yeka jî bû sedem ku Newroz ji bona kurdan bi naverokeke nû bibe roja berxwedan, serxwebûn, rizgarî, azadî ye.

Mixabin di van salên dawî de li Bakurê Kurdistanê, bi giranî bi destê PKKê ji naveroka cejna neteweyî dur Newroz tê  pîroz kirin. Newroz wek ne hêjayeke neteweya kurd û cejna neteweyî û civakî, wek bûyereke grubî û partitî û milîter tê pîroz kirin. PKKê di civînên xwe de li dijî Ala Kurdistanê vekirî êrîşan pêk tîne. Isal jî li Diyarbekîrê PKKê êrîşî Ala Kurdistanê kir.

Li Bakurê Kurdistanê li Bajarê Bazîdê îsal Newroz bi rengekî din hat pîroz kirin. Ev pîrozkirina Newrozê li Bazîdê bala hemû kurdan jî kişand.

Wek tê zanîn beriya mehekê “Platformê Ciwanên Serbixwe yên Kurdistanê” diyar kirin ku dê Newrozê li Bazîdê li mêkanê Ehmedê Xanî pîroz bikin. Dema ku ev daxuyaniya Platformê hat diyar kirin, min jî tespît kir ku ev pîroz kirina Newrozê dê bi rengek û naverokek nû be. Di encamê de jî wûsa bû.

Dema ku min tespît kir ku ev pîrozkirina dê gor dilê min û gor dilê hemû kurdan be, min jî biryar da ku beşdarî Newroza Bazîdê bibim. Ez ji beşdariya Newrozê jî poşman nebûm.

Li Bazîdê Newroz, layiqî naverok û Cejna Neteweyî ya Kurd hat pîroz kirin. Her tevgerandinek Kurdî û Kurdistanî bû.. Peyam Kurdî û Kurdistanî bûn. 5 km bi meşa govendê û meşalayan li cem bavê nasyonalîzma Kurd û hostayê ziman û edebiyada kurdî Ehmedê Xanî di bin berfê de Newroz hat pîroz kirin. Peyama Newrozê, helbest hatin pêşkêş kirin.

Piştî ku li Bazîdê Newroz hat pîroz kirin jî, nûçeyên û bernameyên di derbarê wê de hatin weşandin û pêşkêş kirin jî, derxist holê ku li Bazîdê bi rengekî din û bi naverokek din Newroz hatiyê pîroz kirin.

Ez hêvîdar ku Newroz Bazîdê salên bê li Bakurê Kurdistanê ji bona neteweperwer û kurdperweran bibe ceribandineke neteweyî.          

Li Rojavayê Kurdistanê jî Newroz  heta van salên dawî bi naveroka neteweyî û gelek rengîn dihat pîroz kirin. Hezar mixabin piştî ku PKK li Rojavayê Kurdistanê bi Rejîma Baasê ve bû desthilatdar, naverok û rengên Cejna Neteweyî Newrozê hat guhertin. Newrozê rengekî milîter qezenç kir. Ji hêjayiyên kurdî hat pîroz kirin. Li hemberî Ala Kurdistanê êrîşên mezin pêk tên. PKK îzin nade ku ew kes û rêxistinên Kurd û Kurdistanî Newrozê pîroz bikin. Îsal jî teror û zulma PKKê li hemberî Newroza îsal domand.

 

ÇÎROKA PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ…

Di wan demên dawî de beşek  siyasetvanên kurd û Tirk, ji pêvajoya çareseriyê qal dikin. Qewimandina di salên bihûrî de hatibin qewimandin jî, ji bona xwe dikin model. Xwedêgirawî gor wê modelê Dewleta Tirk dê bi PKKê re pirsa kurd çareser bikira!!!.

Berê çareserî nebû ku îro bibe. Di salên bihurî de her çiqas hevoka “pêvajoya çareseriyê” hat bi kar anîn jî, di holê de pêvajoyeke çareserî tune bû.

Wek tê îfade kirin, dewletê dema ji pêvajoya çareseriyê qal dikir, nedigot ku em dê pirsa Kurd û Kurdistanê di çarçoveya pîvan û hiqûqa navneteweyî de çareser bikin. Bi her rengî mafên neteweyî yên neteweya kurd qebûl bikin.

Dewletê digot ku armanc ji pêvajoya çareseriyê ew e ku PKKê dev ji çek berde.

PKKê jî her çiqas digot ku ez amade me ku dev ji çek berdim, ev ne rast bû. PKKê, ji aliyê dewletên ve hemû mafên kurdan bihatan qebûl kirin jî û Dewleteke Federal jî ava bibûya, dev çek bernedida.

 

Lewra PKKên dixwest ku Kurdistan bibe Apoîstan û di bin çekdarên PKKê de desthilatdariya wan dom bike.

Gelek aşkere bû ku dewletên ji PKKê re patronî dikirin (di serî de xwedî û avakarê PKKê Dewleta Tirk) jî, ji bona berjewendiyên xwe nedixwestin ku PKKê dev ji çek berde.

Mijara din ya girîng, PKKê bê çek, bê kuştin, bê teror nabe. Loma jî PKKê dev ji çek bernade.

Berpirsên PKKê jî bê çek, bê kuştin, bê teror nikarin jiyana xwe bidomînin. Roja PKKê dev ji çek ber de ew dibin masiyê ji avêderketî.

Wê demê “Pevajoya çareserî” ji naveroka xwe dur û beşek kurdan gor daxwaziyên xwe  şirove dikir, jê encam dixwestin bigrin.

Lê derket holê ku ev çîrokek e bê wate ye.

Di vê qonaxê de jî, dema ku ji pêvajoya çareserî tê qal kirin, ji çîrokekê tê qal kirin. Diyar e ku Leyla Zana jî, ji bona jinûve aktîfî vegere nav sîstema PKKê, beşdarî Newroza PKKê bû.

Leyla Zanayê di Newroz PKKê ya li Diyarbekîrê de ji pêvajoya çareseriyê qal kir. Beriya wê jî Selahaddîn Demîrtaş qala çareseriyê kir û got ku “Serokkomarê Tirkiyeyê R.T. Erdoğan muhatab in.”

Qesta Hikumetê ji pêvajoya çareseriyê ew bû ku bê şer PKKê bê çek bike.Piştî ku nikarî bê şer çareser bike biryar da ku bi şer çareser bike. Di ev armanca xwe de jî diyar dibe ku serkeftî bû.

Gelo wê demê Hikûmet dê çima bi PKKê re danûstandin bike.

Dîsa Hikûmet û Kurd jı baş dizanin ku qiymeta Ocalan di nav PKKê de tune ye.Serokatiya PKKê Ocalan guhdar nakin.

PKKê dema dikeve tengasiyê ji aşitî û çareserî falan qal dike. Berpirsên PKKê  jî baş dizanın ku ew tiştên tên ser zimên ne karên wan in.   

Divê baş bê zanîn ku di pirsa kurd û Kurdistanê de Neteweya Kurd û Dewlet muhatab in. Tu partiyeke siyasî nikare Pirsa Kurd û Kurdistanê çareser bike. Loma jî divê bi tevayî di nav kurdan û dewletê de guherrtin çê bibe.

Diyar e ku ev guhertina jî bi şer çê nabe. Bi awayekî siyasî dê çê bibe. Her du teref divê gor vê tevbigerin.

 

Diyarbekîr, 24. 03. 2024

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *