Lİ BAŞÛR BAZİNÊN DORPEÇKİRİNÊ HER DİÇE DİŞİDIN

Di dîroka nêzîk ya Kurdistanê de, ji salên 1992an vir de,  li Başûrê Kurdistanê kêm zêde statuyek fermî, destkeftîyên girîng û berbiçav û desthilatdarîyek Kurdî heye. Lê mixabin dewletên dagirker û hevalbendên wan, li gor stratejîyek hevpar, bi plansazîyek kûr sîyaseta têkçûnê û hilweşandina statuya başûrê Kurdistanê ji xwe re kirine armanc û êrîşên hilweşandinê xistine rojevê!

Piştî damezrandina parlementoya başûrê Kurdistanê, bi taybetî ji salên 1990an virde, dewletên dagirker û hevalbendên wan bi şerê reşkirinê, bi ambargoyên aborî, bi êrîşên hovane, bi siyaseta dorpêçkirinê, li hemberî destkeftî û desthilatdarîya Kurdî şerekî vekirî didomînin.

Îro li başûrê Kurdistanê, dewleta Tirk û Îranê vegerîyane ser bingeha lihevhatinên salên 1800 an. Tirk, cardin bi xewn û xeyalên Mîsakî Mîllî ya mezin ku starta wê 2015 an de  li Amedê, li qada Newrozê hatibû eşkerekirin, dest bi êrîşan kirin. Encamên wê mesajê, di sala 2017 an de, bi navê “şoreşa şerê gel”, bi stratejîya şerê xendekan destpêkir. Dîlgirtin û paqijkirina Bakurê Kurdistanê hêvîyek mezin bi dagirkeran re çêkir.

Niha li Başûrê Kurdistanê, sîyaseta tasfîyekirin û dîlgirtinê ketîye rojevê. Ev stratejîya hanê, encamên berhem û berjewendîyên hevpar yên dewleta Tirk û ya Îranê ne.

Lêbelê, di vê projê de karê taşeronîyê jî PKK û HAŞDÎ ŞABî  girtine ser milê xwe. DAÎŞ jî yek ji wan ensturman û alavên destê desthilatdaran e û wek maşe bi kar tînin. Gava pêwîstî dibînin van alavan yek bi yek dixin rojevê.

Bi êrîşên sîstematîk, başûrê Kurdistanê îro hatîye dorpeç kirin. Berdewamîya vê sîyasetê, ji bo gelê Kurd cardin trajedî û têkçûn e. Armanca van êrîşan û geşkirina şer, hilweşandina statuya Kurdistanê ye.

Dewletên dagirker û partnerên wan, li gor projeya şerê lihevkirî, cardin axa başûrê Kurdistanê dagîr dikin. Li dijî serwerîya parlemento û hukumeta Kurdistanê, bi piştevanîya dewletên dagirker Tirk û Îran, PKK û Haşdê Şabî, li ser hukumeta Kurdistanê, bazinên dorpeçkirinê her diçe teng dikin.

Piştî damezrandina Komara Kuristanê û pêvajoya dema hukmê zatî (otonomîya salên 1970 an) şûn de, ev cara yekem e ku gelê Kurdistanê, li beşekî welatê xwe desthilatdar e, xwedî statuyek  meşrû ye, bi destketîyên guncaw jîyana xwe saz dike. Tevî kêmasî û xeletîyên xwe, Başûrê  Kurdistan, niha ji bo hemû beşên din stargeh, mewzî û mînakekî çareserîyê ye.  Pêwîst e her Kurd, li hemberî van êrîşên hovane raweste; bibe parêzvanekî xwebexş û rê nede dijmînê gelê Kurd ku bi ser bikeve!

Li hemberî êrîş û dagirkerîya Başûrê Kurdistanê, pêwîst e hemû hezên kurdistanî xwedî helwest û seknek dîrokî bin. Ev êrîşên hanê, têkçûna destkeftî û desthilatdarîya gelê Kurd ji xwe re kirine armanc. Divê gelê Kurd, bi helwestên bi lez û di zûtirîn dem de, rê li ber van êrîşan bigire û rawestîne!

Xwedî derketina destkeftî û desthilatdarîya Başûrê Kurdistanê erkek netewî ye! Divê hemû beşên civata Kurd, partî, rêxistin, komel û sazîyên civakî, bi lez û bi biryardarî li hemberî   van êrîşan rawestin! Bi hevre tevbigerin, karên hevbeş û hevkar pêkbînin, hevkarîya navbera xwe li ser bingeha berjewendîya netewî xurt bikin.

Rêvebirîya başûrê Kurdistanê, îro di konaxek dîrokî re derbas dibe. Hemû aktorên desthilatdar, sazî û dezgehên sîyasî, li hemberî vê konaxa hestîyar û girîng de berpirsîyar in.  Dîrok û pêvajoya sîyasî, barekî giran xistîye ser milên sîyasetmedarên Kurd. Bi salan e, desthilatdarîyek Kurdî heye, lê mixabin şaşî û xeletîyên stratejîk, astengîyên giran derdixe pêş rêgeha dewletbûnê.

Nakokîyên nav partîyan, problemên di navbera du îdareyan de, tunebûna artêşek yekbûyî ya netewî, bi serê xwe problemên mezin in. Em hêvîdar in ku ev problemên hanê bi hişmendîyek netewî, li gor berjewendîyên gelemperî bên çareser kirin û rojekî zûtirîn hêzên pêşmerge di bin ala Kurdistanê de bibe artêşa hemû Kurdistanîyan.

Divê Parlemento, hukumet û serokatîya Kurdistanê, di derbarên van êrîş û hewldanên dagîrkeran de, rojek zûtirîn nexşerêyekê amade bike; li gel Netewên Yekbûyî, li gel Yekîtîya Ewropa, li gel Dewletên desthilatdar, li gel sazî û organîzasyonên mirovahî, hûqûqî û sîyasî daxwaza rawestandina şer û dagirkerîyê bike. Di warê  dîplomasî û sîyaseta derva de, gavên erenî û encamdar bavêjin. Bi dîyaspora Kurdî-netewî re pêwendîyên hemwelatîyê geş bikin û rê li ber lobîyekî Kurdî vekin.

Rêvebirîya başûrê Kurdisatanê, ji herkesî baştir dizane ku dewletek bi navê Iraqê, bi navê Sûrî tune ye. Lê belê desthilatdarên dunyê, li gor berjewendîyên xwe  şer û sîyaseta wekaletê didomînin. Ev jî rastîyek e û em her tim pê re rûbirû dibin. Îro li Baxda û Şamê, burokrasîya rêvebirîyê, ji alîyê dewletên desthilatdar ve tên tayin kirin. Artêş û burokrasîya wan herdû dewletan, ji alîyê hêzên desthilatdar ve tê tayîn kirin.

Li Baxdayê, avakirin û hilweşandina hukumetê, bi destê Îranê pêk tê, hemû sazî û dezgehên rêvebirîyê di bin bandora  Îranê de ne û li gor dezgehên terora Îranê tevdigerin. Artêş û burokrasîya Iraqê, ji alîyê fermandarên îranî ve tên kontrol kirin. Sîyaseta Baxdayê, Tahran dîzayn dike. Artêşa Iraqê, nikare xwe biparêze û erkê parastinê teslîmî îranê kirîye. Haşdî Şabî, navê artêşa Îranê ya li Iraqê ye. Ev artêşa Îranê gelek deverên Başûrê Kurdistanê xistîye bin dagirkerîya xwe.

Li gor van rastîyan, pêwîstîya me bi sîyasetek stratejîk û netewî / Kurdî heye. Serwerîya başûrê Kurdistanê, bi stratejî û plansazîyek nû, dikare rûpelên dîrokê bi serkeftina gelê Kurd bixemilîne. Em hêvîdarin serverîya başûrê Kurdistan û organîzasyonên sîyasî yên hemû beşên Kurdistanê, bi hişmedîyek netewî, li ser bingeha berjewendîyên netewî û li gor pêwîstîyên demê, rojeva xwe cardin guncav bikin.

Ez cardin, ew êrîşên ji alîyê dewletên dagirker û hevalbenên wan ve tên meşandin, dorpeç kirin û astengîyên li hemberî  hukumeta Kurdistanê pêk tînin, bi tundî şermezar dikin . 05/05/2021

 

Min ev nivîs mehek berê nivîsî bû lê xuyaye wêneyê min kişandibû  kêm û têr nake.

PKK  cardin  li dijî hêzên pêşmerge êrîşên hovîyane pêk anî. Ev êrîşên raste rast tunebûna destkeftîyên gelê Kurdistanê ji xwe re kirîye armanc. Ev stratejîyek hevpar û aqilê dewletên dagirkere. Tirkiye, Îran, Iraq û Surî cardin bi destê milên pencemîn starta êrîşan eşkere kirin. Ev êrîş û stratejîya hanê ev demekî zêdeye di medyaya PKKê de belav dibe. Çend roj berê  31 Gulanê 2021 an de,  Baasîyên kevin fermandarê PKK said hasan di televîzyona Nurî El Malikî de daxuyanîyek da û  vekirî bê lê û lo got: Me û Haşdî Şabî biryara girtîye deverên li gor madda 140 cîhê nakokî û gengeşîyêne ji hêzên peşmerge paqij bikin. Di berdewamîya axaftina xwe de cardin dubare kir ku “wê şerê me yê herî mezin li dijî hêzên peşmerge be!” Piştî wê daxuyanîyê PKK li devera Amedîyê bi çekên giran êrişî hêzên pêşmerge kir. Weke carên din dîsa xwîna xortên Kurd rijandin.

Ev êrîşên hanê li gor stratejîyek navdewletî hatîye plankirin û armancên sereke rûxandina stauya Başûrê Kurdisatanê ye. Bi van êrîşan pkk , Haşdî Şabî û  Daiş dixwzin destkeftîyên hene bi dawî bînin û li hemû beşên Kurdistanê desthilatdarîya dewletên dagirker  cardin serast bikin. Heyf û hezar carî mixabin ev aqilê dewletê bi hezaran xortên Kurd  mobîlîze dike û li dijî berjewendîyên netewî bi kar tînin. Ez cardin wan êrîşên li dijî gelê Kurd û Peşmergên Kurdistanê pêktên bi tundî şermezar dikim. 05.06.2021

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *