Roja 08.09.2024ê, li bajarê Lahey yê Hollandayê, bi minasebeta yekemîn salvegera damezrandina Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi amadekarîya Komîteya Holandayê ya PWKyê, semînerek hate li i dar xistin, yeksalîya PWKyê hate pîroz kirin.
Bi moderatorîya Endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê Ferhat Boskan di dema hatibû dîyarkirin de semînerê destpêkir.
Semîner bi sirûda neteweyî,Ey Reqîb û bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpêbû.
Di destpêkê de Rerokê PWK-Rêxistina Ewropayê Baran Boskan di derbarê avabûn û xebata partîyê de axaftinek pêşkêş kir.
Paşê di derbarê bername, armanc û sîyaseta PWK de, êndamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê Mehmet Selîm Uzun û rêvebirê PWKyê Seyîdxan Kurij bi zaravayên zazakî û kurmancî yên kurdî semîner pêşkêş kirin.
Nûnerên Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Partîya Yekîtîya Demokrat a Kurd- Sûrîye (PYDKS) û HAK-PARê, hin kesayet, rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd, Cîhgirên Serokê Giştî yê PWKyê Cano Amedî û Rifat Sefalî, rêvebir û endam û alîgirên PWKyê yên li Hollandayê beşdarî vê semînerê û pîrozbahîya yeksalîya PWKyê bûn.
Semîner û pîrozbahî, bi awayekî berfireh, têr û tije derbas bû. Du zaravayên zazakî û kurmancî, bi hevre û di nava hev hatin hûnandin.
Piştî axaftina M. Selîm Uzun û Seyidxan Kurij, nûnerên partîyên sîyasî û beşdarên semînerê, gelek pirsên balkêş kirin û M. Selîm Uzun û Seyidxan Kurij bersîvên van pirsan dan.
Semîner û pîrozbahîya yeksalîya PWKyê bi dilxweşî û razîbûna hemû beşdaran, di atmosfereke erênî û berhemdar bi dawî hat.
08.09.2024
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)