Polîsê New Orleansê ragihand ku keseî bi kamyonê da ser xelkê û di encamê de herî 10 kes mirin û 30 kes birîndar bûn.
Li Amerîkayê polîsê New Orleansê ragihand ku li Kolana Bourbonê kesekî kamyonê da ser qelebalixiyê.
Polîsan ragihand ku li gorî tesbîtên pêşî 10 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya CNNyê, rayedarên rewşên lezgîn ên ku şandin herêmê, bûyer wekî “kuştina komî ya ” binav kir.
Saziya fermî ya amadekariya afetê ya New Orleansê “NOLA Ready”ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku birîndar veguhastine nexweşxaneyên nêzîk û hişyarî da ku nêzîkî cihê bûyerê nebin.
Şahidên bûyerê got ku ev bûyera trajîk a roja yekem a 2025an “şahiya şeva serê salê veguherandiye dehşetê.”
Kevin Garciayê 22 salî ji CNNyê re got, “Tişta ku min dît tenê kamyonek bû ku li aliyê çepê yê rê li hemû kesan xist.”