Li Amedê dengbêjî û akapellayê dengê xwe kir yek

Li nav Sûrên Amedê yên kevnar dengê mûzîkeke bêhempa bilind bû.

20 hunermendan bi projeyekê dengbêjî û hunera akapellayê anîn ba hev û ahengeke xweş derket holê.

Proje ji aliyê Şaredariya Amedê ve bi armanca bipêşxistina dengbêjiyê hatiye destpêkirin.

“Me Rojhilat û Rojava kir yek”

Serokê Daîreya Çand û Karên Civakî ya Şeredariya Amedê Mehmet Mesut Tanrikulu wiha behsa vê harmoniyê kir:

“Dema em li akapellayê temaşe dikin nêzîkî çanda me ya dengbêjiyê ye.

Akapella di çaxê navîn de li Îtalyayê wekî mûzîka dêrê bû.

Piştre wê jî di nav hunera cîhanê de cihê xwe girt. Ew jî hunera deng e.

Bi dengbêjiyê re xala wan a hevbeş ew e ku akapella jî wek dengbêjiyê bê mûzîk, tenê bi deng tê gotin.

Me jî bi vî awayî Rojhilat û Rojava kir yek.”

Piştî xebateke sê mehan û westiyayîbûneke zêde ev berhem derketine holê.

Di projeyê de şeş dengbêj û 14 hunermendên akapellayê cih digrin.

Bi giştî heta niha şeş stranên dengbêjiyê bi vê formê hatine amadekirin.

Dengbêj dibêjin bo wan ligel akapellayê dengbêjî ne zehmet bû û ew zû fêrî bûne.

“Dengbêj helbestvan in”

Dengbêj Seyithan Koç li ser projeyê got:

“Guhê dengbêjan hesas e, dengbêj helbestvan in û girîngiyê bi mûzîkê didin.

Me di hevahengiyê de zehmetî nekişand. Tiştekî gelekî xweş çêbû.

Em difikirin ji vir û şûn de jî vê projeyê berfirehtir bikin.

Ew dê bihêle ciwan jî zêdetir ji dengbêjiyê hez bikin.”

Wan di heman demê de formên cilê Kurdî û çanda Kurdan jî bi kar anîn.

Bi vê projeyê armanc dikin bi yekkirina dengbêjî û akapellayê karibin dengbêjiyê li hemû cîhanê belav bikin.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *