Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)
Kongreya 5emîn ya Asayî ya HDPê, di 03.07.20022an de hat li darxistin. Kongre bi beşdariyeke mezin çêbû. Ev beşdariya mezin, ji bona ku di bazariya siyasete de ciyekî xûrt bigri, hatibû organize kirin., Di kongreye de 1050 nûner hebûn. Ji dervayî hevserokên kevn, namzetên nû ji bo hevserokiyê tune bûn. Di kongreye de klasîka PKK/HDPê pêk hat. Ji bona PKK û Ocalan slogan hatin ser zimên. Wêneyê Ocalan vebû. Ew bûn sedem ku gelek ciwanên kurd bibin qûrban û bên girtin. Ew di siyaseta PKK/HDPê de stratejîyek e. Lewra PKK ji bona tunekirina kurdan hatiye proje kirin û ji aliye dewleta Kemalîst ve li hemberî kurdan wek rêxistineke operasyonal hatiye ava kirin.
DI PEYAMA SEREKE YA KONGREYÊ DE JI BO KURDAN TIŞTEK TUNE BÛ…
Peyama sereke ya kongreya giştî ya HDPê, bi daxuyaniya Serokê Dîwana Kongreyê hat diyar kirin. Serokê dîwanê Kongreyê diyar kir ku ev kongreya ji bona ku peyaman bigihînin hikûmet û mixalefetê hatiye li darxistin. Dema ku di kongreya de û piştî kongreye li peyamên kongreya HDPê meze bikî, ji bo mafên kurdan peyamek tune ye.
Dema partiyek bi xurtî ji kurdan deng bigre û peyameke sereke jî ji bona kurdan peşkeş neke, divê kurdên deng didin HDPê baş bifikirin ku HDPê partiya kurdan nîne, bes kurdan bir kar tîne.
Kongreya HDPê ji serî û heta binî dema ji çav derbas bibe, axiftinên hevserokên HDPê bên analiz kirin, hemû plan û hesabê wan ji bona ku di tîfaqa milet de cî bigrin.
KONGREYA HDP-Ê JÎ WEK HER DEMÊ ŞIKLÎ BÛ…
Kongre, di jiyana partiyên siyasî de platformên gelek girîng in. Kongre ciyê muhaseba kirina demekê û organên partiyên siyasî ne. Loma jî divê di kongreyan de minaqeşeyên girîng pêk bên û rexneyên xûrt bên peşkeş kirin û pêşniyar-proje peşkeş bibin.
Hezar mixabin di sîstema siyasî û partiyên siyasî ya Dewleta Tirk de kongre platformên gelek şiklî ne. Di kongreyan de her tiştek ji aliye serokên giştî û organan ve tên amade kirin, li ser wan jî minaqeşeyên zêde çê nabin, rapor û pêşniyar tên qebûl kirin. Bi biryarên amadekirî dawiya kongreyê partiyên siyasî tên.
Di HDPê de kongreyên giştî zêdetir şiklî û bê wateyê ne. Lewra HDP raste rast bi PKKê re girêdaye. Loma jî hemû rapor û pêşniyar û biryarên esasî gor PKKê amade dibin, kongre bi sloganan dest pê dike û bi sloganan diqede. Wezîfeya nûnerên kongreye jî, pêşniyarên tên kirin, “erê” kirine. Loma jî biryar gor daxwazên ne nûneran, gor merkeza PKKê tên pejirandin.
DI BAZARIYA HDP-Ê Û TÎFAQA MILET DE KURD Û DEMOKRASÎ TUNE YE. LÊ OCALAN HEYE…
HDPê demek dirêj e ku bi Tîfaqa Milet ve di nav bazariyekê de ye. Ev bazariya HDPê bi Tîfaqa Milet re di kongreye de jî dom kir. Gor daxuyaniya serokê dîwanê jî, peyama esasî ya kongreyê ji bona bazariyê ye.
Di bazariya HDPê de, bi Tîfaqa Milet re ji bona mafên kurdan û demokrasiye û maf û azadiyên kesayetî û kolektif bazariyek tune ye. HDPê, bi Tîfaqa Milet re, ji bona azadiya Ocalan û S. Demîrtraş bazariyê dike. Ev jî diyar dike ku ji bona HDP, mafên kurdan û demokrasi xwediyê tu qiymetekê nînin.
Loma jî ji bona mafên kurdan biryarek ji kongreye derneket. Ew kurdên ku ji bona mafên kurdan li cem HDPê ne, gelo vê helwestê çewa “erê” dikin. Çavên xwe ji vê re digrin?
DI KONGREYÊ DE XIRABIYÊN PKK-Ê NEHATIN NIQAŞE KIRIN…
Gelek aşkere ye ku hemû kurd baş dizanin ku PKKê ji bona ku li Dewleta Federe ya Kurdistanê xirabî bike bi deh salan e ku êrîşker e. Bi dewletên kolonyalist û rêxistinên terorîst re tîfaq pêk tîne. Li Kurdistanê gelek gund dagir kiriye û nahêle ku gundî çandiniyê bikin. Zarokan direvîne û wan çekdar dike. Zarokan dide kuştin û bi xwe jî dikûje. Wek rêxistineke dagirker tevdigere. Karên terorîstî dike. Li Rojavayê Kurdistanê bi Rejîma Baasê re di nav tîfaqe xeter de ye. Bi Rejîmê ve li Kurdistanê dîktorî û faşîzmê dimeşîne. Bû sedem ku bi hezaran kurd bên kûştin. Kurdperweran digre hepis dike, êşkence dike û dikûje.
Dengdar û nûnerên HDPê bi piranî kurd in. Ew jî dizanin ku HDP rêxistina PKKê ye. Loma jî ji karen PKKê berpirsayar e. Kurdên ku ji bona kurditiyê piştgiriya HDPê dikin, divê di mijara Dewleta Federe ya Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de xesas bin û bi berpirsiyarî tevbigerin. Loma jî xirabiyên PKKê yên li Dewleta Federe ya Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê bidin niqaşe kirin. Hezar mixabin ev berpirsiyariya xwe neanîn cîh.
HILBIJARTINA HEVSEROKAN JÎ DIYAR DIKE KU DI HDP-Ê DE GUHERTINEK TUNE YE…
Herdu hevserokên HDPê ereb bûn. Baş tê zanîn ku beşek kurdên ji HDPê re piştgir û nûnerên Kongreya HDPê ji hevserokiya ereban li derûdora xwew eciziya xwe diyar dikirin. Wan dixwest ku hevserokên HDPê kurd bin. Di ev Kongreya 5emîn ya HDPê de jî tu kurdekî cesaret nekir û nebûn namzetê HDPê. Perwîn Bûldan û Mîthad Sîncarê Ereb bûn namzet û di encamê jî hatin hilbijartin.
Diyar bû ku dîsa berpirsên PKKê xwestin ku hevserokên heyî karên xwe bidomînin. Dema ku navenda PKKê xwediyê vê daxwazê be, tu kesekî din nikare bibe nemzetê hevserokiya HDPê.
Vê yekê jî diyar kir ku di HDPê de guhertinek tune ye û kurd di mijarên bingehî û kurdî de xwediyê biryarê nînin.
DI HDP-Ê DE PEYVA ŞEWÎRMANAN XWEDİYÊ QIYMETEKÊ NÎNE, BES PEYV Û BİRYARA PKK-Ê MUQTEDÎR E Û DERBAS DIBE…
Di encama Kongreya HDPê de Koma Şewîrmendî hat hilbijartin. Ji bona ku navên xerîb di vê komê de cîh girtiye. Gelek bal kişand. Ji aliyê gelek kesan û çapemenî ve jî, wek ev koma nû hatiye ava kirin, tê şirovekirin. Koma Şewirmendî bi deh salan e ku di HDPê de heye. Lê xwediyê fonksîyonekê nînin. Kes jî qiymet nade nêrînên wan; bes nêrîn û biryarên PKK ji bona HDPê girîng û derbas dibe.
Koma Şêwirmendî ji gelek kesên rengîn hatiye ava kirin. Ev jî dibe sedem ku ev koma “girîng be” û peyvên wan xwediyê qiymewtekê be.
Ev nêrîna şaş e.
Lê tiştekî din yê xerîb heye, ew jî kesên di komê de cî girtine.
Ew kî ne?
1-Mûrîdên PKKê ne. Piranî ji ew in.
2-Komûnîst û çepên piştgir û alîgirê Yekîtiya Sovyetê û Koreya Bakur û Kûbayê ne. Ew jî ji bona PKKê stalînîst nas dikin, di komê de cî girtine.
3- Çepên liberal û liberalên demokrat.
4-Kemalîstên ji CHPê eciz in.
Lê gruba balkêş çepên lîberal û lîberalên demokrat in. Wan jî diyar e ku di dawiya emrên xwe de Kemalîstbûna xwe derxistine pêş, Bernameya Koreya Bakûr ya PKK/HDPê re “erê” gotine.
Stenbol, 08. 07. 2022
Têbinî: Ezê nêrînên Demîrtaş di nivîsa xwe ya bê de analiz bikim.