Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser neşandina meeşê karmendên Herêma Kurdistanê got,” Piştî nîşanên erênî, em pêşniyara çareserkirina pirsgirêkan dikin.”
Komîteya Navendî ya PDKyê bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî civiya.
Piştî civînê daxuyaniyek hat belavkirin. Daxuyaniya PDKyê 5 beşan pêk hatiye.
Deqa daxuyaniya PDKyê wisa ye:
Bi serkirdatiya Cenabê Serok Mesûd Barzanî, Komîteya Navendî ya partiya me, bi amadebûna hevpeymanên komîteya navendî û berpirsên liqan, îro duşemê 2yê Hezîrana 2025an, civîna xwe ya berfireh pêk anî.
Civîn bi çendekî rawestandin ji bo rêzgirtina canê pîroz ê şehîdên Kurdistanê, Serweriyê Barzaniyê Nemir û Kak Îdrîsê her li bîr dest pê kir, piştre çend pirsên girîng û heyî hatin şirovekirin û gotûbêj li ser wan hat kirin.
Beşa Yekem/ Pêwendiyên me yên bi Hikûmeta Federal re: Partiya me di qonaxê berengarbûnê û ruxandina rejîmê û dû re di damezirandina Îraqeke nû de ku tê de hemû hevwelatî hest bi aramî û hêsaniyê bikin û li gorî destûr bigihîjin maf û azadiyên xwe, Îraqek ku bê cîhawaziya neteweyî û olî û mezhebî ji bo hemûyan be roleke karigirtî hebû.
Serkirdatiya Kurdistanê bi biryara Parlamentoya Kurdistanê beşdarî damezirandina Îraqa nû kir li ser bingehê hevbeşiyê û sazmanê û hevsingiyê (Şirîkatî, têgihiştin, hevsengî) û rêvebirina Îraqê ji aliyê hemû pêkhateyan ve li gorî destûra daîmî yê Îraqa Federal û dabînkirina jiyaneke layiq ji bo hemû gelê Îraqê ku bibe sedema nêzîkbûna wan hemû bêbextî û wêraniyên li ser Îraqa giştî û Kurdistana bi taybetî hatibûn.
Bi xemgîniyê piştî derbasbûna çend salan li ser ruxîna rejîmê, beşek ji desthilatdarên Bexdayê bi aqiliyeteke dûr ji aqiliyeta federal û bi arasteyê vegerandina dewleta navendî û piştguhdana destûr û peymanên ku di navbera aliyên siyasî de hatine kirin ji bo pêkhatina kabîneyê û guhartina zextê li ser Herêma (Kurdistanê) bi hemû awayen û bikaranîna karta meaşan û budceya Herêma Kurdistanê gav avêtin.
Civînê piştgiriya helwesta mekteba siyasî ya partiya me kir derbarê mûçeya mûçegirên Kurdistanê, her wiha helwesta partiyên Kurdistanî li civîna hevbeş a dîroka 31ê Gulanê 2025 bilind nirxand û piştî wan îşaretên erênî yên ku ji aliyê Hikûmeta Federal û dezgeha qezayî ve hene ji bo çareserkirina pirsgirêkê em jî dakolatiya çareserkirina pirsgirêkan û dawî li van reftarên neheq ên ku li hemberî jiyana fermanbêr û mûçegirên Kurdistanê tên kirin dikin.
Beşa Duyem/ Pêwendiyên me yên bi hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê re: Partiya me baweriya temam bi pir hizbî û bi kar û berpirsyariya hevbeş heye. Ji vê dîtinê ve hewla rêkxistina navmalî ya Kurdistanî her berdewam bûye û hewleke cidî me da ji bo avakirina hevpeymaniyetiyeke Kurdistanî ji bo beşdariyê li hilbijartina dahatû ya dora şeşemîn a Encûmena Nûneran a Îraqê ji bo wê ku li Bexdayê wekî pêkhateyê Kurd roleke karigirtir hebin, ne wekî ahzab. Bi xemgîniyê pêşwazî li wan hewlên me nehat û bê encam bû. Dû hewla me jî ji bo kara hevbeşî û avakirina hevrayiyê berember pirsgirêk û kêşeyên wan bû ku daxwaza me ji hemû partî û aliyên Kurdistanî kir û mêvandariakirin ji bo civîneke hevbeş ku bi spasiyê beşê herî zêde yê partî û aliyan amadeyê civîn û gotûbêjkirinê bûn. Hevdem çend aliyan jî destpêşxeriyan pejirandin ku armanca wê şêwir û ragihandin bû derbarê biryara neyasayî ya Wezareta Darayî ya Hikûmeta Federal derbarê maf û layiqiyên darayî yên mûçegirên bi taybetî û gelê Herêma Kurdistanê bi giştî. Layiqe amaje ev civîna navborî civîneke baş û serkeftî bû.
Beşa Sêyem/ Serdan û civînên Birêz Serokwezîrê Herêma Kurdistanê: Piştî gotûbêj û zelalkirina naverokê serdana bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, civînên Birêz (Mesrûr Barzanî) li gel kesayetî û dezgehên wî welatî wekî karekî baş hat zanîn ji bo zêdekirin û xurtkirina pêwendiyê di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de. Her wiha peymanên li ser kêlgehên gaza û neftê ku di çarçoveya mafên destûrî û yasayî yên Herêma Kurdistanê de danî, ji bo sûda jirbûneweya aboriya Herêma Kurdistanê û Îraqê hatin zanîn.
Beşa Çwarem/ Pêvajoya pêkhatina kabîneya dehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Lîjneya dan û standinên partiya me agahî û zelalkirina pêwîst derbarê gavên wê pêvajoyê pêşkêşî civînê kir. Berdewamiya gavên lîjneya navborî bi mebesta pêkhatina kabîneya dehemîn bi zûtirîn dem wekî pêwîst hat zanîn.
Beşa Pênjem/ Pêvajoya hilbijartina xula 6emîn a Parlamentoya Îraqê: Lîjneya Bilind a serdestiya pêvajoya hilbijartinê hemû gav û amadekariyan ku hatine kirin û plan û bernameya paşerojê ya lîjne û organên partiya me derbarê vê pêvajoyê ragihand. Civîn plan û hewlên lîjneya navborî li gorî wê xişteya demî ya ku hatiye diyarkirin wekî pejirandî eşkere kir.” (Rûdaw)