Komeke çekdar Nûçegihanê malpera yekîtî midya Cengîn elîko revandi û îşkencekirin

Yekîtî-Media ragihand ku;

Roja duşemê 4.1.2016 Nûçegihanê yekîtî mîdya Cengîn Elko li Dirbêsîyê hatîye revandin û ew birine cîkî nêzîkî bajarê Serêkaniyê.

Cengîn elîko piştî dermankirinê daxuyaniyek daye yekîtî mîdya weha dibêje:

Wê koma çekdar min ji pêşiya Navenda E N K S girtin û birin. Wan min bir çalakê û tevan bi hev re êrîşî min kirin. Wan bi boriyên hesin berdewam li min xistin ta ez ji ser hişê xwe çûm! Piştre gava min çavê xwe vekir ew çûbûm û min xwe avêt ser rê ta kemyonek li min sekinî û min avêtin nexweşxaneya Dirbêsyê.

Yekîtî media dide diyarkirin ku; wan çekdaran Cengîn Elko bi haweyek eşkere birine. Wan Cengîn li ber çavê çekdarên PYD birine!

çavkanî: yekîtî-media

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *