Koça Veysî Zeydanlioxlu (1937-2024)

Rohat Alakom

Parêzer, mamosteyê zimanê kurdî Veysî Zeydanlioxlî roja 18-5-2024, di 87 saliya xwe de li Stockholmê wefat kir. Ew bi gelek aliyên xwe hatibû nasîn. Dildarekî dîrok kurd û ronabîrekî mezin bû. Herweha em li Swêdê cînarê hev bûn. Bihar û havînê di nav heftekî de du-sê caran me hev didît, derdiketine seyranê. Em gelek tişt ji hev fêr dibûn. Wî digot “Ev gerên me, gerên çandî ne” Ez xwe kesekî bi şans dihesibînim bo li xeriviyê bûne cînar û hevalê hev. Min di twitterê de bi kurtî hestên xwe wiha anî ziman: “Em ê te hertim bi hezkirin bi bîr bînin kekê can!”

Danasîneke kurt

Parêzer (Avûkat( Veysî Zeydanlioxlu (1937-2024) li Bitlîsê hatiye dinê. Li paytextê Tirkiyê Fakûlteya Hiqûkê xwendiye, piştî xwendinê wek parêzer kar xebitiye. Li ber Behra Wanê, li bajarokê Tatwanê ji xwe re xanîyek çêkiriye û bi salan li wir jîyaye. Piştî hatina cuntaya leşkerî li Tirkiyê (1980), wî koçberî Swêdê kiriye, bi salan li wir maye. Dema hate Swêdê ji bo zimanê swêdî û îngîlîzî hîn bibe çû qursên zimîn.  Wî li vir Zanîngeha Mamosteyên Kurdî jî xelas kir, piştî vê perwerdeyê bi salan li Stockholmê di dibistanên cihê de mamostetiya zimanê kurdî kiriye.

Ji  çepê Veysî Zeydanlioxlu, helbestvanê navdar Cegerxwin,

sîyasetmedarê kurd Mistefa Budak û ez (li li mala helbestvanê me yê mezin (Stockholm)

 

Vegera Tirkiyê û êşên du-welatiyê

Demekê Zeydanlioxlî biryarê vegera welêt girtiye, çend salan li Enqerê dimîne, û lê paşê dîsa vegeriyaye Swêdê. Belê, pêşiyê Swêd, paşê Enqere û dîsa Swêd. Wek gelek koçber û penaberan ew jî di navbera du welatan de hatiye-çûye. Ew êdî dibin perçekî vî welatî jî ango welatê nû Swêdê. Mirov di navbera du avan de dimîne, lingek li welat û lingê din li welatê nû ye. Êşa xeribiyê wek her penaber û koçberî,  Weysî Zeydanlioxlî jî diêşand. Ne mala wî ya Tatwanê ne jî ya li Enqerê jê re bû stareke daîmî. Herdu mal jî hîştin, berê xwe dîsa da Swêdê. Ev hat-çûna nav welatan, nav waran qedere hemû penaber û koçberan pêk dianî.

 

Vegera Swêdê

Hersê zarokên malbatê li Bitlîs û Swêdê mezin bûn, paşê çûn li Îngîlterê xwendin. Ew niha jî li Stockholmê dijîn, zewicîne û bûne xweyê zarokan. Malbata Zeydanlioxlu di dawiyê de li Swêdê bû çar malbatan, her malbatek li taxeke bajêr cîwar bûye! Hersê zarokên wî piştî xwendina bilind hemû hatibûn Stockholmê û newiyên wî her diçûn zêde dibûn. Jîyana ji zar û newiyan dûr ew (dê û bav) aciz dikirin û hesreta Swêdê ji wan re giran dihat. Careke din bar kirin hatin Swêdê. Bêgûman gelek dijwarî û zehmetiyên vê warguhartinê hebûn. Ew pirtûkxana wî ya li Enqerê kete destê kesên din! Gelek li ber xwe diket, lê tiştekî ku zêde bike jî tune bû… Veysî Zeydanlioxlu carina serîk dida Qawexana Kurdî.. Gelek kurdan carina li wir hev didîtin, di warê têkiliyên sosyal de vê qawê roleke mezin dilîst

 

Dibin cînarê hev

Veysî Zeydanlioxlu dema cara duwem hat li Swêdê cîwar bû, di dawiyê de bû cînarê min. Ew hat li vê taxa paytext Stockholmê ku ez lê dimam, li Skarpnäckê cîwar bû. Vê cînartîyê heta niha jî domandiye. Li Skarpnäckê kurdên ji her perçên Kurdistanê hene. Komek jî kurdên Anatoliya Navîn in. Dema hewa xweş bûya em heftê du-sê caran derdiketin li dorberê vê taxê digeriyan. Me ev gotina doxtoran ji xwe re kiribû şîret: ”Dermanê herî mezin ji bo tendûristiyê, rojê saetek ger e!”. Li vê taxa me gelek rêyên gerê û bestên mezin yên tevgerê hene. Ji baharê heta payîza dereng her der di nav hêşnayê û kûlîlkan de dimîne. Rêke me ya ku me hertim dişopand hebû. Ji malê derdiketin, me berê xwe dida wê besta kesk ku qasî 3-4 sahayên futbolê mezin e.. Ev bihûşta derewîn bûhar û havînî dibû ya me. Carina em herdu tenê diman, li wir li ser textekî rûdiniştin û bîna xwe derdixist. Rojeva me gelek caran wek her kurdekî/kê: Kurdistan, kurd û qedera zimanê kurdî bû.

 

Hafiza, muhakeme û hêza şiroveyê

Hafiza Veysî Zeydanlioxlu gelek xurt bû, bi taybetî bîranîna dîroka kurd, dîroka mîrîtîya Bitlîsê. Hêza wî ya muhakemê û nirxandinê ji bêqusir bû. Şiroveyên wî gelek aqilane bûn. Ez bawer dikim çend sedemên vê yekê hebûn. Sedemê yekem qedandina fakûlteya hiqûkê bû. Ezberkirina ewqas qayde û qanûnan hişekî bi kapasîte dixwast. Sedemekî din wî gelek dixwend. Lê dema em derdiketin gerê û li cîhekî rûdiniştin zêde em li ser mijarên wek dîrok, ziman, edebîyat, û jîyana rojane dipeyivîn. Wî jî min jî me koka peyvan gelek hez dikir, ew peyv ji kîderê tên me gelekî meraq dikir. Me turikê zimanê kurdî û yê swêdî dida ber hev. Herdu ziman jî ji koma zimanên Îndo-Ewrûpî ne. Em li gorî xwe digihîştin hin encaman. Ji van hewldanên dan û standinê zimanî re di lîteratûrê de dibêjin: “etîmolojîya populer”.

Ji çepê: Ez, Faruk Aras, Veysî Zeydanlioxlu, Mehdî Zana û Mucahît Hûn

li Stockholmê

 

Xwendin, xwendin û dîsa xwendin

Ez bûm şahidê çend aliyên kek Weysî  yên gelek baş. Wek mînak wî perekî mezin dida kirîna pirtûkan, eger li Swêdê peyda nekira ji welatên din dida anîn yan jî kopyayên wan bi dest dixist. Pirtûkxaneke wî ya dewlemend hebû. Di van salên dawîn de zêde klasîkên dinyayê, bîyografiyên navdarên dinê bala wî dikşand. Lê ev pirtûkên dixwandin hemû çavkaniyên hacimfireh û giran bûn. Min carcar jê re digot: ”Ev pirtûkên wiha mezin him çavan diwestînin, him jî destan û bedenê. Wî dîsa berdewam dikir, dixwend. Zêde dîroka netewetiya kurd û mîrîtiya Bitlîsê bala wî dikşand. Şopandina rojeva kurdan jî hez dikir. Dema piştî salan vegeriya çû Tirkiyê, ew pirtûkên xwe jî paşê dan anînê. Çend salan li Enqereyê ma, ji xwe re pergalek saz kir.

Ew xwendevanekî gelek baş bû. Ji xwendinê zêde nikaribû wext bibîne hin tiştan binivîse. Di derbarê nivîsîna bîranînên xwe de me gelek caran min pêşneyar jê re dibir. Wî digot: “Qaydekî wisa tune ku dibêje her kesê zane sedî sed divê bibe nivîskar”. Paşê berdewam dikir digot: “Bi xwe li Swêdê gelek nivîskarên kurd hene”.

 

Dawî

Goristana Stockholmê ya here mezin û kevn nêzîkî taxa ku em lê diman bû. Min carina bi laqirdî ji re digot: “Goristana me jî nêzîkî mala me ye” û ew dikeniya. Tiştê ku min fam kir kingê dem hat Zeydanlioxlu dixwast li Swêdê bê veşartin, welatê wî yê duwem ku hemû newiyên wî li wir hatine dinê.

Belê, wî mala xwe ji nav me bar kir çû wê dinya ebedî, dîyarekî din. Xema meke Lawê Zeydan: “Tu herî kîderê, em ê jî rojekê bên wêdere!”

Sergovendî Veysî Zeydanlioxlu (serê çepê), kesê serê rastê jî hevalê wî yê nêzîk Cemal Saygili ye. Ligel hin hevalên xwe wan Koma Bitlîsê ya Folklorê saz kirin (di salên 1960î de)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *