KOBANÎ – JAN DOST – WEŞANÊN DOZÊ

 

KOBANÎ – JAN DOST – WEŞANÊN DOZÊ

 

Lînka xwe gihandina berhemê;

https://dozyayinlari.com/detail/772-kobani

 

Romana Jan Dost a bi navê Kobanî bi çapa xwe ya nû ji nav Weşanên DOZê de çap û belav bû.

Tîraja vê çapa Kobaniyê hezar e û li Stenbolê ji hêla Ceylan Matbaacılıkê ve hatiye çapkirin.

Di vê çapa nû de ji hêla nivîskarê romanê ve bi navê Ferhenga Kobaniyê beşek li berhemê hatiye zêde kirin da ku xwendevan bi rihetî diyalogên vê berhemê de bi rihetî fêm bike.

 

Beşek ji nav romana Kobaniyê;

 

“Tevî ku kavil hemû dişibin hev jî ez nas dikim ku êdî gihame kolana ku wê min derbasî Mihela Seyda bike. Ez ecêb namînim! Bi koranî bûya jî min ê rê bibira ser mihela xwe. Cihê ku ez lê jidayik bûme, cihê ku min cara yekem li wir dilê xwe ji keçekê re vekiriye û jê re yekemîn nameya evînê nivîsiye… Cihê ku min yekem car keçek ramûsaye, hembêz kiriye… Cihê ku min yekem hêsir lê barandiye… Cihê ku ez li wir fêrî yekemîn tîp bûme, yekemîn peyv min li wir aniye zimên, gava xwe ya yekemîn min li wir avêtiye û helbesta yekemîn jî min li wir nivîsîye… Cihê ku dê û bav û bira û ap û pismam û kalik û pîrik û cîranên min di axa wî de veşartî ne… Cihê ku min sî û pênc sal li wir di nav toz û herî û xirecir û evîn û qehr û hêvî û tirsê de bihurandiye wê çawa ji bîr bibe!”

 

Nêrînên derbarê romanê de;

 

Jan Dost, rojnivîsk û jînenîgariya xwe nenivîsiye, wî her du cure di romanê de bi kar anîne da ku trajediya kurdan bîne zimên û behsa wêraniya bi serê miletî hatiye, bike. Gelek caran mêjûyê jî ji xwe re dike çarçoveyek û bi rûpoşa dîroknûsekî romanê dinivîse.

Prof. Basillius Bawardi – Zanîngeha Bar Ilan

 

Ev roman hewldaneke wêjeyî ya cidî ye di warê realîzma mêjûyî ya rexnegiriyê de.

Bi vê romanê Jan Dost xwestiye ji xewn û hizrên realist/xeyalî derkeve, û xwe bigihîne metodolojiya di romanên hemdem de tê bikaranîn. Wî wek armanc rewşa milletê Kurd bi tevayî daye ber çavê xwe, û bi taybetî rewşa Rojavayê Kurdistanê û berî her tiştî jî şerê ku li Kobaniyê rû daye, vedibêje.

Salih Sûzenî – Şair û rexnegirê edebî. Rojhilatê Kurdistanê

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *