Kiryarên desthilatdarîya Rojavayê Kurdistanê û helwesta neteweyî

Tevgera Demokratîk a Kurdistanê     (TDK-TEVGER)
Tevgera Demokratîk a Kurdistanî      (TDK-TEVGER)
Kürdistan Demokratik Hareketi         (TDK-TEVGER)
Kurdistan Demokratische Bewegung (TDK-TEVGER)
Democratic Movement of Kurdistan  (TDK-TEVGER)


Her roj em bi nûçeyên nexêrê û kiryarên hêvîkuştina miletî ve şîyar dibin. Ji Rojavayê Kurdistanê dîsan bi sedan malbat derbasî kampên Başûrê Kurdistanê bûn û xwe avêtên bextên desthilatdarîya Başûrê Kurdistanê.

Desthilatdarîya nedûrbîn, bêserûber ku bi kiryarên xwe, di berjewendîya neyaran de tevdigere, dibe sedemê valakirina Rojavayê Kurdistanê. Vê desthilatdarîya nedûrbîn, neyartîya Başûrê Kurdistanê ji xwe re kirîye dîyardeya man û nemana xwe. Xelkê Kurdistanê neçar dike ku ji ser mal û milkên xwe koçber bibin. Bi kiryarên xwe yên tundrewî û nemirovane, êrîşî Derîyê Pêşxabûrê dike ku desthilatdarîya Başûrê Kurdistanê mecbûr bibe ku derî bigre.  Bi vê helwesta xwe û bi kiryarên xwe yên tundrew, li dijî berjewendîyên miletê Kurd tevdigere û dibe sedemê têkçûna pêwendîyên beşên Kurdistanê.

Em hêvî dikin ku desthilatdarîya Başûrê Kurdistanê, Derîyê Pêşxabûrî ji  bo çûn û hatina hemwelatîyên Kurdistanê veke û ji wan re bibe alîkar. Lê pêwîst e ku desthilatdarîya Başûrê Kurdistanê helwestên dijminane û kiryarên tundrew yên desthilatdarîya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê ji raya giştî re ronî û zelal bike.

Îstîqbarat û asayişa Rojavayê Kurdistanê, ji  îstîqbarat û asayişa desthilatdarîya kolonyalîst û şovenîst ya Sûrîyê bêtir zulm û zorê li hemwelatîyên Rojavayê Kurdistanê dikin û dixwazin bi dare zorê wan bêdeng bikin.

Berîya çend rojan wekî gelek caran, dîsa asayişa terorist ya Rojavayê Kurdistanê, Ebdulrehîm Temê revandin. Sekreterîya giştî ya ENKSê, bi daxwîyanîyekê û bi daxwaza azadkirina Ebdulrehîm Temê, ji HSDê re nameyek belav kirîye û tekîd kirîye ku asayişa desthilatdarîya Xweser Ebdulrehîm Temê girtîye. Ev bûyer, di 9ê çileya 2022an de pêk hatîye û ENKSê ji jîyana Ebulrehîmî bigûman in. ENKSê, PYDyê, ji parastina jîyana Ebdulrehîmî de wek berpirsîyar nîşan dide.

PYD û desthilatdarîya Rojavayê Kurdistanê, divê demildest EbdulrehîmTemê serbest berdin, ji wî û ji tevgera neteweyî mafê lêbûrênê bixwaz e. Em TDK Tevger, kiryarên desthilatdarîya Rojavayê Kurdistanê yên tundrew û dijminane şermezar dikin. Van kiryarên terorîstî, dê bi kêrî wan jî neyê û dê bibe sedema bûyerên dijî berjewendîyên miletê Kurd û Kurdistanê.

Bimre hemû awayên zordarî û kiryarên tundrewî yên li ser xelkên Kurdisatnê

TDK- Tevger

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *