Kesayetiya Jina Kurd / Entarama Ermenî û Xortê Kurd

Daner: Sozdar Mîdî (E. Xelîl)       Wergêr: Heyder Omer.

Kurdolociyê Rusî Basîlî Nîkîtîn, çîroka keça ermenî ya ji maleke eristeqrat bû, navê wê Entaram Terabzonî ye, cendirmên Tirkan ew firotbûn xortekî kurd ji malbateke goçer bû. Keçik çîroka xwe û wî xortî dibêje:

Ez çi bûm ji bo vî kesê Kurd? Kole bûm? Karmend bûm? Mêvan bûm? Çima wî ez kirîm? Ev mirovê paşeve mayî xwediyê ageha mirovbendî ya pêşî ye…jin di mala wî de tune bûn, ewî ev rêzgirtina jinê ji kû ve bi dest xistibû? Min ji vî mêrê, ku tiştek li ser nizanîbû, hez kir, ne tenê weha, min zimanê wî û dîroka gelê wî jî nizanî.

 Dema sibehê ez ji nav nivînê şiyar kirim, bi destê min girt, û ez birim, li derdora êgir bi min re geriya; ev yeka jî şopeke kultora wan e; gava zemawendê keçik bi vî awayî mala bavê xwe dihêle. Piştî çend kêlîkan ez û perwera (cêriya) min birin penaha xanî, ku sed mîh û pênc gamêş û zîn û zengûyekî nû anîbûn, em li wur dan rawestan û gote me: erka min ew bû, ku ez mihra zemawendê bidim bavê te, vê lomê ez van tiştan didim perwera te ya ku bi te re heya vir hatî”.

Keçika ermenî çîroka xwe didumîne û dibêje:

Bi şahî li min dinerî, kesekî ew neçareyî vê yekê nekiribû, lê wî dixwast ji her kesekî re bide xuykirin, ku ewî ne ji bo daxwazeke erzan vê keçika biyanî haniye bin konê xwe, belê ez hevaljiyaneke rewa ji xwe re biribûm, da hemî kes rêza min bigire. Bandora wê yekê li ser min kûr bû.

 Heftiyekê di pey re, min dengin li ber deriyê kon bihîstin, ew şopa ling û dengên berxikan bû. Ez derketim da bibînim çi dibe, ewî jî li min dinerî, û paşê gote min: Pêdiviya min ew bû, ku tu di pey zemanwedê re biçûya mala xwediyê (Dê û bav) xwe, da wek çawa hatiye zanîn, çêlek û hesp û bizinan bidin te, da bermayên wan yên te bin. Ev yeka pêdiviyeke kultora me ye, û ez jî naxwazim tu ji jinên din xizantir bî, vê lomê ez van bi xwe didime te.

 Roj derbas bûn, û kurukek ji me re çê bû, û di nav me de hino hino mezin bû, hema peyveke kurdî jî nedipeyivî, te digot qey ermeniyekî biçûk e, bavî ev yeka li xwe giran nedigirt, lê rojekê gote min: hema bi kêmanî wî hînî peyva (bavo) bike; min daxwaza wî pêk neanî. Ev bextewarî ji roja zemawenda me beriya çar salan de hîna jî dom dike“.

Di va rawêjê de xuyadibe ku derameta jinê di civata kurd ya resen de bilind bû, û tê fêmkirin ku kurdên goçer li Bakurê Kurdistanê bi kultur û bawikên xwe yên kevin girêdayîbûn; çi Mitrayî be, an Zerdeştî be, an Êzdîtî be, dawera vê yekê jî gerandina bûkê li dor êgir, berî ku ji mala xwedanên xwe here mala xwe ya nû, helbet ê ciyê şanaziyê be eger ev bawikan careka din werin vejandin.

[Pirtûka: Kesayetiya kurd, rû 222. ]

2-2-2016

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir