Pirsgirêka Kerkûkê di koka xwe de ne pirsgirêkeke îdarî ya di navbera Kurdan û Dewleta Îraqê de ye, li şûnê mijara nasnameya Kerkûkê bingeha pirsgirêkê ye. Ev pirsgirêk ji destpêka pêvekirina Wîlayeta Mûsilê bi Îraqa Erebî ve dest pê dike, çimkî neteweya serdest ji yekem kêliya girêdana Kerkûkê bi Îraqê ve dest bi hewldanên xwe yên guhertina nasnameya bajêr kir. Piştre bi dehsalan jî îdareya bajêr di destê Kurdan de bû lê stratejiya dewletê ne guhertina rêveberiya bajêr lê nasnameya wî bû.
Li hemberî stratejiya dewletê ya guhertina nasnameya Kerkûkê ji bajarekî Kurdistanî bo bajarekî Erebî, li gor şert û merc û qonaxên siyasetên Erebkirinê, Kurd jî xebitîn ji bo ku nasnameya niştimanî ya bajêr biparêzin.
Her çend di heyama 98 salên borî de yên li navbera pêvekirina Kerkûkê bi Îraqê ve û heta niha, Dewleta Îraqê saniyeyeke tenê jî dev ji siyaseta xwe ya Erebkirinê bernedaye lê dîsa jî nikarîbû kirasê Kurdistanî yê Kerkûkê rake û nasnameya Erebî bi ser bejna wê de berde.
Lê ya ku nasnameya niştimanî ya Kerkûkê parast, ne bi tenê partiyên siyasî yên Kurdî û tevgera Kurdan a çekdarî bû, çimkî heyameke dirêj ti partiyeke siyasî ya Kurdan nebû lê belê xebata parastina nasnameya Kurdistanî ya Kerkûkê her tim hebû. Berî ku Kurd dest bi xebata çekdarî jî bikin, xebata rûbirûbûna Erebkirinê her tim hebû.
Yên ku dijî siyaseta Erebkirinê derdiketin û reseniya nasnameya niştimanî ya Kerkûkê diparastin, Kurdên Kerkûkê bi xwe bûn. Bêyî ku partiyên siyasî yên Kurdan hebin û bêyî ku şoreşa çekdarî ya Kurdan hebe, Kurdan li wê erdnîgariyê li malên xwe bi mayîna li cîwarê xwe û parastina ziman, çand û kevneşopiyên xwe yên kurdewarî karîbûn rê li ber guhertina nasnameya bajarê xwe bigirin.
Ez dixwazim bibêjim ku ji bo her şert û merc û qonaxeke wan gef û metirsiyên ku li ser Kerkûkê hebûn, bi awayekî xebatê rê li ber metirsiyan dihat girtin. Lê ne şert e seba wê xebatê xwîn hatibe rijandin û şerê çekdarî hatibe kirin.
Heyamekê ku hemî tiştên Kurdan qedexe bûn, bi tenê mayîna li Kerkûkê, parastina ziman, çand û kevneşopiyên kurdewarî ji hêla şêniyên Kerkûkê ve ji bo parastina nasnameya wê xebat û têkoşîna herî mezin bû. Yên ku li hember her cure zilm û zordariyê rawestiyan Kurdên Kerkûkê bûn û karîbûn bi vî rengî nasnameya Kurdistanî ya bajarê xwe biparêzin.
Niha jî tevî ku Kerkûk di bin kontrola neteweya Ereb a serdest de ye, lehiya Erebkirina nû ku bi Şîîkirinê re hatiye tevîhevkirin, bi tundî li ser hemû deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, digel ku bi saya Heşda Şeibî hegemonyayeke mezin li ser navçeyê ferz kirine lê nekarîne rewatiyeke rastîn û qanûnî ji bo vê qonaxê misoger bikin. Ji bo bidestxistina vê rewatiya qanûnî hemû tedbîr wergirtine da ku tişta ku heye bikin defakto.
Seba vê jî berî dane hilbijartinên encumenên parêzgeha Kerkûkê ku berê û ji sala 2005an ve rê nedan hilbijartineke din li wir çêbibe.
Ji ber ku ditirsiyan wê çaxê bi saya hilbijartinan hegemonyaya Kurdan a serdest bibe defakto û rewatiyeke yasayî wergire. Lê piştî guhertinên piştî 16ê cotmehê niha rewşê di berjewendiya xwe de dibînin û dixwazin tiştên ku nehiştin Kurd bi dest bixin, ew bi xwe bi dest xwe ve bînin.
Loma divê Kurd tê bigihin ku ev prose ne tenê proseyeke asayî ya hilbijartinan e ji bo rêveberiya bajêr, lê wekî min di serî de jî behs kir, di koka xwe de ji bo Kurdan pirsgirêk ne pirsgirêka îdarî û rêveberiya bajêr e, bi qasî ku pirseke niştimanî ye û têkildarî nasnameya bajêr bi xwe ye.
Di vê qonaxê de, ji bo rûbirûbûna gef û metirsiyên li holê, divê Kurd statûya xwe tekez bikin. Divê tekez bikin wekî çawa di demboriyê de tevî birêvebirina siyaseta Erebkirinê ya bi dehsalan pêvajoya ji kurdîxistina Kerkûkê sergihayî nebû, divê niha jî tekez bikin ku bi domandina statûya xwe ya xurt, dê vê siyaseta nû ya Erebkirinê jî pûç bikin.
Digel birêvebirina heman stratejiya Sedam ji hêla Şîeyan ve ji bo Erebkirina navçeyê, xweşbextane ji hêla hejmarê ve Kurd hîna jî li Kerkûkê piranî ne lê ji ber ku ev proseya beşdarbûna hilbijartinan e, mîna ku xwe ji nû ve di serjimêriyê de tomar bikin. Heke Kurd neçin ji bo beşdarî vê pêvajoyê bibin, dê di hevkêşe û hevrikiyên ku Kerkûk rastî wan hatiye de nebin hejmar.
Li vir îdeolojî û bîrûbaweriyên siyasî ne girîng in, ne girîng e tu deng bidî kîjan aliyê Kurdî lê girîng e mîna Kurdekî tu dengê xwe bidî lîsteke Kurdî, ji ber ku encam dê nîşan bide ka lîstên Kurdî çend deng standine. Tomeriya dengên lîstên Kurdî wê hejmarê tekez dike ku ji bo jinûve pênasekirina nasnameya niştimanî pêwîst e.
Loma beşdarbûna di dengdanê de ji bo rewşa niha, beşdarbûna di têkoşîna wî karwanê dûrdirêj de ye ku ji hêla bav û kalên me ve ji bo parastina nasnameya niştimanî ya Kerkûkê bi rê ketiye. Divê ti tişt mirovê Kurd ji domandina vî karwanî sar neke.
Heke heyamekê ji bo rûbirûbûna siyasetên Beisê, Kurd neçar bûn bi rijandina xwînê û dayîna gelek qurbaniyan Kerkûkê biparêzin, bi kêmanî niha ji bo rûbirûbûna Erebkirina nû ya serdema desthilatdariya Şîî pêwîstiya me bi rijandina xwînê û qurbanîdanê nîne.
Bi beşdarbûna di proseya hilbijartinan de û dengdana ji bo her lîsteke Kurdî ku hûn bixwazin, em dikarin egerên wan gef û metirsiyên ku niha li ser Kerkûkê hene ji holê rakin. Ku em dibêjin Kerkûk jî, ji ber ku bûye nasname û koka pirsgirêkan, heke na ev ji bo hemû navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, ji Bedir heta Şingalê rastiyeke jêneger e.
Loma hêviya min ew e ku her Kurdek Li Şingal, Deşta Nînowa, Kerkûk, Xurmatû, Germesêr, Xaneqîn, Bedre û Cesanê ku mafê wî/wê yê dengdanê heye, piştî du rojan ji hilbijartinên encumenên parêzgehan, beşdarî wê proseyê bibe û bi dengê xwe beşdarî redkirina Erebkirina nû û îsbatkirina Kurdistanîbûna navçeya xwe bibe.
Arif Qurbanî
Rûdaw